Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Elegez di dîroka Giyanasî û Mêþ û Mûr de

 


Þîlan Doskî

Elegez(Camuþvana Mezin) navê gundekî Ermenistanê ye. Akinciyên wê ku Kurdên bi ola xwe Êzdî ne di salên 1877-1878an di dema þerê Rûs û Tirkiyê de miþextî Ermenistanê bûne. 
 Giyanasê Rûsî, Tzvelev, Nikolai Nikolaievich(z. 31 Çile (li gorî pasaportê 3ê reþemehê)sala 1925an li Tambov – m. 19 tîrmeha 2015an li Sankt Petersburg)kulîlkek bi navê zanistî yê Linaria kurdica var. alagezica Tzvelev.(Benzerik/Bengzerika Elegezê)tomarkirî ye. Danheva giyayê wê di 15ê gilavêja sala 1932an li herêma Elegezê ji hêla E.Bush & N.Bush bûye.


 Ev nav sala 2006an di nûçeyên birêkûpêk yên Nebatên bilind Moskow, Lênîngrad (Novosti Sist. Wysch. Rast. 38: 219.) de hatiye weþandin. Ev nav hevwateya navê zanistî yê Linaria kurdica Boiss. & Hohen.(Benzerika Kurdî (Bengzerik))û navekî pejirandî di dîroka giyanasiyê de û di lîsteya navên zanistî yên dar, gul û giyayên Kurdistanê cih digire.
Giyanas Tzvelev giyayek din jî bi navê zanistî yê Stipa pulcherrima var. alagezica Tzvelev. (Ormix/Palaxa Elegezê)tomarkirî ye ku ev nav jî di kurtiya Flora Kafkasyayê(Konspekt Fl. Kavkaza)de hatiye weþandin û danheva giyayê wê di 20ê gilavêja sala 1932an li çiyayê Elegez di bilindahiya 1900m., de bûye. Ev nav hevwateya navê zanistî yê pejirandî Stipa pulcherrima K.Koch. e ku di dîroka giyanasiyê de du nav bi navê Elegez ji hêla giyanas Tzvelev ve hatine tomarkirin.
Di cîhana Mêþ û Mûr an de malbateke piçûk a Mêþan bi navê Athericidae heye ku bi navê Mêþên avê tên naskirin. Cureyê Atherix alagezica Paramonov. ji evê malbatê ye ku navê wê Mêþa Elegezê ye ku ev nav ji hêla Pispor û Mêþ û Mûrnasê Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst û Awistralya  Sêrgê Cak Paramonov(Sergey Jacques Paramonov z.4 mijdara 1894an li Xarkêv- Ûkraynayê –m. 22 rezbera 1967an li Kanberra- Awistralya) ve hatiye tomarkirin. Ev nav sala 1926an di Soc. Entom. (Parçeyên ji bo naskirina heywanan) de hatiya weþandin.

31.12.2023


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark