Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



Hevpeyvîn: Ez û Konê Reþ û Mihemed Arif Cizîrî


 Hevpeyvîn: Mefer Kurdil

  Min di derheqê jiyana hunermendê hêja Mihemed Arif Cizîrî de, çend tiþtên bi taybetî ku li ser torên civakî hatine belavkirin ji niviskar û lêkolîner Konê Reþ pirsî. Min xwest ku ew Mihemed Arifê ji terefê gelek kesan bêtir weke stranbêjê eþqê û tenê li ser dilan kilam gotiye derdikeve pêþ, bi çend pirsan ji kilam û stranên wî wêdetir, li ser ked û hezkirina wî ya Kurdî û welêt bisekinin. Fermo; ez û Konê Reþ û beþek ji jiyana Mihemed Arif Cizîrî.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Bahar Marûfî: Sînema ji bo min Evîn e



 Hevpeyvîn: Idrîs Hiso
 
Bahar xanim tu bi xêrhatiye bo bajarê Duhok û beþdarîbûna te di Heftemîn Fîlmefestîvala Navdewletî ya Duhokê de.
Zor spas, ez jî gelek kêfxweþim ku li Duhokê me.
Tu dikarî xwe bi xwendevanan bide nasîn, Bahar Mûradî kî ye?
Ez Bahar Marûfî me, ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê, ji bajarê Ormiyê me, min zanko beþê Bîrkarî xelas kiriye, û ev çar salin ku ez wek lîstikvan (Akter) ê sînema kar dikim, û di nav vî karî de jî berdewamim.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Hevpeyvîn bi Narîn Omer re


 Imran Yûsiv

“Hevaltiya min û nivîsînê ez ji pêlan û reþtarî û zordariyên gerdûn û jiyanê parastim”
 (Li Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, Xwendina serete û navendî û bi domahî di dibistanên Dêrikê de bi dawî kiriye, û piþtre ew tevlî Zanîngeha “Dîmeþq”ê paytexta Sûriyê bûye û di sala 1995an de xwendina zankoyê bi dawî kiriye, “Beþê
wêjeya Erebî”, di kulîjeya Adab de.Wê karê mamoteyiyê kiriye û di hemî
pêvajoyên fêrbûn û xwendinê de.Sisê zarokên wê hene “Dastan, Sazîn, Þêrîn”.
Destpêka nivîsînên wê: Helbest, roman û gotarê dinivîse û gelek xelatên wêjeyî wergirtine.)

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Derhênerê Kurd Ardin Diren: Sînema li ser asta cîhanê jî di qeyranekê de ye


 Hevpeyvîn: Idrîs Hisso- Duhok
 
Ardin Diren di sala 1988an de li Kurdsitanê, bajarê Batman jidayikbûye, Derin li zanîngeha Eskîþehir û Akdenîz, beþa Sînema xwendiye, piþt re vegeriyaye Kurdistanê li bajarên mîna Amed, Batman û Wanê jiyana xwe derbas dike û  karê sînema dike, herwiha ji hejmarek kovar û rojnameyan re gotaran derbarê sînema û rexneya huberî dinvîsîne û ji bo rêxistina festîvalan jî dixebite.

Ji bo me hatina wî bo bajarê Duhok û beþdarbûna wî di festîvalê de bi fîlmê Her Malek Dibistanek, derfet bû ku em vê hevpeyvînê pê re bikin. 

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Keremo: Temenek tenê têra dêkomêntkirina êþ û azarên Kurdan nake


 Hevpeyvîn: Idrîs Hiso

Keremo, di sala 1984an de li Bakurê Kurdsitanê, li navçeya Farqînê, ser bi Amed ve, li gundê Cano jidayikbûye, zaroktiya xwe di wê keþûhewayê de, ku rojane tawnên kuþtina kesayetiyên Kurd ku xwedêgiravî ji aliyê kesên nenas ve hatine teror kirin qedandiye.
Di temenê 12 salî de, ji ber sitemkariya dewletê malabat wî ji Kurdsitanê bardike û li Stembola Tirkiyê bicihdibin û li wir wek penaberan dijîn. Demekê li Stembol û Enqera xebata siyasî bi Paritiya Gelên Demokrat (HDP) re karkiriye, lê ji sala 2004an ve heta niha xebata xwe di warê hunerî û keltûrî de berdewam dike.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Perî Ibrahîm: Hêviya min ew e ku saziyên taybet bi sînema li Kurdistanê çêbibin


 Hevpeyvîn: Idrîs Hiso

Perî Ibrahîm,
li Kurdistanê, li bajarê Dirbêsiyê jidayikbûye û mezinbûye, di destpêka temenê xortaniya xwe de, di sala 1989 an de derketiye dervî welat û çûye welatê Birîtanya li herêma Skotland bicihbûye, li wir dest bi xwendina sînema kiriye, heta ku lîsans, master û dektora stendiye, piþtre jî wek derhêner hejmarek fîlm çêkiriye, binavtirîn fîlmê wî Gas Attack (2001) e.
Perî di telvîziyonên mîna BBC, TV FIVE, 4C, 4 NEWS û hin telvîzyonên din jî kar kiriye, fîlmên wî li Britanya û dervî Birîtanya hatine nimayiþkirin.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Mihemed Þerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexþan tê de Kar Bikin


Dîdar: Macid Mihemed
wergerandin ji Erebî: Þiyar Silêman

Tê zanîn ku dema þoreþ vêdikevin , çi yên ku bi ser dikevin û çi jî yên ku ji encama fakterên navxweyî an jî derekî paþdikevin. An jî dema þer li cihekî dest pê dike û bi têkçûna aliyekî yan hemî aliyan bidawî dibe. Beþek ji mirovan hene li ser astin din kar dikin, dûrî eniyên þerê çekdarî, bi þêweyek bêwestan ji bo pêkanîna armancên mirovî tevdigerin, û dûrî tewanan in, dijî çi aliyekî be, û li seranserî dirêjiya wan deman ew kes kar ji bo sivikkirina barê þer li ser milê sivîlan dikin, ew sivîlên ku debara jiyana wan ji encama aloziya rewþa welat nema dibe, û yek ji wan saziyan saziya “Hîtma” ya geþepêdana rewþenbîrî û civakî ye, ya ku alîkariyên mirovî ji hewcedaran re pêþkêþ dike, lewra em hevdîtinê bi serokê wê Mihemed Þerîf Mihemed re dikin, ji bo naskirina kar û çalakiyên wê yên di warê mirovî de.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Sibe dîrokek nû li Kurdistanê destpêdike


Idrîs Hiso
 
Îro rêzdar Nêçîrvan Idrîs Barzanî sûnda yasayî ya serokatiya Herêma Kurdistanê dixwe, û piþtre dê bi fermî dest bi karê xwe wek Serokê Herêma Kurdistanê bike.
Di 28ê  Gulana vê salê de parlementoya Kurdsitanê bi zorîneya dengan rêzdar Nêçîrvan Barzanî bo serokatiya Herêma Kurdistanê hilbijartibû, tevî ku Yekîtî Niþtimanî Kurdsitan (YNK) dengê xwe nedabû û rêkeftina xwe li gel Partî Domokartî Kurdistan(PDK) binpêkiribû jî lê îro 09.06.2019 an biryar dabû ku wê þandek bilind bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giþtî Kosret Resûl beþdarî rêwresmê sûndxwarinê bibe.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Ehmed Qasim: PYD Yekrêzî Weha Naskiriye, Divê Hemû Partî di bin Siya Ala Wê de Bin


Hevpeyvîn: Macid Mihemed
 
Ji bo ronîdana ser pêþveçûnên siyasî û yên meydanî li qada Sûriyê, û zêdebûna þerxwaziya rêjîma Esed di dema dawî de, ji ber ku wê ruxset ji dewletên garantor bi dest xistiye ji bo navçeyên ne di nav deverên kêmkirina asta þer de bumbebaran bike. Û her weha þirovekirina helwesta nerazîbûnê ya bi denkekî bilind ya sikirtêrê Partiya Demoqrata Pêþvero ya Kurd “ Hemîd Derwêþ” ji kiryarên PYDê yên tundkarî, û her weha der barê koça dawî ya têkoþer û siyasetmedarê Kurd yê mezin Celal Telebanî, û nepejirandina civaka navdewletî û rêjîmên deverê ji encamên giþtpirsiya ku bi þêweyekî demoqratî li Herêma kurdistanê pêk hat. Ji bo van teweran tevan, beþê Kurdî ji ofîsa ragihandinê ya Hevbendiya Niþtimanî ya Hêzên Þoreþ û Rikberiya Sûriyê, ev dîdar bi serkirdeyê Partiya Demoqrata Pêþverû ya Kurd li Sûriyê Ehmed Qasim re pêk anî.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Hevpeyvîn Li Gel Romanivîsa Sûrî Meha Hesen


Hevpeyvîn: Vejîna Kurd
 
   Meha Hesen; romanivîseke Sûrî ye, ji gundê Metîna yê ku bi ser herêma Efrînê ve ye, û ji sala 2004an de li Ferensa dijî. Du romanên wê xanimê gihîþtin lîstedirêja Xelata Boker a romana Erebî. Meha Hesen; li zanîngehên Ewropî pir hevdîtinên çandî li Biroksêl, Frankford, Strasborg, Rên û herweha li welatên Erebî jî wek Beyrût, Þarqa, Dewha, Qahîra, Eldar Elbeyda û HWD, li komcivîn, pêþangehên pirtûkan û çalakiyên çandî beþdar bûye.
  Rojnama Rewþen hevpeyvînek ji romanivîsa Sûrî Meha Hesen re çêkir, û em di vê hejmarê de wê hevpeyvînê diweþînin…

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Fawaz Husên: “Eger ez ne nivîskar bûma, ez nizanim min ê çi xwelî li serê xwe bikira”


CIWANMERD KULEK
 
Ez dixwazim bi babeteke ku di wêjeya te de her tim xwe dide hîskirin dest pê bikim: Bajarê ku tu lê çêbûyî. Amûdê ji bo te çi ye?
- Ez li gundê Kurdo, di destpêka nîvê duyem ji sedsala bîstan de, li dora Amûdê çêbûme. Ez heta 20 saliya xwe herdem li wan rast û navan bûm û paþê, çûme Helebê, Stockholmê û aniha jî li Parîsê me. Di gotarek xwe de bi navê «La lumière du Sud-Ouest», ango «Ronahiya rojavayê baþûr», Roland Barthes dinivîse ku «tenê zaroktiya mirovan welatê wan e». Welatê min ne Sûriye û ne Kurdistan e jî, lê ew zaroktiya min a li Kurdo-Amûdê ye. Tiþtekî din, Cioran dibêje ku «mirov ne di welatekî de, lê di zimanekî de dijî. Welat tenê ev yek e û ne tiþtekî din e.» Ez dikarim vêga bêjim ku Kurdo-Amûdê û zimanê Kurdî ji min re welatek in.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Stêrkek Ji Welatê Me


Hevpeyvîn: Vejîna Kurd
 
Dûrî helbestê… Melek Elo kî ye?
 
Ez ji herêma Efrînê, gundê Kefirsefrê me, li pir welatan geriyame, niha ez ji welatê xwe bi dûr ketime, min zaroktî û berxortaniya xwe li Þamê borand, û li wir min xwendina zanîngehê; kulêca Adab, beþê zimanê Îngilîzî bi dawî kiriye, min karê mamostetiyê kiriye û weke wergêr jî kar kiriye, sala 2006an li Qeterê min weke rojnamevan û peyamnêr di kenala Alcezîra Îngilîzî de kar kiriye.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: D. Mehmûd Abas : Þoreþ Bidawî Nebûye, Gelek Riyên Dijwar Li Pêþiya Me Mane


Hevpeyvîn: Macid Mihemed
 
Piþtî komelkujiyên tirsnak yên der heqê sivîlan li Sûriyê bi giþtî û li Helebê bi taybetî, yên ji hêla Rêjîmê û milþyayên wê û balafirên Rûsiya pêk hatin, Heleb pir nêzîkî ketina bi temamî di bin destê Rêjîmê de ye, û bê guman derketina Helebê ji nav deverên þoreþê, serkeftinek derûnî ya mezin e ji Nîronê Sûriyê re, ji ber ku Heleb duyem bajarê mezin ê Sûriyê û paytexta wê ya aborî ye.
Û her weha derbarê rewþa þoreþê û tiracîdiya mezin ya ku gelê Sûrî tê de dijî.  me ev dîdara taybet bi þirovekarê siyasî  D. Mehmûd Abas re, yê ku niha niþteciyê Amerîka ye, pêk anî.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Mele Nuredîn Yekta : Kurdên Bakur ji netewa xwe pirr dûr in


Hevpeyvîn Bi Mele Nuredîn Yekta re
 
Amadekar: Cankurd   /  11.11.2016
 
Hêja Mele Nuredîn Yekta, di serî de wê bo gelek xwendevanan baþtir be, ku tu bi xwe, ji wan re xwe bi kurtî bidî nasîn, ji aliyê ramanî, siyasî û wêjevanî ve, de fermo birayê delal.
 
Ez 24 ê Adar a sala 1957 li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Mûþê hatime dunyayê. Min di þeþ saliya xwe da dest bi xwendina medresê kir. Dûvra min dibistana seretî li gundê xwe xwend û derketim medresan. Bi xwendina medresan ra min Îmam-Xetîb jî xwend. Sala 1978 anda li bajarekî me Kurdan bûm îmam.
Dûv ra ji ber meseleyên siyasi gelek caran hatim binçav û sirgûn kirin û ceza dane min. Va bû 20 sal e ku li Almanya dijîm.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Hevpeyvîn ligel Mihemed Salih Qadirî, serkirde di Partî Demokratî Kurdistan -Îran de..


  Hevpeyvîn: Hisên Ehmed

 Sedemên dûrxistin û çewisandina siyasî û ewlekarî, ku rêjîma melalî ya Îranê di derheqê Partî Demokratî Kurdistan - Îran de, ji dema damezirandina partiyê ve û ta niha bi girantirîn þêwe pêk tîne, ji binçavkirina endam û serkirideyên wê, ta bidûvketina wan li derveyî Îranê û kuþtina wan ji hêla pir kesan ve nayê têgihiþtin. Lewra jibo naskirina rewþa vê partiyê, me ev hevpeyvîn ligel Mihemed Salih Qadirî, yek ji serkirideyên partiyê pêk anî...
- Partî Demokratî Kurdistan - Îran hejmarek car parçe bû. Li aliyê din, jibo bidestxistina mafên Kurdan li Kurdistana Îranê, vê partiyê gelek pakrewan dane, di serê wan de sekreterê partiyê þehîd Ebdilrehman Qasimlo û bilî wî. Hêvî ew bû, ku xwîna wan pakrewanan yekîtiya partiyê xurtir bike, lê ne rê li ber parçebûnê veke. Li ser vê bingehê, em ji we dixwazin hûn rewþ û rojeva partiyê ji dema kuþtina Qasimlo, ta îro ji me re þîrove bikin.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Hevpeyvînek li gel nivîskar û rewþenbîr Narîn Omar - Ji weþanên rojnama REWÞEN -


Hevpeyvîn: Þêrîn Henan
 
   Bêguman jina ku barê miletê xwe hildide ser milê xwe û bi dozên civakê re bendewar dibe, ew cihê rêzgirtin û þanaziyê ye. Herweha jî ger ew rewþenbîr, welatparêz, mirovhez û çalakvan be, ew roleke balkêþ di pêþketina civakê de dilîze. Mêvana REWÞENê di vê hejmarê de, stêrkeke navê wê di hemû celebên wêje de vedibirûse, navê wê Narîn Omar e.
 
P– Berî her tiþtî, Narîn Omar kî ye?
B- Malzaroka dayîka min ez sipartî malzaroka Dêrika Hemko kirim, û Dêrikê di hembêza zemîn û xaka xwe de ez bi giyan û bizav kirim. Xwendina seretayî û navendî û bi domahî min li dibistanên Dêrikê bi dawî kir, û piþtre ez tevlî zanîngeha Þamê bûm û di sala 1995an de min xwendina zagoyê; kulêca Adab, beþê zimanê Erebî, bi dawî kir. Min karê mamostetiyê kir. Sê zarokên min hene: Dastan, Sazîn û Þêrîn.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Fuad Alîko: Esed Û Rêjîma Xwe Ya Beesî Ji Kokde Bi Hebûna Gelê Kurd Û Kêþeya Wî Li Sûriyê Mukur Nehatine


Derbarê rêkeftina Miyûnixê û bûyerên nû yên têkildar bi gera duyemîn ji guftugoyên Cinêv 3, beþê kurdî di nivîsgeha ragihandina Hevbendiya Niþtimanî ya Hêzên þoreþ û Rikberiya Sûrî, ev dîdar bi endamê desteya danûstandinan Fuad Alîko re pêk anî.

Nivîsgeha rojnamevaniyê ya desteya bilind ya danûstandinan diyar kir ku ew herdû dîtinên di navbera þandeya desteyê û nûnerên  Erebistana Si`ûdî û Amerîka li Miyûnixê serkeftî bûn, gelo ev tê wateya ku çûna Cinêvê tekez bûye?
Derbarê çûna Cinêvê niha desteya bilind ya danûstandinan berê wê li Erebistana Si`ûdî ye da li Riyadê bicivin, wê ev mijar li wir bên gengeþekirin, û wê li wir biryara çûn yan ne çûna Cinêvê bê dan, ji ber ku ew di serê lîsteya karê me yê li Riyadê de ye

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Mistefa Oso: Dî Mîstora Beþdariyê Di Jihevketinê Di Rêzên Hevrikiyê De û Zêdebûn Hevgirtina Rejîmê Dike


Bo rwestana li ser nûbûyerên siyasî û leþkerî ên dawî ku bi þoreþa Sûrî ve girêdayî ne. herweha þêwirên Dî Mîstora li Cinêvê û mijarin dî yên  têkildar. Beþê Kurdî di nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niþtimanî  Sûrî de ev hevpeyvîna taybet bi Mistefa Oso Cîgirê Serokê Hevbendiyê re kir.
 

- Bi nerîna we rejîma Sûrî  di þêwirên Cinêva niha de wê sistir be ji yên berê, nemaze ku di dema dawî de paþketinek wê ya diyar li bêtir ji deverekê heye?
Baweriya rejîmê ta vê kêlîkê tenê bi çareya ewlekarî tê, û hemû coreyên tundî û zorê derheqê milletê Sûrî yê þoreþger bo pêkanîna azadî, dimuqratî, û avakirina Sûrya pêþerojê bê tundî û zordarî, dewletek ji bo welatiyên xwe be bi hemû pêkhatiyên  netewî, olî, mezhebî, û siyasî, guman nakim ev rejîm wek hemû rejêmên zordar li cîhanê dikare nermbûneke siyasî bo derxistina welat ji vê rewþa bobelatî ku tê re derbas dibe diyar bike. 

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Dîdarek Taybet Bi Serokê Hevbendiyê re : Esed Hevparê Tîrorê Ye Û Ne Beþek Ji Çareseriyê Ye


Hevpeyvînek taybet bi serokê Hevbendiya Niþtimanî Sûrî Xalid Xoca re , derbarî ramanên  þanderê navnetewî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora.

-Nerîna we li ser plana þanderê navnetewî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora çi ye?
Em bi erênî pêþwaziya her bizava ku dixwaze rêtina xwînê li Sûriyê rawestîne dikin, û ji destpêkê ve ev helwesta Hevbendiyê ye,  berî du rojan di peywendiyek telefonî de , Dî Mistora ez bi ramanên xwe yên di destpêþxeriyê de agahdar kirim , min jê re got ku ew raman hewcedarî gengeþekirina hûrgiliyan in bi rengekî bêtir , û divê rawestandina bombebarana asimanî li tevya bajarên Sûriyê be, û divê kuþtin li ser erdê jî raweste.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Di 25 Saliya Terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo de Dîdarek bi Nivîskar Derwêþê Xalibê Derwêþ re


Konê Reþ

   Bi helkeftina ku di roja 13/07/2014an de, 25 sal di ser terorkirina þehîdê Kurdistanê yê gewre Dr. Ebdulrehman Qasimlo re derbas dibe, min ev dîdar bi mamoste Derwêþê Xalib re kiriye, taybet ji bo bîranîna þehîdê nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo..
Derwêþê Xalibê Derwêþ kî ye? Nivîskar, zimanzan û rewþenbîrekî kurd e. Ew di sala 1945 an de li gundê Tilþeîra Þêxan, nêzîkî Qamiþlo, çêbûye. Xwendina xwe li bajarê Qamiþlo û Hesekê xwendiye, xwendina bilind di endezyariyê de li Fransa û Çikoslovakiya bi dawî aniye.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Hevpeyîvînek Bi Dilawerê Zengî re Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd - Sûriya… Dosya Taybet (1-2)


-Ez bi þîrê êþ û kovanan û li ser dengê lorandina kul û derdan mezin bûm.
- Helbesta pêþî ko min nivîsand bi navê Ey Felek bû.
- Ji serpêhatiya jiyanê, ez hînî nivîsandinê bûme.
- Helbest mêvanekî bê wext e, lê ez jî mazûvanekî baþ im.
- Seydayê  Tîrêj navê min kir Dilawer..
- Lê, mexabin hin kesên ko di çirava gola genî de nêçîrê dikin û bi þevê mîna    . beqan qurqurê dikin

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Dayika kurda Sînemxan


Mihemed Ebdê
Mihemedebde@gmail.com

Berî hertiþtî em tev nas dikin malbata Bedirxaniyan kî ne..? Lê dîsan em ê li ser vê malbata resen bi kurtî b`axivin. 
Gelo kî heye mîrekên herêma Botanê nasnakin mîrîtiya Botanê ku 1821`an de di serdema 19 an de, hatî damezrandin bi serpiriþtiya Mîr Bedirxan paþayê Ezîzî di kurdistana bakûr de .
Lê ji bilî karê wan ên wek dewlet,  bi des karê þoreþa ronakbîriyê kirin. Mîr Miqdad Midhet Bedirxan, bavê rojnamegeriya kurdî ye, ew î (Rojnameya Kurdistan) di sala 1898`an afirand û li (Qahîrayê) paytexta Misrê da çapkirin, û mihane li herêmên kurdan dihat gerandin..

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Lûay Miqdad: destdirêjiyên Komên Çekdar li Herêmên Kurdan ne bi dilxwþiya Artêþa Aazad e!


 Selam Hadî – Istanbul : Di gotûbêjeke taybet de ji bo Toreya Newroz ya nûçeyan anko bersivdana Radyo Newroz li ser helwesta Artêþa Azad di derbarê pevçûnên ko li Herêmên Kurdan çê dibin piþtî ko kirdeyên wan tekez dike ko ew ji çêkirina Rêjîmê ne, çima her tiþt nayê eþkere kirin?.
Lûay Miqdad (Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Artêþa Sûriyê ya Azad) Tekez kir ko Artêþa Azad nerazî ye di derbarê destdirêjiyên Girûpên Çekdar mîna (Neviyên Pêximber û ya ko bi Dewleta Þam û Iraqê tê bi nav kirin, got: Helwesta me ji wan eþkere ye.,

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Koko kevintirîn wênekêþ li bajarê Qamiþlo ye.


Ehmed bavê Alan

Min wêneyê Cemal Ebdulnasir û serokê Sûriyayê  Þikrî Elquwetlî kiþandiye.
Kurdekî ermenî me, û ji bilî kurdî malbata min na-axive.
Ez û Aram Dîkran di þahiyan de ji hev qut nedibûn.
Pirên wêneyên seydayê Cegerxwîn min jê re kiþandine.
Kesayetiyek mîna Hebsa Reþ, mizgefta Qasimo, û dêra kevin naskirî ye, navdar û xwedî nave, nabe ku kesek ji Qamiþlo wî nasneke?

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Mihêdîn Þêx Alî: Ji ber çi dijmintiya PYDê bikim?


  Hevpeyvîn: Hêmin Xoþnaw

 Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PYDKS) Mihêdîn Þêx Alî dora 40 salî ye mijûlî siyasetê ye, lê ew bêhtir weke dîrokzanekî derdikeve pêþ. Di nav raya giþtî ya Sûriyê de partiya Mihêdîn Þêx Alî weke hevpeymaneke nehênî ya PKKê naskirî ye, lê ew di vî warî de nêrîneke din vedibêje. Mihêdîn Þêx Alî ji Rûdawê re bi taybetî behsa sedemên bihêzbûna PYDê li herêma Efrînê kir.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Helbestvan Ezîz Xemcivîn: Helbesta me ne kêmî helbesta miletên derûdora me ye.


  Rojnameya War: Sîpan Abdulah

Helbestvan (Ezîz Xemcivîn) navekî  berçave di qada edebiyat û helbesta Kurdistana Rojava de ko çendîn berhemên çapkirî ji dîwanên þiirî û pertûkên din wek ziman û folklor hene û li ser nivîsandinê berdewam e. ji bo bêtir haydarbûnê ji vî nivîskarî me ev dîdar li gel sazkir.
- Berî çend rojan min hevpeyivînek bi Konê Reþ re xwend, bi rastî dema li ser rewþa wêje û helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê diaxivî min ji ber gotinên wî þerm dikir.
- Helbesta me ne kêmî helbesta miletên derûdora me ye.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Konê Reþ di Hevpeyvînekê de li Dor Rewþa Edebiyata Kurdî li Rojava


  Ev hevpeyvîna xwarê a ku mamoste Dirbas Mustefa ji rojnameya Evro bi Konê Reþ re kiriye, li dor zîlana rewþa edebiyata Kurdî li Rojava, berî û piþtî þoreþa azadiyê dizîvire.. Ev dîdar di roja 29/01/2013 an de belav bûye.  Fermo yê ku bixwaze bixwîne, li ber vekiriye:

P1- Rewþa niha ya edebiyata kurdî li rojavayî Kurdistanê çawa dibînî?
B- Wek ku hun tev dizanin kak Dirbas, piþtî serhildana melyonî ya pîroz li Kurdistana baþûr di sala 1991ê de, wêjeya Kurdî li nav me kurdên rojava derbasî qûnaxekê nû û ewarte bû, qûnaxeke ku ji hemû qûnaxên berê bi akamtir, hêztir û navtêdantir û rêk li ber nivîskarên cidî hat vekirin..

Bixwîne...

Hevpeyvîn: 35 sal in heger ne bêhtir be hunermend im, mixabin carekê jî nehatime xelat kirin.


  Hevpeyvîn bi hunermend Zubêr Salih re
 
-  ji min bê xwestin ez ji bo azadiya welatê xwe karim çekê jî rakim.
- Pêþinyarek min ji nivîskaran re ye: nivîsên xwe kin bikin.
- rengê mûzîka min cudaye û dimîne stayla Zubêr Salih
-  ev 35 sal in ez hunera xwe bi rêve dibim.
-  Ez bûm pir di nabera du cîlan da.
-  lê qet ne bûme hevalê tu rêxstin û partiyan.
- 35 sal in hunermend im, û bi gulekê jî nehatime xelatkirin.
-  Yekem tiþt, ezê biçim ser gora þehîdên 12ê adarê.

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Hevpeyivîn bi nivîskar: EZÎZ XEMCIVÎN re


Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê: 
Hevpeyivîn bi nivîskar: EZÎZ XEMCIVÎN re, derbarê damezirandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê de.

Hevpeyivîna Radyo SBS
Þahînê Bekirê Soriklî 

Bixwîne...

Hevpeyvîn: Besam Mistefa: kurmancî û soranî þaxên darekê ne


  Hewlêr, 25 Sibat (AKnews) – Nivîskar û wergêrê kurd Besam Mistefa derbarê girîngiya wergerandina berhemên edebî di navbera þêwezarê soranî û kurmancî de got ku pêwîstiya herdu þêwezaran ji hevre heye çiku “ew þaxên darekê ne.”
Nivîskar û wergêr Besam Mistefa ku karê wî yê herî dawî romana Êvara Perwaneyê ya Bextyar Elî bû ji þêwezarê soranî wergerand bo þêwezarê kurmancî û di destpêka 2012ê de li weþanxaneya Avestayê hate çapkirin, ji AKnewsê re wiha got:

Bixwîne...

twitter

Helbest