Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



Çîrok: Laþên pînekirî


Zîlan Hemo

Min xwe dabû piþt dîwarekî ji kevirên reþên çeqmaqî, qasî min bi kerb destê xwe li dîwar quveþtibû xwînek henarî diniqutî nav her du lingên min ên ku ev sê sal in xwîn di wan de neherikiye, lêvên min dilerizin...qirika min dêþiya...dilê min bi min diþewtî bihtirî dilê min bi wî zarokê ku beriya çend rojan pêlî mayînê kirî biþewite,  wî jî weke min her du lingên xwe hûnda kiribûn lê hîna dilê xwe hûnda nekiribû.
Min digot xwezî  dema ez  weke te zarok bûma min lingê xwe hûnda bikirana , xwezî min meþ taim nekiriba, xwezî min xweþiya bazdana nav zeviyan nedîtiba, xwezî min xeyal nekira wê rojekê ez bi destê wê bigirim û di daweta xwe de serê govendê bigerînim, xwezî beriya min dilê xwe daba min her du lingên xwe ji destdabana, xwezî dilê min jî weke dilê te bi kirîna kursiya astengdariyê kêfxweþ biba, nizanim çawa dilê zarokekî pêlî mayînekê kirî dikare bi kursiyeke astengdariyê kêfxweþ bibe, wekî ku bavê wî jê re lîstokek kiriye bi kursiya xwe re dilîze û xwe ji hevalên xwe bextewartir dibîne ji ber ku kursiya wî heye û yên wan tenê pêlavên wan yên qetiyayî hene.

Bixwîne...

Çîrok: Dibistan


Reþad Þeref

Dem peyîz bû, roja min ya pêþî bû ez diçûm dibistanê, dibistana me ji sê odeyên kelpîç pêk dihat, sê odeyên hevrastî hev.Di hewþa dibistanê de, gundiyan lodên qirþ danî bûn ji bo bêxin ka û li zivistanê bidin sewalên xwe, ew lodên qirþ gelek nêzî hev bûn, kesekî bîr nedibir ko zarokek nefêm çirîskek agir bavêje li nav wan.. wê demê wê her tiþt biþewitiya tevlî dibistana me ya yekane. Her odeyekê ya dibistana me du sinf tê de hebûn, odeya me sinfa yekê û ya þeþan bû, navê mamosteyê me Feysel Ebo Rinda bû.

Bixwîne...

Çîrok: PENABERÎ


 [Ji çîrokên sînor -3]
(Serpêhatîya her penaberekî kû sînor derbaskirî ye yan jî wê rojekê derbask ê)

Lewend Dalînî

Di paþîya cemseyên leþkerî, ew tevde ber bi Nisêbîn ve birin…Nisêbîna kû weke wan di bin bandora granîya wê șeva bi çavên melûl li bendey mêvanê xwey westîyayî dima? ew șeva ku nema li wan di qedîya? di dîmahîkê de û di bin dengê reqe reqa tavên buharê û baranê kû ew tev di șûștin bi dawî dibû?, ramanên wan jî di wê rewþa bi xezeb de dîsa tevlî hev dibûn, geh șan vedidan weke tavên berqê û geh jî melûl û mest dibûn û diketin șînek kûr û bê dawî di bin bandora êþkence, êþ û jana canên wayî bê semax û bê berxwedan kû ber bi pêþerojeke bê hêvî, tarî û ne zelal ve di meþin.

Bixwîne...

Çîrok: DERMANÊ KUXIKÊ

  
 Zagros Osman

Sibehekê Bapîrê min ji xew þiyar bû mîna hemî  Sibehan dest bi sirûda kuxikê kir þun de ewî ji Dapîra min nexwest ku Çayê jibo wî deyne ser Êgir, ne weke hemî caran ku berî her tiþtî Çayê dixwest, Kalo awirek namo  li min veda hînjî min mebesta wî ji wê nerîna tûj û bi þewat nasnekiriye, ya balkêþ  ku  Kalo kenek kir ti carî wusa ne kenîya bû, ew Mêrekî tim xemgîn û bêhêvî bû ne dikniya û rênedida me ku em bikenin, lê vê carê ew ji kena dikir ku bipeqe  û destê xwe li hev dixist  û digot: Hooo weh Hooo weh kê bîra wilo dibir kurooo hûn namînin ecêmayî!

Bixwîne...

Çîrok: Xewna Bê xwedî


Alan Hemo

Zingilê demjimêrê, li ser katî 5-ê sibeha lêdixe, Cengo ji nav nivînên xwe, çeng dibe, bilez dest diavêje þerwal û dikþîne xwe, bikufteluft li odê diçe û tê, ta ko xwe ji çûnê re amede bike. Li hêwanê diya xwe li ser cilka nimêjê dibîne, pê re diaxive û dibêje: Xwedê nimêja te qebûlke yadê, ez dikim herim, îro gelek kar li ba min hene. Îro wê xwepêþandaneke mezin lidarkeve, û divê em amediyên baþ jê re bikin, hêviya diua(lavijan) ji te dikim yadê. Diya wî bidengekî berz dibêje: Alahû Ekber, (Xwedê gewre ye) nîþana erêniyê dide.

Bixwîne...

Çîrok: Palte û dar


((dibê ku riyek din çêtir hebê .. lê bigerin))
Edîson
 
Dîtin ku yek darekê dibrê
vêre gotin: çima?
bersiv da: ji ber ku min li cem wê palte dît.
jê pirsîn: ma te nikarî pê xendekek bikola da ku av têra bighîþta koka darê?
got: dibû.

Bixwîne...

Çîrok: Ji Vî Welatî Dernakevim


Vejîna Kurd
 
Rojê bersiva xwe ji pirsên avahiyên bêdeng û bajarê xulmaþbûyî re dadimalî, û þevê hêdî hêdî konê xwe yê tarî vedigirt. Di odeyeke biçûk de ku tenê textek, masek, du piyal û çar dîwarên tazî dinalîn, Þiyarê bîstûçar salî xwe li ser têxt dirêj kiribû û bi piyala êþên temendirêj diponijî. Di xwelîdankeke hesinî de termên cixareyên rêzkirî baweriya mirov bi jiyanê avêtibûn piþt xwe, li ser masê mûmek mîna dilê evîndarekî dilguvaþtî diçûrisî, û li aliyê din jî pênûseke ku ji nalîna tîp û bêjeyan westiyabû û lênûseke ku di hindur xwe de çîroka evîniyeke bê dawî tomar kiribû, hebûn. Li her êvarekê Þiyêr xwe mîna nasikekî bi ser rûpelên lênûsê de xwar dikir û hestên xwe yên têrêþ û çîroka evîniya xwe ya bêdawî li ser xêz dikirin.

Bixwîne...

Çîrok: Dûnyaya Bozo


Dr.Cuwan Heqi
 
(Balkêþî: Di vê çêrokê de ezê gotinên jargon, qelew, gotinê sûkê û yên wek sixêfan, bikar bînim û herweha bi gotinan bilehîzim.
Sedema vê yekê ew e da ku ew gotin bibin wek ”xwê û buxaratên” vê çêrokê.
Ji ber vê yekê di pêþiyê de efûya xwe dixwazim.)

Bixwîne...

Çîrok: KURDO Û SOLPAQIJKAR


Merwan Berekat
 
Bêkariyê û gera li kolanên ew bajarê avahîbilind demên wî bê haydarî di zikê xwe de winda dikirin, û carina ji bandora bîranînên welêt wî riya mal þaþ dikir. Erê.. ew bajarê ewropî pir xweþ e, lê mabûna wî li wir þaþ e. Çima çû, koç kir, revî, doza regezxweziyê dike…… Pir kes bersivê dizanin, lê carina tirs dihêle ku bersiv di berîkên mejû de birizin.
Li danê piþt nîvro, li kolana nimre ``24`` ji meþa pir kabên Kurdo sist bûbûn, qatek toz li solên wî yên kevnar girtibû, û rengê wan guhartibû. Çûkên zikê Kurdo hawara birçîbûnê dikirin, di ber wan hawaran re wêneyê dêpîra wî û þîvên wê yên xweþ dibûn kesreke kûûûr û ew di xeyalê de radigerandin.

