Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Dergehên heþîniyê.

 



Mizgîn Hesko

Çendîn sal...?
Û jiyan...
Leystika xwestekên nervînê
Û neperûþkên nihêniyê..

Xewnên...
Bi welatan dagirtî
Û çavên Xilmaþ...!


Kurdzadên bêcir...
Xewanên þûþeya tehliyê!

Rêyên..
Bi kulîlkên erxewanê
Her û her ji dest nadin
Û ne jî ji dest didin
Dergehên heþîniyê...!

Çendîn sal...
Û ev xwêsî di þaxên darberûyan de...
Ev dar...
Bi berên xwe ên þor
Bardar in...!
Û ev sirûd
Di hêrsa bagerê de
Dilên ...hînî piyala þevê bû ne
Û dîlên hiþiyariyê...!

Dê hîna jî...
Ristên xwe bi çîvçîva rojê re
Li ba bikim
Û herî dawî...
Li ser têlên welatekî
Bi hêviyê xemilî
Wan biseridînim...!

03. Kewçêra 2023.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark