Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ez û Hunermend Mihemed Elî Şakir 1946 - 2020

 


 Konê Reş

  Ji mêj ve, min Mihemed Elî Şakir wek helbestvan, awazjen û hunermend nas dikir.. Nexasim bi gotinên strana (Zeynebê û Rêwiyo), yên ku birayê wî hunermend Mehmûd Ezîz Şakir kiribûn stran û digotin..  Mihemed Elî Şakir yê ku ji sala 1968an de dest bi hunandina helbestê û awazjeniyê kiriye, ji 100î 90 ji stranên birayê wî Muhmûd Ezîz ji gotin û awazên wî ne.. Wî dor 265 helbest nivîsandine û bi awazjen kirine.. weha jî min ew wek hunermendekî wênekêşiyê jî di rêka tabloya wî (Bêrîvanê) de nas dikir..


  Sal derbas dibûn û dostaniya me dirêj dikir.. Di roja 20.6.2018an de, li ser daxwaza wî û min, ez ji Qamişlo çûm Serê Kaniyê serdana mala wî û me rojeke xweş digel hev û Hemo Biro (Bavê Şivan) û Mihemed Cezaa (Bavê Boşkîn) derbas kir.. Wan ez li Serê Kaniya dêrîn gerandim; me li çayxaneya Ehmekan çayê vexwar.. û wan ji min re qal û behsa herdu şûnwarên dîrokî li Serê Kaniyê: (Til Helef û Fixêriyê) kirin.. Û herwiha ji min re qal û behsa Îbrahîm Paşayê Millî û malbata wî kirin..
  Di wê serdanê de, Mihemed Elî Şakir ji min re rewşa xwe ya tenêtiyê anî ziman û wiha got: (Birayê Kon! Zarok û neviyên min ji hev belawela bûne.. Têlên tembûra min qetya ne.. Pisîkek min hebû, navê wî (Cerdo lawê Qirnikê) bû, ez gelekî lê miqatebûm; min şeh dikir, xwarin didayê.. Sebra min pê dihat.. Ew jî, ji min xeyidî û nebedî bû.. Niha ez û kebaniya xwe û gul û çîçekên hewşa xwe bi hev re dijîn..).
  Di roja 2.8.2019an de dema ku ew û hunermendê Kurd (Reşîd Sofî), ji rex Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê/ HRRKê ve, li Qamişlo hatin xelat kirin, min herdu bi gotineke xweş pîroz kirin. Û wiha dostaniya me dirêj kir.. Di wê navê re wî ev herdu helbestên min: (Heyva Gulanê û Qamişlo Bo Te Silav), bi awazjeniya xwe kirin du stranên xweş.
Sed mixabin ku mamoste Mihemed Elî Şakir di roja 24.9.2020an de li bajarê Amûdê koça dawî kir.. Bi koçkirina wî re stêreke geş di warê helbesta stranî û awazjeniyê de, di asmanê Kurdistanê de rijiya.. Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike.

Heyva Gulanê

Gulê Gulê! Hat Gulan
Xak xemilî ji rengan
Çûk difirin li asman
Seyran xweşe li waran

Şanê, Xanê, Zozanê!
Heyva me a Gulanê
Bikin kêf û dîlanê
Salê careke Canê

Xecê, Xecê! Gulan hat
Siyabendo! Roj hilat
Salek çû û yek nû hat
Bihar xweşe li welat.

Huner, Nesrîn û Wanê!
Bîst û Şeşê Gulanê
Ji bo man û nemanê
Hat Şoreşa Gulanê.


Qamişlo Bo Te Silav

Qamişlo bo te, silav û silav
Mala silavê, li te be silav

Bibare aştî, biratî bijî
Qamişlo bijî, her bijî bijî

Nisêbîn û Tor, raserî te ne
Amûd û Dêrik, du baskên te ne

Qamişlo bû te, silav û silav
Mala silavê, li te be silav

Qamişlo canê, bûka dîlanê
Bûka Cizîrê, navenda danê

Navenda zevî, ceh genim û nok
Demsalên te çar, pey hev wek zîzok

Qamişlo bo te, silav û silav
Mala silavê, li te be silav

Zivistanî sar, serma te xedar
Havînên te gerim, xwêdan tête xwar

Payîzî bi toz, bi ba ecacok
Buharên te xweş, mîna bihiştok

Qamişlo bo te, silav û silav
Mala silavê, li te be silav.






 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark