Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Aþopên bêdengiyê û bêdengiya ku deng e !

 



Mizgîn Hesko

Bêdengî...
Deng e !
Û tenêtiya bi hilma
Kulîlkên bêdengiyê
Tije...
Mey û beng e!


Bêdengî...
Deng e !
Ne sazketî
Û çikiyaye...
Dilê stêreke
Ku ji asîmanê xwe xurcî
Li nihêniyê bê ser û ber
Çirawîskên ku bûne
Belgên asemînan
Û li rêgehên tarîbûnê
Û bîna ku
Spî, spî rijiyaye !

Xarên...
Ku di gewiriya ristê de
Helawistî !
Û bêdeng
Ji keskahiya dilên
Hostayên ciwankariyê
Û destên bê tilî
Ku þûþeya þevê
Berhev dikin...?!


Û Bêdengî...
Tabloya xemilîn
Û nîþanber e
Bi þêwekarî
Tiliyên ducanî
Li ser henaseyên rêyan
Û keviyên daristanê
Berbangê
Nîgar dikin...?!


Û Bêdengî...
Deng e!
Bi tena serê xwe
Di cengê de
Huner û ceng e !


Êdî xuþîna daristanê
Nabihîzim
Axa ku daran
Di himêza xwe de
Hildigire
Bang û olan dide
Û nalîna bêdengiyê
Ya can û þeng e !


Û Bêdengî...
Leþkerê rojê giran
Bê þûr û mertal e !
Di kûrahiya bejnên westiyayî de
Þervan...
Û namzadê
Kubar û herî þepal e !

Û ev can têkçûyî
Û bêdengî...
Ne têkçûn e
Ne dilsarî ye
Lê mijûlbûn e !

Dilê ku hînî
Peyala bêxewiyê bûye
Aþop...
Tarîgeh...
Û bêdengî...
Ron û þemal e !


Û pêlên...
Ku beravan
Dagirtî xirecir dikin
Û hêrsa...
Ku qeyikên biçûk
Dadiqurtîne...
Pêlên bê hedan
Û hêrsa ...
Ku ji sînga latan dixwe
Û kirasekî din
Li heyînê dikin !

Pêlên...
Ku êdî li wir
Naçikin
Lê hino, hino
Ber û paþ ve
Vedigerin
Û herî dawî
Hêmin û aram
Dubare
Radikevin !

Pêlên bêdengiyê ne
Û ne xemgîniya dizek e
Ku hiþ û giyanê
Dide bager û talanê
Û tiliyên bêdengiyê
Siherebaz in !
Me þilfî, tazî
Tavêje
Davên sirê
Û herikîna baranê !

Û Bêdengî...
Hêzbûn
Û ne têkçûn e
Bi nazikî
Dêmên Gulan
Dibiþirîne
Û Bêdengî...
Bext
Û bextewarî ye
Di çavan de diçirise
Û hin caran
Wan dide
Þabûna giriyanê !


Û Bêdengî...
Ne ker
Û ne jî lal e
Hela xwe ji kenarên gulên sorî, tarî
Bidin alî
Ravekirina bêdeng
Û kesixandina biþkojên peyvê
Karê min e !
Vekolana
Xalên razber
Barê min e !

25. Rêbendan 2022.

………………………………………………………………………………………………


•Ji Surperiya zîvê sihirdar. Avdar 2022. SerSera. Berlin.
  Havîn 2023. weþanên NA. Izmîr


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark