Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: KIÞANDINA KURSIYÊ BINÊ NIGÊN ÞÊX SEÎD

 


Zeynelabidin Zinar

Þoreþa Neteweyê Kurd a bi serokatiya Þêx Seîdê Pîranî, li ser daxwaza Rêxistina Azadî dest pê bûye.
Roja 25ê Hezîrana 1925an dema ku Þêx Seîdê li herêma Deriyê Çiyê ya Amedê, digel 46 hevalên wî xeniqandine, serleþkerekî Erebê Mêrdînê bi payeya “baþçawîþ” kursî ji binê nigên Þêx Seîd kiþandiye. Demekurtekê þûnde hêzên Kemalîzmê cenazeyê wî gorbihiþtî digel wan 46 hevalên wî, birine li cihekî nediyar binax kirine.
Tê gotin ku cenazeyên wan þehîdan, di nêv barîgeheke leþkerî ya li nêzê Deriyê Çiyê binax kirine. Û avahiyeke sinemayê jî li serê ava kirine.


Di van salên dawîn de cihê wê sinemayê kirine navendeke bazîrganî û marketeke pir mezin a dewlemend jî di binê balaxaneyê de vekirine. Taqên jorê jî, þoqeyên malbatan bûne. Lê di erdheja 6ê Sibata Îsal de, ew avahî bi derbekê rûxiyaye û xisareke mezin jê çêbûye. Lê avahiyên li dorê, xisar nedîtine.
Berî xeniqandina Þêx Seîd, komîteya Dadgeha Îstiqlalê, di nava xwe de þêwirîne û weha biryar dane:
“Li vê herêmê eþîra herî xurt, ya Haco Axayê Hevêrkî ye. Em ê bi dostanî wî bînin Diyarbekirê û soz bibinê ku em xisar nadin malbata wî û eþîra wî, bila ew jî kursiyê binê nigên Þêx Seîd bikiþîne. Hingê wê Kurd bi hev bikevin û hevûdu bikujin…”
Lê belê Haco Axa û çend eþîrên dî, di rê de bûne ku herin alîkariya Þoreþê. Dema ew gehane nêzê navçeya Çinarê, xeber wergirtine ku Þoreþ rûxiyaye û Þêx Seîd jî hatiye girtin. Hema ji wire ew vedigerin û bi çend kesên xuyanî re rast diçin binxetê.
Sal 2007 yan jî 2008 bû, ez li Hewlêrê mêvanê Þêx Þerîfê kurê Þêx Nexþî bûm. Axaftina min û wî, her li ser Þoreþa 1925an û bapîrê wî bû. Þêx weha gote min:
. Dema Þêx Seîd û hevalên wî xeniqandine, leþkerekî amirhêzê cendirmeyan bi payeya “baþçawîþ” kursî ji binê nigên Þêx Seîd kiþandiye. Piþtre mukafata wî, keçmameke min a 8-9 salî jî wek diyarî dane wî.
Ew baþçawîþ keçmama me biriye û wenda bûye. 7-8 sal berî niha ew keçmam bi tena sere xwe hatiye Amedî û xizmên xwe dîtine. Jê pirsî ne ku ev e 75-80 sal in, çima ew nedihat virê? Gotiye:
. Mêrê min nedihiþt ku ez werim. Du kurên min hene, mêrê min got “Eger tu herî Diyarbekirê û Kurd bi te bihisin, dê werin min û herdu kurên me jî bikujin.” Piþtî ku ew mir, hêj nû va ye ez hatim.
Bêguman hin xal di tarîtiya mêjû de mane û zelal nebûne. Ew xal çendî ku piçûk in jî, lê belê kilîla vekirina deriyan in.
Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser babetê.

31/ 07/ 2023. 13:16



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark