Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Daxuyanî ji civîna Yekem a Komîta Navendî ya Partiya Pêþverû

 


Di dîroka / 13 / 12 / 2023an de komîta navendî ya ku ji kongirê Þazdemîn a "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê" hatiye hilbijartin civîna xwe ya Yekem li darxist.
Civîn di heyameke hevaltî û bi berpirsiyariyeke bilind karnameya karê xwe gotûbêj kir û ev xal li xwe girtin :
- Pêþindana biryarên kongir û gotobêjkirina wê di pêþketin û pêþxistina karê rêxistinî di hundir desteyên partîzanî de , û li gor resenên rêxistinî û pirensîbên dîmoqratî yên ku tizûka navxweyî û biryarên kongir pesend kirine.
Herwiha tekezî li ser regezên lêpirsînê hate kirin ji bo parastina partiyê ji diyardeyên neyênî yên ziyanê dighînin rêxistinê û rewabûna partîzanî.


- Gotûbêjkirina mîkanizmên sazkirina nivîsgeh û desteyên partîzanî di nav komîta navendî de li gor pêþhat û pêþketinên vê demê.
- Hilbijartina sekreterê partiyê û cîgirê wî li gor tizûka navxweyî ya ku kongirê Þazdemîn pesend kiriye.
Di vê çarçewê de mezintirîn endamê komîta navendî ya partiya me heval Umer Cefer serokatiya civînê kir û civîn bi rêve bir , di destpêka gotina xwe de xêrhatina hevalan û pîrozbahiya wan kir ku baweriya kongir standin ji serkirdayetya partiyê re.
Piþtre gotûbêjeke dirêj di derbarê mîkanizmên karê rêxistinî de hate kirin ji bo pêþxistina xebata partîzanî li gor pêþhat û pêþketinên di vê qûnaxê de da ku karibe li hember astengiyên ku li hember gelê me û tevgera wî ya rêzanî raweste , herwiha civîn li ser belavkirina karûbarên di nav komîta navendî de rawestiya , û tekez kir ku kar were kirin wek giropek yekbûyî bo cîbicîkirina pirensîbên karê pirjimarî di nav desteyên partiyê de..
Di vê civînê de endamên komîta navendî regeza hilbijartina sekreterê partiyê û cîgirê wî pêþinyar kirin lê xebatkarê cefakêþ hevalê dilsoz Mamoste Ehmed Silêman û bi hesteke bilind ji berpirsiyariyê û bi giyanekî hevalane dest da heval Ehmed Berekat û got :  Diktor Ehmed Berekat sekreterê partiya me ye û ez jî cîgirê wî me , ev helwesta dilêr û hiþmend ji  mamoste Ehmed Silêman bû ciyê serbilindî , rêzgirtin û kêfxweþiya hemû hevalên endamên komîta navendî.
Di dawiyê de civînê biryar da ku komîta navendî karên xwe berdewam bike di sazkirina nivîsgehên xwe de li gor tizûka navxweyî.

13 / 12 / 2023 Z - 2635 K

Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark