Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



Helbest u pexþan: Çîroka Welatekî!



Konê Reþ

Ji berî hezar salî ve
bav û kalên me,
di nav xaka gelî, deþt û daristanan de
dijiyan..
Çiyayê Toros, Zagros û Ararat
li dor wan, ber bi asman ve bilind dibûn..

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Newroz*



Mele Ehmedê Palo

rojek nû daye der
roja kêf û þadî
kurdo bîne bawer
bome dîn û dadî
tê de kuþtî ejder
kawa kurdê madî

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Dê tu Agirdad bî.. Avdar 2004 ê serhildanê


Mizgîn Hesko

Ji buharê ta buharê
Çend binefeþ biþkivîn
Û çend nêrgiz çilmisîn...?

Çend gelawêj çirisîn
Û çend berbang fetisîn..?

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Ezbenî! Çend Xilmaþî!



Konê Re‏

Ezbenî! Gotin di dawiya ‏evê de digrîn..! Bêdengiya me, vî heyamî dilewitîne..! Ev heyamê ku em ji bo wî distirên, ew serê xwe ji me re dihejîne û di ber xwe de dibêje; pepûk..! Wa weylê..!!
Ezbenî! Her ku di rew؛a civaka xwe de diponijim, xwe himberî civakê biçûk dibînim, herwiha himberî desthilatê û maldaran zirz û tund dibim û di encam de pêwîst dibînim ku ez li rastiya civaka xwe vegerim û di derheqî civak û dîroka xwe de binivîsim..

Bixwîne...

Helbest u pexþan: RÊYA DIRÊJ



Xizan Șîlan

Tîrêjên roja berbangê di awirên min de diçirûsîn, dinya li min ronî dibû. Bayê serê sibehê rûyê min nermik nermik mizdida.
Li ser rêya dirêj û bêveger, bi gavên giran hêdî hêdî diçûm. Gêrikan li dû hev lez û bez dabûn xwe. Min gavên xwe bi baldarî diavêtin û nedixwast gêrik di bin gavên min de bimînin û bimirin.
Lê xelasbûna wan tunebû, hinek di bin lingên min de dihatin pelixandin. Ez dibûm kujerê gêrikên mesûm û hestên tawanbariyê giyanê min dagirtibû.

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Xêre ez ji helbestê hez dikim?



Ebdilmecît Þêxo

Di rojên
Bajarê xwe de
Ez piyasê dikim
Piþta min qiloç dibe
Lê ne ji ber bara  
                      Tenên zêtunê
                      Bara henaran
                      Û seleka tirî

Bixwîne...

Helbest u pexþan: S.GABARÎ ...


Zûbêr Yûsiv

Gotin bi rehetî,xuristî li ser zimên diherikîn....
Dengekî hebekî ketî bû
Lê zirz û þidyayî bû.
Ji xwe razî bû.

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Li ber derî


Mehmûd Badilî

Destê sibehê
hatim ber derîyê mala te 
wek deh kund li ser kavilê dilê min xewnd dibin
 ku tu ne bi tenha xweyî
min rûyê te 
di çavika camê de mist da
vajî dilbijandina baranê
ku di vê kêlîkê de dest pê kir hûr bibare
wisa dil bi deyax bû.
Zimanê þewitî 
bêhna sêvên weþiyayî jê tê 
sîbereke þikestî!

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Davêt Çava


Sahir Al Baedrî

Ez dîn kirim wan çava
Dîsa ez êxistime dava
Mal li min wêran kirin
Û agir berdane hinava

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Evîna Çiyayê Kurmênc (Diyarî ji bo Evîna Welat )



Hêvîn Cefer

Newroz hat Gul biþkuvîn
Deþt û zozan xemilîn
Keç û xort li hev civîn
Li ser te bûn har û dîn
Ji bo te kirin tekoþîn
Dildara min dilbirîn
Hêstirên çavan darivîn
Teqeta çogên me Efrîn

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Keniya te



Mahir Hesen

Keniya     te      caniya    te

                heyva ji nav  stêra   daket

Meþa   Te  ,naz   naziya te

                Dil li ber wê mehderê   ket

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Wek dihatin wa diçûn



Þefîq Îsa

Destevala rût û tazî
Wa dihatin ,wa dirin
Kê çi dahev ma li þûnê
Dawiya bûnê mirin
Em bi çavên xwe dibînin
Ên berî me çi birin

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Rûmeta min tî ye



Ebdilmecît Þêxo

Rûmeta min tî ye
Bîriya ava Buharê kiriye
Bîriya baweþînên darên min kiriye
Bîriya stranên dayika min
Cemîl Horo, bavê Selah  kiriye.

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Cejna evînê



Lazgîn dêrûnî

Gulfiroþa gulgerîn
Wan gula virda werîn
Min divê yek gulþirîn
Nazik û sor û bi bîn

Bixwîne...

Helbest u pexþan: GULA BEJÎ



Mihemed Hemkoçer

Keçê dilê min xemgîn e
Ji dûrbûna te ji min da
Her roj dike dilezîne
Çima dilê min te berda
Bêje ji min çi divê tu
Bidim te, ez di wê gavê
Bes ji min re nîþanke tu
Derxîne dil ji hinavê

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Ez Ne Nêçîrvan im



Gurkan Elhac

Were þox û þenga zozanê min
Netirse ahûka narîn
Nereve  kûvîka bedew
Olê min de çerm û kurk , goþtê xezala qedexe ye
Xwîna wan heram e
Bê neynik mam e

Bixwîne...

Helbest u pexþan: XWENDIN JIYAN E



Þiyar Silêman

Bixwîne, bixwîne
Xwendin jiyan e
Bixwîne, bixwîne
Xwendin giyan e
Ji bona her mirovî

Bixwîne...

Helbest u pexþan: BIYANÎ



Burhan Hesso

Û
Wê Berf
Min bide ber Baranan
Bibim Kevrê kefka Kanîkê  nezanan
Min bavêjin
Hemû hêlan,
Min najmêrin
Ne ji kan
Ne ji ne kanan

Bixwîne...

Helbest u pexþan: FELSEFA RIJÎ



Ehmed Tahir

Ji felsefa bav û kala
Em ketin çal û newala

Em fêrbûn bi xiþt û niviþt
Bi hezaran me ji hev kuþt

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Serdan


       
Dildar Aþtî

* bo zarokan

Navê min xweþ, hêvî ye
Rû wek berfa kevî ye
Gula bexçê avî ye
Dara min piþkivî ye..

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Nifir



Mihemed Hemkoçer

Kê jiyana me sar kirî
Welat talan û ar kirî
Hundir me tijî kul kirî
Xêr û xweþiyê nebîne

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Evînî desthilanîn e



Lazgin Dêrûnî


Kenê þêrîn
Ji hinguvîn
Hiþ û aqlil
Bê per firîn
Li ser dêmên gulî danîn

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Goranek bê war



Hamid Bedirxan
Wergirandin: Anahîta Hemo


Berfê li camê dide
Li qehfê min dide
Mîna goranek Çiyayî !

Bi peyvên xemgîn
Mîna þevê …
Mîna bê
Mîna goranekê hyamê berê !

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Þano



Ebdilmecît þêxo

Welat
Helbest
Dayik
Zarok
Dilber
Azadî
Roj
Bi hev re
Di pirêzeya dilê  Efrînê de
Mozexaneyekê  ava dikin

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Baranê


Mizgîn Kenan

Heyva me rêbendan e
Dewr û dor tev zuha ne
Berfanbar çû ji waran
Nehat ne berf ne baran

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Saloxên Rojava



Birahîm Mehmûd

Rojava
Rojava
Saloxên Rojava
Xakek ji demên beravêtî
Ji neqþeyek ji destxweçûyî
Zimanek ji xwe dûr ketî
Pirtûkek ji xwe bazdayî

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Tê ji avê



Lazgîn Dêrûnî

Tê ji avê
Noq ziravê
Nerm û xavê
Da silavê
Ma çi zû ez kirme davê

Bixwîne...

Helbest u pexþan: RENG



Burhan Hesso

Hebû çûkekî rengîn
Çûk ji ber bibûn xemgîn
 
-:Ê te rengên te pir in
Keskesor in  difirin

Bixwîne...

Helbest u pexþan: HEVÎR



Zagros Osman 


heman Nanpijên Dest nepak
Ji nu ve bi Xwîna Te
Hevîr distrên
wê dîsa Nan bipijin
dilê Te xweþ dikin ku Te ji Nanê Te bêpar nakin   
Kawiko pelu ne be

Bixwîne...

Helbest u pexþan: Çend zengil


 
Brahîm Mehmûd

Min ji  asîmanê welatê xwe re got:
Asîmano ji vî welatî barke
Çiko steyrikên te li ber bayekî bakur têne berdan
Te daxistin bazarek navdewletî  ya reþ
Te kor kirin kor kor
Xwe li ber çavên min hejand
Û destên xweyî steyrikvanî li ser dilê min bir û got:

Bixwîne...

twitter

Helbest