Bixwîne...

Çîrok: Biznok


Reþad Þeref
 
Bizinek ji keriyê pez ma li çolê, wê çi bike çi nake, ji xwe re xaniyek avakir û têde jiya.
Piþtî demekê du karik jê re çêbûn, navê yekê xiste Þeng û navê yan din xiste Peng.
Herdu karikan gelekî ji hev hezdikirin û gelkî ji diya xwe jî hezdikirin û diya wan jî zehf ji wan hezdikir û li ser wan ditirsiya!

Bixwîne...

Çîrok: Qurf (kurte çêrok)


Welîd Me`mo
   
Memo pala xwe çinî û bi dumahí kir , û sapê xwe kiþand ser bêderan , þixrecíyên wî jî kirîfbûn .
her yekî ji wana cihêrek yan dudu vêra hebûn .
di ber þixran re karê qurfê dikirin ,
seriyên  cehe û genim yên bi rê de weþîne ji xwe re biref dikirin û dixistin cihêrên xwe .
Memo , li dawiya rojê hat ser bêdera , çavên wí li cihêrên kirîfan ketin , dît ew miþtin ji seriyên dexlê .

Bixwîne...

Çîrok: PENABERÎ


[Ji çîrokên sînor -3]
(Serpêhatîya her penaberekî kû sînor derbaskirî ye yan jî wê rojekê derbask ê)
 
Lewend Dalînî

Di paþîya cemseyên leþkerî, ew tevde ber bi Nisêbîn ve birin…Nisêbîna kû weke wan di bin bandora granîya wê șeva bi çavên melûl li bendey mêvanê xwey wesîyayî dima? ew șeva ku nema li wan di qedîya? Di dîmahîkê de û di bin dengê reqe reqa tavên buharê û baranê kû ew tev di șûștin bi dîmahîk dibû?, ramanên wan jî di wê rewþa bi xezeb de dîsa tevlî hev dibûn, geh șan vedidan weke tavên berqê û geh jî melûl û mest dibûn û diketin șînek kûr û bê dawî di bin bandora êþkenc, êþ û jana canên wayî bê semax û bê berxwedan kû ber bi pêþerojeke bê hêvî, tarî û ne zelal ve di meþîn.

Bixwîne...

Çîrok: Hecî Rovî


Lazgîn Dêrûnî
 
Rovîkek hebû li derdora Gundekî ,demek bi ser de hat nêçîra wî kêm bû û gelekî biçî bû ,halê wî nexweþ bû,Rovî fikirî wê çi bike da ku xwe ji mirinê biparêze, pîlanek hat bîra wî ,bilez rabû û berê xwe da gund ,rastî Dîkekî hat ,Dîk jêre got:xêre tu dilezînê Rovî?Rovî lê vegerand got:bêje min Hecî Rovî,Dîk got:ma tu çûyî Hecê?Rovî got na lê berê min li Hecê ye,Dîk got:ma tu min jî bi xwe re nabê Hecê?Rovî bilez lê vegerand û got:ji xwe ez li hevalekî wek te digerim ku bi min re bibê heval ,de fermo were em herin.

Bixwîne...

Çîrok: Hevdîtinek li Ezmên


Reþad þeref

Xelk û alem, miletekî zehf, mirov, malbat, dost û heval, hemî hazir bûn..!
Ew di nav mede bû, her kes bi kêf bû. Her yekî þadbûna xwe diyarî yê din dikir.
gernijîna wî nedvemirî, bi her kesî re dikenî  û silav li her kesî dikir û hezkirina xwe ji wan re dida xuyanî kirin.
 Ez bi yek xoleyê jî, jê dûr nebûm, min bê sînor bêriya wî kiribû. Ez hestyarbûm ew ilaleta xelkê hemî di hestên xwe de wekî minin. Carna min di dilê xwe de digot, mane em jibo xemgîniyekî civyane.. Çira em ewqas bikêfin .. !?

Bixwîne...

Çîrok: EZ Û EBDILQADIR GEYLANÎ


Salih Bozan

Dihunî, ez di daristanê de dimeþiyam. Kes xeyne min di daristanê de tinebû. Ji dûr ve qeratiyek(kesek) xewinî. Ew berve min dihat. Gava nêzikî min bû, min dî bi cubbeyekê ye, fûteyeke keske li sêriye, soleke sor di nigan de ye, çoyekî qasî bejina wî di dest de ye. Gihîþte min û got:

Bixwîne...

Çîrok: Mêraniya Derwêþ (çîrokek gelêrî)


Reþad þeref

Navê Derwêþ û mîraniya wî li her çar hêlên cezîra botan ke û deng da!
Mîr dibihîst ko navê Derwêþ li ser her zimanî ye, li xweþa wî nehat! Þand li dûv Derwêþ..!
Derwêþê me berê xwe da dîwana mîr, gelek pirs û guman di serê wî de diçûn û dihatin..!
Derwêþ ket hundurê koçkê li pêþiya mîr rawestiya, xelkên civatê, sehwê serê wan girt, û zûq û zeloq lê nerîn, nizanin ne xêre.. ne þere..!

Bixwîne...

Çîrok: Kanî


Mûsa Qulîkî Mîlan

Hela tîrêjên tavê serê xwe li ber bejna çiyê ra dernexistibûn û sura sibê weke kêr û gûzanan sûretên merivan diheriþand ku, Seyro mîna her rojên xwedê cêrê avê da ser milê xwe; bi lez û bez ber bi kaniyê birêket. Lê xwedê xirab bike kaniya gundê wan! Riya koçekê ji gund dûr bû. Him jî te digot qey kevir û kuçikên xwedê li ser wê riyê da barîne. Seyroya qijik bona ku zû vegere mal heta çêlekê bidoþe û taþtê di mêrê xwe ra hazir bike, hinekî gavên xwe zû zû avît.

Bixwîne...

Çîrok: Gulê û Mele*


Reþad Þeref

Dibêjin li herêma botan mirovek hebû tu ked jê nedihat, navê jina wî Gulê bû. Zarwên wî gelek bûn, rojekê jina wî bi xeyd jêre got: Tu çû kar û barî nakî, zarwên me birçîne, tazîne, nema çavên me bi xelkê ve radibe!
 Mêrik bi enir got: Ma ezê çi karî bikim tu dizanî  çu karên zehmet û giran ji min nayê!
Gulê got: va melayê gundê me nemaye, hema bibe mele!
Mêrik ne xwendiye û nejî sofîtî kiriye, lê hema karekî  hesan û rehete pê qayîl bû ko bibe mele. Roja din çû odeya mîr û got: Mîrê min melayê gundê me nemaye, eger tu destûra min bidî ezê bibim mele!

Bixwîne...

Çîrok: Birîna Pîrê


Paþa Amedî

Min ne dixwest ku di vê quncika xwe de; vê çîroka jiyayî biweþînim lê ji ber ku min vê girîng dît ez vê diweþînîm.

Jinebiyek bi neçarî û feqîrtiya xwe bi karên gundiyan debara xwe dike, zarokên xwe mezin dike. Ku zarokên wê gihîþtin, ku karen bajarî ji wan tê, pîrê zarokên xwe civand û ji wan re dibêje: “Zarokno, fikrekî min heye ku hûn jî pipejrînin, em ji gund derkevin, herin bajarê Diyarbekirê, dibêjin ‘Diyarbekir, cihê zengîn û feqîran e, her kes xwe tê de xwedî dike û bi rehetî jiyana xwe dewam dike’  hûn dibêjin çi?” Zarokên wê tev jî dibêjin: “Dibe, dayê, çima nabe, jixwe erd û zeviyên me tunin, em li ber destê xelkê diþxulin…

Bixwîne...

Çîrok: Du serî di beroþekê de na kelin


Dilovan çeto

Remo bi roj ava re derbasî gund bû ,li paþ xwe pez û kûçikê xwe di nav toz û dûmanê de hiþtibûn,xwe ji ser piþta kerê avêt û bi fîkan dinê li pez vegeriya,bû hore hora wî û bi virde bazda,bi wirde  bazda û ew jî di nava tozê de wenda bû ,lê remo matmayî ma û di nava xwe de di got:Gelo çi qewimiye?!Çima gundî ne hatin pêþya  pezê xwe mîna her car!
Pez li nava malan bela wela bûn û kerê remo jî li pêþya wî çûbû mal û reþahiyê hêdî hêdî perda xwe berda ser malan.
Remo û piþtî ku pez  li nava gund bela bû ,berê xwe da mal û bersiva pirsa wî ma kulek di dilê wî de.

Bixwîne...

Çîrok: Ji bîranînên ACANSA DENGÛBASÊN AMÛDÊ


Lewend Dalînî

Îro roja  08/09/2013 Emerîka biryar daye ku êrîþekê bidê li ser çekê Kîmyawî ên rêcîma Sûrî û wê wêranbikê!!??.
Di van rojên dîrokî de, ku herkes mat mayî maye? û li bendeyî; ka wê çi çêbibê û çi çênabê!!??. 
Li Amûd ê çend zilamên temen orte ku jiyanê tevî bi çerxîyekî nakirin;  lê mêrika kurdperwerin û sîyasetmedarin; ew jî; piþtî qedeha diduwan!!??  Maze û Eraqa xwe birin û êvarê li cihekî bakurî bajêr rûniþtin; dest bi vexwarinê kirin û hin bi hin rewþa welat bihevre þîrovekirin!!!!???:

Bixwîne...

Çîrok: Masiyên Soplaxê


Dr. Mehmûd Ebas

Rûpelek ji rojneme ya min…
Havîne, roj  li nîvro ye,  agir dibarê, erda Nisran û axa wê sincirîne, gundî di malê xwe de ne,  ji xeyirî hin zarokên wek me ên ku li ber sihe camiyê bi xara dilayizin. Deme ku  sih neme, ber çemê Soplaxê, di bin darê li ber qeraxa wê de, çihê herî xweþe ji me re. Li wir, em di karin deme xwe derbaskên, sobe bikin di Gola Xalîlo de; masiyan bigrin û li nav dara nêçîra çûkan bikin, û wa bihevre bibrêjin, li ber çem ava sar û zelal ji çavkehniyan vexwin.

Bixwîne...

Çîrok: Ma Min çi Jêye


Reþad Þeref

Di beriya sewêdyê de, du rûvî li pêrgî hev hatin. Þim û þim ji bin lingên wan dihat. Ji hev derbasbûn, cardin li hev zîvirîn. Yek nêrbû û ya din mêbû, dilê wan pijiya hevdû. Yê nêr pirskir: Dotmam navê te çiye?
Got: Navê min Qerê ye.
Wey nav li dinê be, yê nêr got!
Qerê bi nazdarî pirskir: Pismam ma nave te çiye?
Ewî kevilê xwe tejîkir û got: Navê min kelo ye! Qerê, terqînî pêket û keniya!

Bixwîne...

Çîrok: Xewna Penaberiyê


Reþad Þeref

Rebeno, nema çavên wî bi jina wîve dirabûn! Jinê digot: Xwelî li serê min be, ma min jî mêr heye? Mala minê! Mêr jî hene û mêrkok jî hene, hevalên min yek jî li vî welatê gemar nemaye. Eyþo keça þivên bû wa li swêsra ye, Gurcê li elmanya ye, Þefê li swêde..bi pera dilîzin!
Ev çîroka Gewrê bû, sibe, nîvro û êvarî. Mêrê wê got: gewrê ez destên te maçdikim, lingên te maçdikim ez gorî û qurbana teme, bes van çîrokan bibêje, Keçê ev xakea bav û bapîrên me, kevir bi kevir, kuç bi kuç bi xwîna xwe paqijkirîn û axa bi xwedana xwe strayîn..

Bixwîne...

Çîrok: PENABERÎ


 [Ji çîrokên sînor -2]
(Serpêhatîya her penaberekî kû sînor derbaskirî ye yan jî wê rojekê derbask ê)

Lewend Dalînî

Katjimêr 8ê êvarê bi dema Qamiþlo, þevek ji ên Sibata 2014an…., ê rêzan kû berî zêdey sih salî û hîna di temenê xwe ê xortanî de qaçax çî bû di sînorê serxet û binxetê de, ew û xortên xwe rêzanîya derbasbûna penaberên kû sînor bi qaçaxî derbasdikin; îro bûne rêzanên wan?.

Bixwîne...

Çîrok: Lerzandinek Havînî


Reþad Þeref

Wê þeva havînê dema ezmûnên giþtî yên dibistanê bû, ba ne dilivî, bajar tev kerbû. Ez ji derveyî malê bûm, li rexê din yê kolanê li bin darekî têlê rûniþtî bûm. Pirtûkek di destê minde bû, min xwe amadedikir ji bo mijara dawî ya ezmûne yê. Libên pêþiyan xwe diavêtin li ser deverên tazî ji laþê min, carna aletirîk divemirî û vêdiket moralê min þêlo dikir, bi taybetî roja çûyî min di ezmûnê de xoleyên xirab bi dest xistibû. Ji kêmbûna xewê ez li ser masê diponijîm. Zêrevan pirê caran ez agahdar dikirim û digot: Ma qey te berxik birîne þevînê tu wusa xeware yî!

Bixwîne...

Çîrok: Guman


Reþad þeref / Swêsra

Xunav piçûktirîn zaroka dê û bavê xwe bû. Çavekî diya wê li wê bû û çavê din li herpênc zarokên din bû, esmer û çavreþ bû. Mezinbûna çavên wê þerîniyek hungivînî li ser ruwê wê dirijand, ne wekî xwîþk û birayên xwe gewr û porzer, kal û tehl bû.
dema temenê wê giha þeþ salan bi bez xwe avête himêza bavê xwe, jê xwest ko qelem, defter û cilên dibistanê jêre bikire. Bavê wê awirên xwe jê guherîn da rondikên di çavên wî de nebûne.

Bixwîne...

Çîrok: bi xêrhatî axa


Wehîd Keleþ

  gelî gundiyan îro axa mêvanê me ye divê em bi karê pêþwaziya wî rabin 

Elo wesa digot : divê em li xweþtirîn cih wî deynin

 û em jê re bidin xûyakirin ,hîn tu axayî , û tiþtek nehatiye guhertin ,û hîn  gotina te li cem me pir  buhaye , û divê bizanê em bê wî mirîne û pariya nanê me dixwar jî ji qenciya destê wî bû , ew bav û birayê me bû

Bixwîne...

Çîrok: Dîlana Miþkan


Reþad Þeref

Hebû, tunebû, demê berê þkeftek tarî û kûr. Miþkekî maldar lê dijiya, keçek rind û ciwan hebû bi navê Xecê. Ewî û jina xwe pir jê hezdikirin..çavek li dinê û yek li keça wan. Rojekê Miþko ji pîrejina xwere got: Keçê..! Mane keça me Xecê bûye ya mêra, ew bixwe gelekî rind û nazdare, gelekî spehî ye. Divê gewretirîn kes hebe em keça xwe lê mehir bikin û bihevre bizewicin!.
Pîrejinê serê xwe hejand û got: Baþe..baþe,lê kî wusa hêjaye ko bibe zavayê me?

Bixwîne...

Çîrok: Kurên Gelê


Merwan Berekat

Gelo ji malbateke bi kok, resen û dewlemend bû, lê felekê destarê xwe çep li wî gerand, û ew xizan û perîþan kir, ne tenê wisa, lê belê çend zarokên wî hebûn, wan beden revandibûn, pir jî dipeyivîn, lê tev bê kar û her yekî jî digot ez. Ji wê xirabtir, dema ku ew di bin banekî de ligel hev rûdiniþtin, ji galelala wan, Gelo û cîranan pembo dixistin guhên xwe. Çiqas Gelo bi ser wan de dikere qîreqîr.. hêlelêl û dibasiya, lê bin guhê wan jî xuh nedidan.

Bixwîne...

twitter

Helbest