Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Diçim Lalişê

 




Ezîz Xemcivîn

Va ye diçim serdana warê pîroz

Miletê resen, dilovan û dilsoz

Mistek av ji kaniya spî vexwim

Canê xwe mor bikim bi peyman û soz


Sibeha cejnê ye, diçim Lalişê

Çi gul li bejnê ye, diçim Lalişê

Rojek ji jînê ye, diçim Lalişê

Rastiya xewnê ye, diçim Lalişê

 

Kolan bi kolan firişte û perî

Cîhana min e, ciwan û gulzerî

Ba û baran e gulava enberî

Evîna dildar, tenê ew yekderî

 

Lalişa ola kevnar, tenahî ye

Hetava li ser herdem ronahî ye

Diçim berê min li çarşema sor e

Asmanê perestgeha min sahî ye

 

16.04.2024



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark