Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: ALBÛMA JIYANÊ

 



Xizan Șîlan

ez
îro xemkêş im, dilbiêş im
girtiyê şevistanên keserkêş im
her gavê kelem û striyên xopan
tên pêşwaziya min
her êvar
xem dibe pariyê şîva min
nizanim ez ê çawa kêf û şadiyê
li albûma jiyanê
birêsim


hevîrê dayika min bi êşê hatiye
stirihandin
li her sîtavka golên zelal
kul û kederên eniya demên bêbext
dibînim
her sibehê devê birîneke kûr
bi henasa cangoriyan
dikewînim
zexelên fesad
roniya çira êvarên esmer
vedimirînin
kefterên hov
li gulîstana min lotikan
diavêjin
stûna konê bextewariyê
hilweşiya
keştiya hesretê
berê pisûla xwe
winda kir
bilbilê dara rûmetê
bi feryad û fîxanên xwe
xeniqî
çolistanek
di hinavên min de
diqewire
ez
rengê keskesora Qamişlo me
sonda tolhildana Kobanê me
qêrîna şewata zarokên Efrînê me
berxwedana şervanên Rojava me
dengvedana kendalên
azadiyê me
ji asoya ramanên min
çirûskên agir dipijiqin
kulîlkên bostanê min
di dengê bilûra Êzîdxanê de
dipişkivin
ez ê
valahiya jiyana xwe
bi ronahiya tîrêjên berbangê
dagirim
di her livbaziyê de
ji nû ve vejînim
tozê ji ser wîjdanên kor
daweşînim
di paşila çiyayên asê de
bi gavên şoreşgerî
li ser axa dayika şaristaniyê
hêrsa pêlên robarên coş
biherikînim
û ez ê
miriyên goristanan
bi peşkên barana evînê
bi tilîliyan rakim
govenda serkeftinê

2019-11-07
Stockholm


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark