Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: KURTE DÎROKA ZIMANÊ KURDÎ JÊDER Û PÊŞKETIN

 


SEÎD YÛSIF

Ziman, afrandineke Mirovî ye, civakîcye, tê guhertin, bi guhertina, jiyana Civakî, û pêşketina wê re
Ziman, weke darekêye, koka wê bi kûrayî dibin axêdeye, û bi şax û guçil, û pelan di xemile, û bi gul û berheman zengîn dibe
Ziman ne tenê, rêk û şêwaze, ji bo dan û stendinê, û got û bêjan e, lê belê ew raman û heste, û bîr û têgihiştine, ziman systemeke, ji nîşanan, û nexşeyan e, risteke ji têgih û wêneyan e Ziman dîrok, û Civaka Milletan diyar û zelal dike, ber Çav dike.


Û her weha Ziman nasnameya gelan e, tê guhertin, û pêşketin, şên dibe, weke çawa civaka mirovan, û gelan nûh dibe, û her serdemek, û qonaxek, taybetmendiyeke wê heye.

- JÊDER Û KOKA ZIMANÊ HINDO-OROPÎ:

- Di gotarekê de, hatibû weşandin, ji layê di Kovarên Zanistî, yên berz û navdar li ser, asta tevahiya, cîhanê de

- Yek ji wan kovara “Scieance” a Emrîkî ye, jimara /337/-24- Tebaxê, Sal : 2012.de D.Mehdî Kakeyî).

- Û a din kovara, Brîtanî a bi navê “ NATUR naveroka wê gotarê, dide xuyakirin ku ji demek, nêzîk ve /13/ Zanyar, ji gelek Dewletên cîhanê, û yên bitaybetî ew kesayetiyên, pisporin, di hemû şaxên zanistîyê de. Ji bilî wan, bi beşdariya gelek zankoyan, yên navdar, di welatên Cîhanê de. û him bi beşdariya gellek, navendên lêkolînî, yên navdar

- Mebesta wan hemîyan, û ya sereke ku zanîbin, û nîşanbikin, bê dîroka Zimanê Însaniyêtê, ji kuve dest pêkirîye, û çawa belav bûye

- -du nerînên cuda, li pêşîya wan hebûn

- - yek ji wan dibêje : ku Lema Zimanê Hindo-Oropî ji deşta Pontîk, ya li Ukranya yê jêder bûye û derketîye, ji nêzîkîya /6000/ sal ve

- -nerîna duyem : dibêje koka Zimanê Hindo-Oropî, ji Anatolya yê, ji Nîgariya Bakurê Kurdistanê, vepejirîye, û belav bûye, li welatên Cîhanê.

- lê belê di encama, dawî de, û piştî hemû layan, lêkolînên xwe bi dawî kirin, rêkeftina, wan çêbû bitemamî, ku bakurê Kurdistanê jêdera Lema Zimanê, Nijadê Hindo-Oropî ye. di navbera salên : -9500-ta 8000- ./ B.Z

- Di pirtûka xwe de, ya binavê: Dîtin û Bîrhatinên min, çermê yekem, HESEN HIŞYAR SÊRDÊ.(1907-1985).dide xuyakirin, ku li gor agahîyên Arkiyolocî: Nijadê Kurd, Lema Nijadê Arîye.(R-79)

- Û hem dibêje, weke agahîyên Arkîyolojî û tarîxî didin zanîn (ku Nijadê(Arî). pêşengê nejadan, di pêşketina, zendegî de berî her nejadî, gav dane xebatê). (R-81).

PÊŞKETIN Û GUHERTINA ZIMANÊ KURDÎ

Bi rastî axavtin û şirove, zor kûr, û firehe,û dirêje, di vî warî de, ji ber vê sedemê, û gellek sedemên din, loma ezê bi kurtî biaxivim
Tekez dikim ku gellek Zimannas di vî karîde lêkolînên berfireh, bikar anîne û gihîştîne amancin giranbuha, çi ji aliyên Rohilatnas û Zanyarên biyanî ve weke : Morîtzo Garzonî, Biyûter Lêrx… an jî ji aliyê gellek lêkolînên Kurd weke : Kîyo Mokiryanî…

D.Mehdî Kakeyî. dibêje Kurdistan dergûşa şaristaniyê ye, û jêdera afrandin û zayîna nivîsandin, û him jimartinê ye.
Ji Hezarên salan ve, pêşiyên Kurdan : weke Someriyan, û Îlamî, û Mîdî... Alfebêya Mismarî, bi kar dianîne.
Zimanê Kurdî, di gelek qonaxan re derbasbûye, û bi gelek Alfabêyan, hatiye nivîsandin.
Nivîskar Polat Can, di gotara xwe de, ya
hatîye weşandin, di Malpera
(الحوار المتمدن).
Lê ew gotar, ji alîyê, hinek Malperindin, bitemamî hatîye weşandin, weke
Malpera Korbenda Kobanê. lê binavekî din(Gul Nar).Dem/13/5/10
Têde nîşankirîye, qonaxên Zimanê pêşiyên Kurda, ji hezarên salan de, û çi Tîp û nivîsandin bikar anîne,weke:
.
- Alfabêya Mismarî : ji layê Somerîyan û Îlamîyan, …
- Alfabêya Avestayî : Mîdî û Pirtûka Zeredeşt, pê hatîye, nivîsandin…
- Ya Aramî: hinek belge, hatin dîtin li deverên Hawramanê, bi Aramî nivîsîne. .
- Pehlewî yan jî Fehlewî : hat bikranîn ji layê, Sasanîyan ve
- Alfabêya Masî Sûretî: (Ibin Wehşîyê).yê NIBTÎ Kildanî.(?-930).z.Di pirtûka xwe de ya binavê(şewq almusteham fî me’rîfet rimûz al eqlam)
axivîye bo vê Alfebêyê
û heye, Alfebêya Ezdahî, û . a Ermenî (Lazo). û Kêrêlî- Rûsî û Erebî, ev hemû hatine bikanîn, ji aliyên kurdan ve

Carekedin ezê vegerin bo D.Mehdî Kakeyî. ku axivîye, bo Alfebêya Ogarêt , ya hatîye afrandin, ji aliyê pêşiyên Kurdan ve, yên navdar : Impiratorya XÛRÎ ew Alfabê hat dîtin, li Bakûrî Latakya, ji berî. Hezar û pênsed /1500/ sal berî Z.îsaa yê pêxember.
û ew Alfabêyaya anha parastîye, li Muzîxaneya Netewî ya Şamê

Lê giringe em bînin ser Ziman rola Impratoriya HÎTÎ yên Elfabêya MISMARÎ, û belkî HÎROGLFÎ, hinek caran, bi kar anîne…!berî hezarên salan ji Zayînê.

bi vê boneyê, pirsek giring, ji alîyê lêkolîneran û Zanyarên pîspor, û hem Civaknas, û Arkîyolojî, û Rojhilatnas.( Xawerşinas). weke Hesen Hişyar, ev têgih anîye ser Ziman, û bikar anye, pirsa wan ev bû : kîjan Alfabê ya kevnare, Mismarî, yan jî Hîroglofî ..? piştî, gelek kêşe, û gengeşeyan, bi piranî, tekezî çê bû ye, ku Alfabêya Mismarî, berî Hîrogilofî hatîye bi karanîn, û ew ya herî kevnare
.
weke wan Alfabêyan, ORARTÛ jî, ji berî Zayîna ÎSA bi 900/ salî ve ye. û hem heye .Alfabêya ÊZÎDÎ yên Kurd
.
Vîdyoyek xweş, hem, heye, ji amadebûna. Peyamnêrê .War TV M. Mehdî Mutlû hevdîtinekê, bi Pîrekurdekî, Heştêsalî, re kirîye, li devera WANÊ Bakurê Kurdistanê, bi tena xwe, jiyîn dibe. ew bi xwe pîsporê Zimanê ORARTÛ ye dibe yek ji heft kesayetiyên Berz, li ser asta tevahiya Cîhanê, ku diaxivi bi serbestî bi vî Zimanê kevnar, û dîrokdirêj, loma Zanyarên Cîhanê serdana wî dikin, ji bo agahîyên, dirist jê wergirin.
lê ez dixwaxim ji were bibêjim ku hîna, ev Ziman, tê Hînkirin, li bêhtirî /40/ Zankoyên Cîhanê ,

ALFABÊYA KURDÎ LATÎNÎ. DÎROK Û QONAXÊN PÊŞKETINA WÊ

- : Niviskar,CEWDT HOŞYAR gelek navan tîne ser Ziman, ku rola wan hebû di pêşketina, Zimanê Kurdî de, û Alfabêya latînî. ew dibêje ew Alfabê, hatiye bêkanîn ji aliyê Kurdan ve ji berî /2800/ salî de. ev agahî, wergirtîyê ji layê Mamosteyê, navdar û Zimannas :KÎYO MOKIRYANÎ, dema Alfabêyek belavkir, di destpêka salên, /60/ de. ji sed salîya /20/ ve. û ragihand, ku ev Alfabêyek Kurdîye kevnare.
Kîyo Mokiryanî, dibe birayê HUSÊN HIZNÎ MÛKIRYANÎ,yê ku alava çapkirinê, ji Almanya yê, anî û çû bajarê, Helebê, gelek Kovar û kitêb çapkirin, lê ji ber astengîyên, desthilata, Ferensî ya dagirker, di wê demê de, ew vegeriya Başûrê, Kurdistanê, aştî bo gitanê wan Kîyo Mokiryanî, dibe.
bavê D.KURDIDTAN MÛKIRYANÎ .

paşre, M. Cewdet rola Zanyarê mezin û qedir giranTEWFÎQ WEHBÎ.(1891-1984). dide xuyakirin,di vî warî de

Polat Can, gellek navan nîşandike ku rola wan di pêşketina, Alfabêya Latînî Kurdî de hebû,
Diyardike, ku di sedsaliya/19/ de, hinek Rewşenbîrên, Kurd û yên ne Kurd, ev Alfabê bikaranîne. ji layê (Rojhilatnasê, Rûsî (Biyûter Lîrx-1828-1884). lê mixabin tu sûdên buha, ji berhemên, wî ne hatine, wergirtin, li gorî agahiyan
Paşre, Elîksander Cava, tîpên Latînî bi karanîye, paşre dibêje (D.Adurehman Cewdet) pêşinyarkiriye bo pêkanîna tîpên Latînî. di gotarekê de, hatibû weşandin di Kovara. (Roja Kurd) de. Lê a rast navê wî.( D.Abdellah Cewdet ).ne Abdurehmane

Ezê herim pirtûka (Doza Kurd). (Ya xebat karê qedir buha, rehmetî:
(Qedrî Cemîl Paşa-1891-1973).
Li gorî ew dibêje, Zekî Bêg yê karmendê (Berîda). Îstanbolê ew yekemîn kesayet ragihandiye,(1913) ku Tîpên Erebî, neduristin bo Zimanê Kurdî, û paşre D.Ebdellah Cewdet tekezîya gotina wî kiriye.
Qedrî Paşa, him dibêje, ku dema Mîr Celadet, (1893-1951).beşdarî şandekê dibe, bihevaltiya Serkirdeyê Ingilîzî, yê bi navê ( Nûêl ). dema ku amancên wan hebûn, li nav Hoza Reşwanî ya Kurdî, digeriyan
li Bakûrê Kurdistan, sala.(1919).,.wê demê Mîr Têbînîkir, ku serkirde Nûêl Latînî bikartîne, dema têbînîyên xwe tomardikirin, loma ew têbînî di bîra Mîr de ma, û jêr bû weke, bingehekê, ku ALFABÊYA Kurdî Latînî sazbike
.
Lê giringe, bi vê boneyê, em keda Kurdlojiyê Ferensî, ROCÊ LÎSGO- bibîr bînin, ji ber, Mîr Celadet, alîkriya wî kir bo Fêrbûna Zimanê Kurdî, û berhemin, buha û taybet, nivîsîn, bo Kurdên Êzîdî, çi li EFRÎN, û çi li CIZÎRÊ

Hinek hewildanin din. hebûn bo bêkanîna Tîpên Latînî, weke hewildana ( Komîteya-Hêvî). ya Şagirtên Kurd

1. piştî Cenga Cîhanî a yekem, bi dawî bû( Macirson). pêşinyarkir bo pêkanîna Tîpên Latînî- Kurdî. û du pirtûk nivisandin, bo vî karî lê mixabin, ew kar cîyê xwe negirt, li nava rewşenbîrên Kurd.

2. paşre, zor giringe, em bibîr binin, xebata Rewşenbîrê mezin û navdar. (Erebê Şemo).
Ku di salên nêzî (1925).de Alfebêya Latînî Kurdî nivîsîye, li ser daxwaza Hukûmeta Sovyêtê, lê mixabin dema Sitalîn bû serokê Sovyêtê ewî, ew Alfabê qedexekir.

Lê mixabin kesayetîyekî zor giring heye, ku kêm carî tê ser Ziman û bibîranîn, ew kesayet, keşe yê Îtalîye, yê binavê Morîtzyo Garzonî-1734-1803).
Garzonî (25) salan li başûrê Kurdistanê jiyîn bûye, û di wê encamê de yekemîn kitêb li ser Rêzimanê kurdî Nivîsîye û ji bilî Ferhengekê ji (4500). gotinan girêdayî kitêba wîye. û bi vê boneyê min gotarek li ser ked û xebata wî nivîsîye.

Ser dawî ev Alfabêya ku em anha pê dinivîsînin ew, a bi navê Mîr Celadet Bedirxan Paşa bi dawî bûye

Qedrî Cemîl Paşa dibêje: di sala (1931).de
Civînek çêbû, li mala (ALÎ AXA ZILFO) li paytexta Şam, û bi Amadebûna Mîr Celadet, û Ekrem Cemîl Paşa, û Mûsa Beg, ji Kurdên Şamê. û rêkeftin çêbû bo bikaranîna Tîpên Latînî, bo Zimanê Kurdî yê ku anha piraniya Milletên, kurd pê di nivîsin û di axivin lê mixabin kirîzek mezin çêbûye di nav Milletê Kurd de, ku îro Roj bi du alfabêyên, berfireh diaxivin û dinivîsin, yan jî pirtir…! ,Latînî,û Soranî.

di sala (1932). Mîr Celadet dest bi nivîsandin, û çapkirina Kovara xwe kirî ye, ya binavê HAWAR, û jimara yekem çap kirîye, di /15/ Gulanê de, û her weha Gelê Kurd her sal ahingan li dar dixin bo vê boneya pîroz

- Dîtin û Bîrhatinên min, Hesen Hişyar, çermê yekem, çapa yekê, /1993/.Beyrût, çapxana, Emîral
- Vîdeyo- ji amadebûa, peyamnêrê, War TV-M. Mehdî Mitlu/7/8/2021/.


المصادر باللغة العربية :

1- نبذة مختصرة عن تاريخ اللغة الكوردية والعقبات التي تواجه لغة كوردية موحدة – دكتور مهدي كاكه يي.
2- كوردستان هي مهد اللغات الهندو أوروبية- د . مهدي كاكه يي
3- أسلاف الكورد الخوريون يبتكرون أول أبجدية في تاريخ البشرية.د.مهدي كاكه يي. مقالات د. مهدي كاكه يي متوفرة على صفحات التواصل الاجتماعي وموقعه الرسمي.


4- أول أبجدية لاتينية متكاملة للغة الكردية، جودت هوشيار، موقع الحوار المتمدّن، ٣٠/٧/٢٠٠٥/.كما أن البحث منشور في موقع كورد أونلاين أيضاً .و موثق بالهوامش والملاحظات.
5- الأبجدية الكردية، بولات جان، أدب و فن, لغة الملائكة، تاريخ ٣/١١/٢٠٠٩.البحث منشور في الموقع الرئيسي، الحوار المتمدن، دون ذكر المراجع، أو المصادر.
6- ايضاً نفس المقال باسم آخر،كول نار/١٣/٥/١٠. صفحة منتدى كوباني.
7- مسألة كردستان، قدري جميل باشا، كتاب ورقي.تقديم د.عزالدين مصطفى رسول، بيروت ط ثانية ،١٩٩٧.
8- إضافة إلى ويكيبيديا




 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark