Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



Daxuyanî: Daxuyaniya dawiyê ya konferansê Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya


Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, li roja þemiyê 3/4/2021, yekemîn konferansê xwe li ser tora Online, ji ber ku nikarî rûbirû lidar bixe ji ber rewþa tenduristiyê ya tirsnak li cîhanê ji encama belavbûna bela Korona, ku bi giranî ziyan gehandiye gelek welatên cîhanê, û hin bendên tund li her kesî hatine standin.
Þerê felaketî yê ku rejîmê li ser miletê Sûrî bi giþtî û gelê Kurd bi taybetî sepand, û paþî encamên trajîk yên li pey wê, tevî ku herêmên kurdî rastî çend êrîþên terorîstî û dagîrkirina herêmî hatin, ku bûn sedemên koçbarkirina bi mîlyonên sûriyan, di nav wan de bi sedhezaran mirovên Kurd, ku welatê xwe çolkirin û penaberî welatên Ewropa bûn, ji wan bi dehan kesên nivîskar û rojnamevan, ji ber vê yekê Yekîtiya Nivîskaran xwest ku nûnerayetiyekê ji bo nivîskaran li welatê diyasporayê ava bike, bona rêxistinkirina kar û xebata nivîskaran li gorî îmkanên heyî ji bo pêþkêþkirina xizmetkariyên rewþenbîrî û zimanî, her wisa nivîskaran xwest ku konferansê xwe lidar bixin ji bo timamkirina karûbarên duyemîn kongirê Yekîtiyê yê þeþ salan dereng ket ji ber amadenebûna piraniya endamên wê yên li welatên Ewropî.

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyaniyek bi helkefta koça dawî ya Seydayê Tîrêj


Îro, 19 sal di ser koça dawî ya Seydayê Tîrêj re dibûrin, Seyda weke îro, di 23.03.2002an de serê xwe danî, û ji nav me bar kir, koça dawî kir, û li gundê Girkeftar, ê ko dikeve bakurî Hisiça, hate veþartin, gelê Kurd li herêmê bi karwanekî gelekî mezin û gelekî dirêj, bi hezaran, pêre çûn heya ser gora wî, û ew roj, li Rojavayî Kurdistanê, bû rojeke bi nav û nîþan ….
Seydayê Tîrêj, di sala 1923an, li gundê Nicim, ê ko dikeve rojavayî bajarê Qamiþlo, ji dayik bûye, ew heþt salî bû, li gundê Sêmitikê Newaf, û li ser destê Mela Ibrahîmê Golî, Quraan û çend pirtûkên ayinî xwendin, piþtre li Amûdê di dibistana fermî de pênc salan xwend;

Bixwîne...

Daxuyanî: Ji Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye


Gelê me li Rojavayî Kurdistanê çavên wan her li guftûgoya Kurdî-Kurdî bûn, û li hêviyê bûn ko di demeke nêzîk de rêkeftin di navbera herdû aliyên guftûgoyê pêk bê, û yekîtiya rêza tevgera Kurdî encam bide, lê ev bûyerên dawî ko li Rojavayî Kurdistanê çêbûn, didin xuyakirin ko pêvajo ber bi rêyeke nebaþ de diçe, û metirsiyê dixe dilê herkesî, nemaze ko çend nûsîngehên partiyên ENKS, bi destên kesin tûndrew ko her çendakî xelkê ditirsînin, hatin þewitandin, û heya niha kes ji wan nehatiye girtin, lê hemû kes zanin û dibêjin ko ev tawanker ser bi PYDê û PKKê ve ne, ji ber ko berî niha jî bi van karan rabûne, û rêvebiriya xweser heya niha deng jê nehatiye, û tiþtek derbarî van kiryaran nekiriye;

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyanî Ji bo 36 saliya koçkirina seydayê Cegerxwîn


Me, wek Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye,  her sal di vê rojê de, û bi taybetî li bajarê Essen, li Elmanya, me ahenga roja helbesta Kurdî li dar dixist, ko heman roja koçkirina helbestvanê mezin û  behremend, helbestvanê herî navdar li Rojavayî Kurdistanê, seydayê Cegerxwîn e, xwediyê rola fireh û gelekî bi bandor di þiyarkirin û xurtkirina hestê netewî di nav gelê Kurd de, ew bixwe di gelek senger û  çeperan de dixebitî, û têkoþînek bê rawestan dikir, çi di warê wêje û helbestê de, û çi di warê siyasî de, loma gelek caran hatiye zindan kirin, û sergon kirin jî, xweragir bû li himber rêjîmên diktator ên herî dijwar, û herdem di pêþiya xwepêþandanên dijî wan de bû ...

Bixwîne...

Daxuyanî: Hevkarî ya Partiyên kurdistanê li Almanyayê di roja referenduma mezin de piþtgiriya xwe ji bo vîna gelê Kurd dupat dike


Bîst û pêncê vê mehê, sêyemîn salvegera roja dîrokî ye, ya ku tê de gelê me li baþûrê Kurdistanê ji sedî 92 zêdetir deng bi (Belê) da bû ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê ji Îraqê, ku bi keyfxweþiyek mezin bersiva partiyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serok Mesûd Bazanî hate dan, bi destnîþankirina 25ê îlona 2017an wekî roja referenduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê.

Bixwîne...

Daxuyanî: komîta xelata Osman Sebrî bo dostaniya gelan xelatê vê carê da rojnamevanê Misirê Essyêd Ebdilfettah Esseyêd


Daxuyanî
Têkiliyên Kurdan û Misriyan ji demeke berê de,ji kûraniya dîrokê de hene, Mîtaniyên, ku pêþiyên Kurdan in, di (2000 b.z)de li gel Fîrewnên Misirê hevalbendî û têkiliyên zemawendê Girêdabûn.Ev têkiliyan di serdema Selah Dînê Eyyobî de jî berdewam bûn, ta ku di serdema hemdem de, gelek helbestvan, wêjevan û ramanbîr ji nava kurdên Misirê diyar bûn, ku bandora wan li ser wêje û ramana Erebî berbiçav bû. Û heya naka melyonên Kurdan li Misirê dijîn, bi reseniya xwe ya kurdî û bi niþtimanperweriya xwe ya misrî serbilind in.

Bixwîne...

Daxuyanî: Sipasî û Daxuyanî


Ibrehîm Þitlo

Berêz Konê Reþ di Nivîsara xwe ya di Rojnama Welatê me de bi navê:
Gera lipey Þopa Dr. Nûrî Dersimî çapbûye gelek ji Dil û xwîngermî nivîsandiye.
Sipasiya min jê re hene ji bo Bîranîna Qehremanê Serhildana Dêrsimê û bi taybet ew Rêzên giranbiha û hêja ku li dawiya Lîkolîna xwe û Bîranina 47 Saliya Koçberiya Dr. Nurî Dersûmî.
Lê ji ber Giranbuhaya Têkoþîna Dr. Nurî Dêrsîmî û ji bo diyarkirina rastiya Koçberiya wî ez dixwazim van Bûyeran diyarkim û hinek Gotinan rastkim:

Bixwîne...

Daxuyanî: Amerîka lihevkirina pêþîn ya Kurda weke pêngavek girîng a dîrokî ber bi lihevkirinên mezintir û hevkariya pratîk pêþwazî dike.


June 17,2020
Di 16 Hizêrana 2020 de, li bajarê Hesekê,Sûriye, ‏andeyên Meclîsa Ni‏timanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiyên Ni‏timaniya Kurd qonaxa yekemîn ji danûstandinên yekîtiya Kurdî bidawî kirin.
Her du ؛andeyan –bi serokatiya PYD û KDP-S- ji dezgehên ragihandina herêmî re pi‏trast kirin ku gihi‏tin lihevkirinên pê‏în da ku Peymana Duhokê ya 2014 bikin bingehek ji bo berdewamkirina danûstandinên yekrêziya kurdî, ku dê Hevkariya خdarî, Serwerî û Parastinê tê de binirxînin.
Herdu aliyan li ser nêrînek siyasî ya hevbe‏ li hev kirin û tekez kirin ku ew dê berdewam bin danûstandinan de bi mebesta ku peymanek berfireh di pê‏eroja nêz de îmze bikin.

Bixwîne...

Daxuyanî: Bazirganiya bi dîrokê ji piþt kewalîsan ve


Dema em dîrokê bibîrtînin û di wan kesayetiyên ku pencemorên xwe li ser hiþtine diramin û diponijin, divê berî her tiþtî em xwe biparêzin  ji têwerbûna  di nehêlên sexte û stûxwarkirina rastiyan de bi mebest  û armancên bazirganiyê ku weka kelûpelên berdest û serlhêl di bazarên bêciran de pêþber dikin ji bo kirîna mafê tomarkirna milkstandinê û di pey re wî mafî di operasyonên wêrankirinê de karmend dikin ew wêraniya ku dijminên miletê me li ser bîrdanka dîrokî ya ji vî miletî re mayî dimeþînin.
Berî kurte demekê hin ji endamên malbata me( malbata Haco) civiyan û daxuyaniyek bi navê ( inisyetîva avakirina çêvedaniya Haco) derxistin ku ev insiyetîv damezirandine ji weqfekê re bi navê Haco.

Bixwîne...

Daxuyanî: Rewþen TV dest bi weþanê dike.


Roja înê, 29ê gulanê 2020an, Rewþen Tv bi rêya Internet û medya civakî dest bi weþanê dike. Rewþentv kenaleke serbixwe û azad e, ne bi ser aliyekî siyasî, partî, rêxistin û dezgehan ve ye, bi karînên kesane dest pê dike, sûdeya samanî ji dûv tune û jê nayê girtin, ew ê dengê bêdengên Rojavayê Kurdistanê be, dengê gelê kurd be li Rojavayê Kurdistanê, daku em hemû bi hevûdu re berjewendiyên giþtî yên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê biparêzin û bidin pêþ. Ew ê hewl bide yekrêzî û hevgirtina siyasî û civakî biparêze, þaþî û kêmasiyan destnîþan bike, daku çareseriyan jêre bibîne. Ew ê qet dijîtiya aliyekî siyasî, grûpek civakî, ol, kêmnetew û baweriyên xelkê neke.

Bixwîne...

Daxuyanî: DAXUYANÎ derbarî roja rojnamegeriya Kurdî


    Ji dehên salan ve, û li seranserî Kurdistanê, bi her çar parçeyên xwe ve, salane, roja bîst û didoyê meha Nîsanê weke Roja Rojnamegeriya Kurdî, hatiye destnîþankirin û bi navkirin, ew jî weke rêzgirtinekê û bilind nirxandinekê ji wî karê gelekî hêja û dîrokî re, ê ko Mîr Miqdad Midhet kurê Mîr Bedirxan Paþa pê rabibû, bi derxistin û weþandina yekemîn rojnameya Kurdî, û bi zimanê Kurdî, bi navê Rojnameya (Kurdistan), li bajarê Qahire, paytexta Misrê, di roja 22.04.1898an de; û li bêtirî bajar û herêmên Kurdistanê belavkiribû, di gel ko, di wê serdemê de derfet gelekî kêm û hindik bûn, û rewþ û merc jî gelekî sext û zehmet bûn, rê û alavên ragehandin û çûn û hatinê jî gelekî hindik û bi zehmetî bûn, û gelek dem dixwarin; di wê serdemê de, ne firoke hebûn, ne Berîda bi lez hebû, ne Radyo, ne televizyon, ne Internêt, ne jî E-Mail û Fêsbûk û hemerengên wan ên din, hebûn; çapxane û çapemenî jî, li gorî roja îro, gelekî destpêkî, seretayî, kevn û li paþketî bûn; di gel van hemû rewþ û mercan de, Mîrê rojnamegeriya Kurdî ew rojname derdixist û belav dikir, çi lê diçû jî ji kîsê xwe, ji bêrîka xwe, dida, buhayên hejmarên ko belav dibûn hindik lê vedigeriyan, ango jêre dihatin; ji loma, bi rastî, hêja bû ko ew ciwanmêr, weke Mîrê Rojnamegeriya Kurdî bê naskirin, û herweha hêja bû ko ew roja derçûna rojnameya wî (Kurdistan), li seranserî Kurdistanê, bibe Roja Rojnamegeriya Kurdî.

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyaniyek ji Komîteya Xelata Seydayê Tîrêj


    Weke îro, di roja 23.03.2002an de, li bajarê Hisiça, Seydayê Tîrêj serê xwe danî, û ji nav me bar kir, koça dawî kir, û li gundê Girkeftar, ê ko dikeve bakurî Hisiça, hate veþartin, gelê Kurd li herêmê bi karwanekî gelekî mezin û gelekî dirêj, bi hezaran, pêre çûn heya ser gora wî, û ew roj, li Kurdistana Rojava, bû rojeke bi nav û nîþan ….

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyanî


Bavê Zozanê

Kak Silêman Azer li ser rûpela xwe ya Facebook ê çend pirs û gazin kiribûn li ser mihricana helbesta Kurdî ya ku di 22.12 li Essena Almanî  hate li dar xistin.Ez jî wek yek ji endamê komîta emedekar min xwest ez wan pirsên nivîskar Silêman Azer li gorî dîtina xwe zelal bikim.
Raste Keko wek tê gotin  pirs ne fihêt û þermin wisa jî merov bi pirsê dighê xursê, pirs ji mafê her kesîye nemaze eger di cih û dema xwe ya rast de bê pirskirin. Erê pirs celebek ji yê hînkirinê ye wek te jî got wisa jî rexn.

Bixwîne...

Daxuyanî: Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê-Sûriyê bi tundî qedexekirina karê Sazîya K24 li Rojavayê Kurdistanê þermezar dike.


Daxuyanîyek ji Sazîya K24 ya derbarê qedexekirina karên wê de, ji aliyê Rêveberiya Xwecihî ve ya li Rojavayî Kurdistanê, gihîþt e Encûmen a Sendîka ya Rojnamevanên Kurdistanê- Sûriyê. Têde hatiye aþkere kirin, bêyî ku Rêverbiya Xwecihî tu daxuyaniyeke fermi der bik e, ku kar û çalakiyên kenalê piþtî mehekê ji birayrdanê were rawestandin, û karmendên Saziya K24 daku karên xwe rawestînin bi devkî hatin e agahdarkirin, ji ber vê yekê Saziya K24 biryara girtina nivisîngehên xwe li Rojavayî Kurdistan derkir. 

Bixwîne...

Daxuyanî: Beyana YNRKS di 120 saliya rojnamegeriya kurdî de


Di (22 nîsana) her salê de, nivîskar û rojnamevanên kurd roja rojnamegeriya kurdî pîroz dikin, ji ber ku ev roja dîrokî ji xwe re terxankirine wekû rojeke rojnamevaniyê û ragehandinê.
Di vê rojê de, dîroka rojnameya yekemîn tînin bîra xwe, û li ser rewþa wê radiwestin, bê çawa hêja Meqdad Medhet Bedirxan li Qahîrayê di sala 1898an de rojnameya ”Kurdistan” derxist û belavkir. Û herwiha li ser rewþa ragihandinê li cem kurdên Rojava giftûgo dikin, û rola vê ragihandinê û rojnamegeriyê di civata kurdî de dinerxînin.

Bixwîne...

Daxuyanî: Hevkariya partiyên kurdistanî li Elmaniya (Hevkarî) bombebarankirina Efrînê ji aliyê artêþa Tirkiyê þermezar dike


Ev çend rojên hejmareke gundên Efrîna kurdistanê ji aliyê artêþa Tirkiyê ve bombebaran dibin û ji çend heyvan ve gef bi êrîþkirina navçeyê tê xwarin û ev yek bûye egerê peydabûna nîgeranî û tirseke mezin li rex xelkê Efrînê û tirsa dubarebûna heman êrîþa li ser Kobana kurdistanê li rex xelkê navçeyê peyda dike, ku ev êrîþ helbet wê bibin sedemê peydabûna felaketeke mezin li ser gelê meyê kurd li Efrînê.

Bixwîne...

Daxuyanî: Kurd rûmeta dostên xwe diparêzin Xelata Osman Sebrî ji MELÎKE MEZZAN re çû


Komîta xelata Osman Sebrî ji bo dostaniya gelan, sala 1998ê ji hêla gurûpek nivîsevan û rewþenbîrên Kurdên Rojavayê Kurdistanê de hate damezirandin, û ji wê demê de heya îro sê dostên Kurd xelat kirine, ew jî ev in: Civaknasê Tirk Dr.Îsmaîl Bêþikcî, xanima Feransa Danyal Mîtêran û yasanasê Îraqî Dr. Munzir El-Fedil.
Vê carê jî endamên komîtê, ji ber ku hinek li hundir welêt in, û hinek jî li derveyê welêtin, di riya Messengerê re, pêþniyara hevpîþeyê xwe Heyder Omer, ku helbestvana Emazîx MELÎKE  MEZZAN, wek kandîdat pêþniyar kiribû, gotubêj kirin, û hemiyan ev pêþiyar pejirandin.

Bixwîne...

Daxuyanî: Dîtina me li ser serkeftina HDP


Di serî de, em serkeftina gelê xwe, di her parçeyekî Kurdistanê de, pîroz dikin û wekî serkeftina teviya neteweya Kurd dinirxînin. Lê wekî hêzeke ramiyarî, em mafê xwe di dîtina xwe ya azad de ji dest nadin.
Baþ bû, ku partiya Erdogan AKP xewna standina piraniya dengan bi tenê xwe ji dest da, da ku serdestiya an „hegemonya“ wê û piþtgîriya wê ya veþartî ji bo Apociyan, ji niha ve, jar an „qels“ dibe.
Di vê yekê guman tun ye, ku HDP projeyeke dewletê ye, da gelê Kurd ber bi Tirkbûnê ve bibe. Û ew îro bi serket, ji ber ku gelê Kurd li bakurê Kurdistanê, ta niha jî, raza ye û gora xwe bi destên  xwe dikole!

Bixwîne...

Daxuyanî: Lêdwana Nûneratiya Herêma Kurdistan, ya ENKS derbarî Þerê navbera Hêzên PDK û PKK


Siba Yekþemê 24/5/2015)), Hêzeke çekar ser bi PKK ve (Gerêla), li naûça KELEÞÎN, êrîþ bire ser komelek ji Pêþmergên Partî Demoqratî Kurdistanî Îran (PDKÎ), di encam de Þehîd (Qadir Kerîmî) canê xwe ji dest da, û çend birîndar jî hebûn ji aliyê PDKÎ ve, ku ne xwest têkeve Þerê bira kujî yê rûreþ, di demkê de ku Nawçe bi tevayî, û herêmên berfireh ji Kurdistana Sûriya û Îraq ketine ber êrîþên tîroristî ji alê DAIÞ û Hêzên tariyê yên din, ku hebûna Miletê Kurd li ser Qada wiya dîrokî kiriye armanc û nîþan.

Bixwîne...

Daxuyanî: Beyana HNRKS bo bîranîna 117 salan li ser zayîna rojnamevaniya kurdî


Di 22 nîsanê de, 117 sal li ser bîranîna rojnameya kurdî, a bi navê ”Kurdistan”, ku zanyarê kurd Miqdad Medhet Bedirxan li Qahîre-Misir derxistibû, diqede.
Ev roj li cem hemî rojnamevan û ragehandinên kurd li Kurdistanê bûye rojeke taybet, ku bîranîna rojnameya yekê di nav xwe de bibîr tînin. Herwiha li dîroka rojnamegeriya kurdî vedigerin bê çawa ev rewþ hatiye bi pêþxistin ji wê demê ve ta bi roja îro.

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxwiyanî: vekiþandin ji rêxistinên nivîskaran


Qado Þêrîn

Ji bo ku nebim aliyek li dijî aliyên din, û ji bo ku tev li nakokî û pirsgirêkên navxweyî yên rêxistinên nivîskaran nebim, çimkî ew ne ji erk û exlaqê min e, êdî taku nebin yek ji hemû dezgeh û rêxistinên nivîskaran vedikþim û radiwestim, û ji îro û bi þûn ve nema endamê yek rêxistina nivîskara me.
Çi wexta hemû dezgeh û rêxistinên nivîskaran li Rojavayê Kurdistanê bûn yek, û nema li dijî hev derketin, ezê vegerim nav rêzên wê rêxistina yekbûyî û bi hemû hêza xwe jêre kar bikim.

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê hewla dabirandin û bi kantonkirina Þengalê


Piþtî azadkirina devera Þengalê ji aliyê hêzên Pêþmergeyên Kurdistanê û vegerana hêviyê ya ji bo xuþk û birayên Êzîdî û hewla dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ya ji bo vegerandina jiyan û aramiya li vê deverê, bi mixabinî li rêkefta 14.01.2015 taqimek bi awayeke neyasayî rabûne bi ragihandina Encûmenek bi navê Encûmena Êzîdiyên Þengalê bo ku bingehek ji bo damezrandina kantonê li vê deverê xweþ bikin.
Li vir da bi hemû aliyek radigihînîn ku ev reftare dijî daxwaza xelkê Êzîdî û hemû xelkê Kurdistane. Þengal beþekî veneqetayî ya Kurdistane û dam û dezgehên xwe yên fermî û îdariya taybeta xwe heye.

Bixwîne...

Daxuyanî: Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya kongirê xwe yî yekemîn li dardixe


Daxuyanî  
Ji bo hemû nivîskar, rewþenbîr, navend û saziyên rewþenbîrî yên kurd li hundir û li derveyî welêt re.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya kêfxweþ e we agahdar bike, ku wê kongirê xwe yî yekemîn li bajarê Qamiþlo roja 10-10-2014-an li darbixe.
Ji bo têkiliyê:
Êmêl: dilawerzengi@nefel.com
arheb@outlook.sa
Telefon: 00905438402181
       00905386072825

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyanî


Bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya, em bi dilekî xemgîn û kuldar bîranîna pakrewanên gelê Kurd yên 12-ê Avdarê di bîra xwe de tînin û kirên dijminê gelê xwe rûreþ dikin. Di roja 11-03-2014-an de, destin reþ û tundraw dirêjî þaredariya bajarê Qamiþlo hate kirin.
 Bi vî karê xwe yê terorest neh karkerên sivîl pakrewan ketin. Em bawer in, ev karên weha, tucarî nikarin viyana miletê kurd yê qehreman biþkînin û  wî ji armanc û çareserkirina pirsa wî dûr bixin. Her serkeftin ji tekoþîn û xebata gelê me re ye.

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyaniya civîna yekê ya Komîteya Kargêr a Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)


Roja yekþemê, 16.02.2014ê, Komîteya Kargêr a Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK), civîna xwe ya yekemîn li Beljîkayê li dar xist. 
Di destpêka civînê de, komîteyê, biryarên kongireya çarê ya HRRK’eyê di ber çav re derbas kir û piþt re dest bi guftûgokirina rojeva civînê kir.
 Rojeva civînê ji van xalên jêrîn pêk dihat:

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyaniyek ji Raya Giþtî re


Konê Reþ

Sebaretî çûn û vegera me a nivîskar û rewþenbîrên rojava bo beþdariyê di (Rojên Edebiyata Kurdî de li Duhokê/ Bakur- Rojava) de, dikarim bibêjim; berî çûna me a ser sînor, mamoste Hasan Silevanî serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê ez agahdar kiribûm derbarî rêka çûnê, ku bi tenê du rêk li pêþiya me hene; Pêþxabûr û Sêmalka. Çûna di Pêþxabûr re, pasport û Vîza gerek bû û ev yek gelekî zor bû..

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyanî Ji bo raya giþtî ji yekîtiya nivîskarên kurd li Sûriya


Di roja 6-11-2013-an de, þandek ji yekîtiya nivîskarên kurd û vexwendiyên dîdariya wêjeyî ya ko ji 22 nivîskaran pêk hat bi awayekî fermî ji bo çalakiya wêjeyî –Roja edebiyata kurdî ya bakur- rojava- Bi çavdêriya serokê hukûmeta herêma kurdistanê û vexwndina Yekîtiya nûserên kurd li þarê Duhokê li rêka Fêþxabûr-Sê Malka hatin vexwendin.
bi aliyê berpirsyar re hatin çêkirin (Rêvebiriya Giþtî a Peywendiya Diplomatîk a Rojavayê Kurdistanê) û ew hat agadarkirin ku navên vexwendî li beregehê Sêmalka ne. Lê ji me re hat gotin ku ew beregeh bi Herêmê re girtiye .

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyanîya serokatîya Herêma Kurdistanê li ser raporta þanda kongreya neteweyîya Kurd a derbarê Rojavayê Kurdistanê de


Peyvdarê serokatîya herêma Kurdistanê Omêd Sebah di ragihanekê de ragihand, ku li gor raporta þanda komîteya amadekar a kongreya neteweyîya Kurd bo encamdna lêkolînan li ser rewþ û bûyerên li Rojavayê Kurdistanê, girift di çespandina asayiþ û birêvebirina nawçeyên Kurdî de û nedadperwerî di dabeþkirina hevkarîyên mirovî de heye û ewe jî di encama xwesepandina yek hêzî û piþtguhxistina rêkevtinên berê yên navbera alîyan û bi taybetî jî rêkevtinnameya Hewlêrê de ye.

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxweyanî li ser bûyera Amûdê


  ev bûyerên divan rojê dawîde li herêma (rohilatî bakuî) sûriya ,ya piraniya gelê wê kurdin ji nakokiyên bê sedem , di demekêde ku welatê me pir hewcedare deverin gu cihê aramiyê û aþtiyanê be
tevî gu li vî herêmî kesin ji nejadin rengîn lê jiyan dikirin , lê bi rengekî aramî jiyan lê dibû di bin stûna parastina aþtiya gel li van devera

Bixwîne...

Daxuyanî: Daxuyanî ji Komîta amadekar ya Mihrecana helbesta kurdî li Sûriyê


Di 19-7-2012an de, komîta amadekar ya mihrecana helbesta kurdî li Sûriyê civîna xwe ya mehane li bajarê Qamiþlo li dar xist.
Di vê civînê de, danûstandin li ser karûbarê lidarxistina miherecanê hate kirin, û di vê biwarê de  hin bêþinyarên nû hatin raxistin, û hat tekezkirin ku divê mihrecana 17mîn ji her hêlê ve bi ast û þêweyekî pêþketî û þarewerî bê li dar xistin.

Bixwîne...

twitter

Helbest