|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Diyalog…alava birêvebirina hemerengiya civakê |
Ebdilbaqî ElîPirjimarî ȗ hemerengî wek xemleke civakî çawa tê birêvebirin? Gelo ger ku cîhan birengekî tenê ba wê çawa bihate dîtin? Ger mirov bi yek regez ,yek reng ,yek ol ,ȗ yek ziman ba wê jiyan çawe birêve biçwane? Komelgeh ȗ civak lașekî mezin ,fereh ȗ têkele ,mirov ,teba ,balinde , ȗ her tiștê zindî ,xwedan can ȗ dijî bi du regezan ( nêr ȗ mê ) çêbȗne. |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Ziman, ziman û ziman |
Tengezar MarînîTiþtek di zimên de heye, pir seyr e, ew jî eve: dema mirov li welatê xerîbiyê, rastî dengên zimanê xwe tê, yekser li dor xwe dinere û ber bi wî mirovî ve diçe. Mîna yekî pêbawer xwe nêzîkî xwedanê wî dengî dike. Ziman ji mejî û hiþ re girintir e ji giringiya roniyê û dîtbîniyê ji çev re. Zimanzanekî elman î bi navbang, Wilhelm von Humboldt (1768-1835) dibêje: "Welatê rastteqîne ziman e. Ew bêrîkirin diyar dike". Ziman, hem mal e, nasname ye, hebûn e û dil e. Em dinerin, êrîþa li dijî kurdan bi sivikatiya bi zimanê wan dest pê dike. Bizava zimanjibîrkirinê bi metodên zanistî û plankirî têne bi rê ve birin. |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Lazgînê DêrûnîBilbilê wek min dinalî derd û kul Tek dijî tu bê heval û bax û gul Ka dilê þadî gelo ka ew fîxan Ez dizanim kû li me gerya zeman Dem û dewran pir gerandin liv û ger Çerxekê em dûr revandin derbider |
Bixwîne... Helbest u pexþan |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Ji Îngilîzî: Çiya KurdTEBAXNe girîng e ku lêvên min nîgarkirina dengdêrên navê te bêyî ku bersivekê werbigirin berdewam bikin. Ne jî girîng e ku serê tiliyên min daxwaze daketina ser çermê te berdewam bikin. Pir dûr e… |
Bixwîne... Helbest u pexþan |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Þêrîn Saado –parisMîna zarokekî li ser þîr Bihna dayika xwe Bi zîzî Di pelînim Ta ku di hêlîna Himbêza wê de Binivim ... |
Bixwîne... Helbest u pexþan |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Mizgîn HeskoJi temenê kulîlkan Hîn jî spêdeyek Rê û rêwan Hîn jî avrêl in...! Çend bîstikên din Û di xirecira bihara navîn de Tiliyên keskesorê Perwane vêdixînim...! Dem û dewr Hîn jî elind e Pêkên... Ku hogirî dilê siruþtê bûne Û tevî têlên rêsayî Û pencên êþê Bifirê dixînim...! |
Bixwîne... Helbest u pexþan |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nûçe: Spasî û pesin ji Malbata Cegerxwîn |
Bi navê xwe, wek keça helbestvanê kurd (Cegerxwîn). Ez li ser navê malbat, nevî û neviyên wî ji dil û can spasiyên xwe pêþkêþî kurdperweran dikim. Keç û lawên gelê me yê Kurd, li welat, li parçeyên Kurdistanê û li Derveyî Welat, yên ku wek yek Destî li pêþberî heqaretên bi qestî yên li dijî helbestvanê Kurd Cegerxwîn rawestiyan, ku tevahiya jiyana xwe ji bo doza netewa xwe û gelê xwe di bin nîrê koçberiyê û sirgûnê de ma û li derveyî welatê xwe rawestiya. Ji ber vê yekê me hest bi wê yekê kir ku malbata me mezin e, ji ber ku hemû mirovên birûmet ên gelê me xwiþk û bira ne. Tiþtê ku me êþand, tiþta ku hat serê me û yek ji sembolên tekoþîna Kurd û tekoþîna Kurdewarî bû berteka ku ev hemû bersivek bû ji bo kesên ku dixwestin yek ji tavên me yên Kurdî bixin û hewla vemirandinê bidin. Ev yek ji bo wan ne mimkûn e, ji ber ku gelê me yê Kurd dizane ku kî ye sedemên paþverûtiya wan û kî ne yên ku hebûn, rûmet û serbilindiya wî diparêzin. |
Bixwîne... Nûçe |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gurgan Elhac Xewne ev yan ez þiyar im?! Çûye payiz hat bihar im Nav binefþ û bin nizar im Nav bihiþtek av û dar im Nav gulîstan û parêz im Nirgiza min li hembêz im Li ber bejnek xeml û xêz im Li ber mêrg û dêm hinar im |
Bixwîne... Helbest u pexþan |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Ulrike Draesner/ Ulrîkê DrêznerWergerandin ji Elmanî: Tengezar Marînî
Mîna ronahiyê Kelehên di derzên þkeftan de ronahî diherike nav þaneyan Lê, tu li kû? Derya têra xwe bi humûgum e. |
Bixwîne... werger |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Brahîm MehmûdSilava sibêde Dikeve êvarê Êvar di xew re diçe Bang li xwe dixîne Dest kete xeyalekî Aso lêhate girtin Qûnax lihevket Dil kêferatkir |
Bixwîne... Helbest u pexþan |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Rûxweþê ZîvarEfrîn dengê perzer û bilbila ye Bîna binefþ û nêrgiz û gula ye Bax û buhiþt û bihara dila ye Derman û melhema derd û kula ye ********* Efrîn Kawayê leheng û Newroz e Xwedî nirxên dewlemend û pîroz e Bayê xweþ û zîz û pak û bê toz e Vîn û jîna keç û xortên dilsoz e |
Bixwîne... Helbest u pexþan |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nûçe: Ahenga imzekirina romana (Zabêl Ez Ermenî Me) |
Dostên hêja: Yekemîn ahenga navîþkkirina pirtûka min (Zabêl Ez Ermenî Me!) dê li bajarê Bad Fallingbostel lidar bikeve, ya/ê ko bixwaze amade bibe, bi hatina we ez ê pir kêfxweþ bibim. Li navenda Yekîtiya (Mala) Êzdiyên Heidekreis Oerbker Berg 6, 29683 Bad Fallingbostel |
Bixwîne... Nûçe |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Çirûskin Ji Ramanên Osman Sebrî |
Rûxweþê ZîvarEger em hiþê kurdî di dîroka kevn û nû de têxin bin hûrbîneke çavgeþ, emê bibînin ku ``Osman Sebrî`` ne tenê xebatkarekî mêrax û torevanekî dilêr bû, lêbelê, ew ramangîrekî sebirxwe û azaser bû jî û yên wek wî di warê ramanê de bi wêrekî nivîsandine di dîroka me de pir hindikin. Vaye dema ku piran ji me, ger em nebêjin me tevan, hiþên xwe li pirêzên xelkê bê pirs û guman diçêrandin û yê tevî jîr ji me, þerê kolegîriya kesan dikir, hîngê, erê hîngê di wê rewþa kambax û tarî de, Osman Sebrî ne tenê bi xurtî þerê kolegîriya ji kesan re dikir,lêbelê, wî bê dudilî þerê kolegîriya ji ramanan re jî dikir, digot``raste, dema kolîdar ji welatê me bi derkevin, welat serxwe dibe, lê kurd aza nabin, azadiya gelekî bi xelasbûna wî ji kolegîriya ramanên biyanî ye``. |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Brahîm MehmûdDema ji te re dibêjim Ku ez hejtedikim Wate ew e ku tu temenekî ciwanî ku ez temenekî derbasbûyî me ku di navbera me de temenekî dirêj hey |
Bixwîne... Helbest u pexþan |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Alan HemoIII Ku qala te tê kirin Nizanim çima ji xwe re dibêjim: Gereke ez li dor xwe binêrim Herî tirs ji bîra min çû ye Mejiyê min kar nake ku bitirsim Tirs karê mejîye! |
Bixwîne... Helbest u pexþan |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Xemgîn RemoEz ne poþmanim Ku min rîsê dilîniya Bi teþiya evîna te diristin Û mirîdê du çavên te bûm Ey þêxa vînê ..... Di cîhanek mijokî de Hevendekî gandêre Di kûr geliyên bi saw de Þopdar û bîndarê miska te bûm Te jî bi tîrên xwe Her xwîn dirjand ji birînê ... |
Bixwîne... Helbest u pexþan |
|
|
|
|
|
|
|
|