Rêber HebûnKurd li rojavayê kurdistanê (Sûrî) û başûrê wê (Îraq) karîbûn serkeftinê li ser Daişê pêkbînin bi piştevaniya hevbendiya navdewletî, bi rêya sergirtina ezmanî û bombebarankirina şûngehên Daişê û rêyên piştgirtinên wê, di heman demê de ligel pêşveçûna yekîniyan, û piştî serkeftina leşgerî , moralên xelkê helbet xurtir dibin, û ev yeka wê serneketa eger ajotinkek e zanînî neba, û ev yeka diyar bû bi jêhatîbûna şervanan bi neyîniyên tundirewiyê û encamên wêna yê bobelat li ser mirov û jiyana wî, ev jêhatîbûna nîşan dide xebata zanyaran a zehmet ji bona zanîn, avakirin û jiyanê, beranberî hêzên yên kar dikin ji bo kuştin û wêraniyê bê hampa, ji ber ku tundirewî ziyanbexşiyek e li ser raman, civak û nifşê çêbûyî, û li dijî çi pêşveçûnek e civakî ye zanînî û raste, ji ber vê yekê pêdivîbû rûtkirina pîrozî û baş têgihiştina wê, û dan û standin li ser bi rêyên din, ji ber ku ceng,
û girtinheviyên olî yên comî destikek e ji zorkariya civakê û
nemankirina wê ye, û ev tişt dikeve di çarçova nezanîkirina takes, û
alavên olî yên bi rehetî ev tişta pêktînin dema valahiyekê di navbera
civak û xwendinê çêdibe li ser cudabûna aliyên ramanî, û yek ji sedemên
yên betal dikin rûbirûbûna tundirewiya olî bi awayekî ramanî ewa
hewildana aliyên siyasî a navdewletî yên şerê hevdû dikin bi karanîna
olperestan mîna kaxezek e fişarê li ser hinek dewlet û aliyên siyasî bi
wana re ne li hev in, û bi vî rengî paşguh dikin guhdana xwe bi
rûbirûbûna ramanî ji tundirewiyê re, ji ber ku ewan girîngiyê pêşî didin
e berjewendî û sûdên xwe, û dijwariya girtinheviyê ji encamê
destjêberdanek e navdewletî diyar di rûbirûbûna terora olperestî ye, ji
ber ku jinavbirina terorê bi awayekî ramanî ti guhdan nedîtibû ji ber
vê yekê gelên rojhilata navîn bibûn ji qurbaniyên vê terorê,û zimanê
berjewendiyên malgirtîbûyî bi serketibû ta asta ku bi terorê re bû
destêkelkirî, ji ber teror ne tenê mala hin koman e, lê hinek dewlet
aşkere pê radibin û kedî dikin û bi xwe jî endamek in li Nato 1 (Tirkî) û
herwiha em rola neyînî ya Îranê dibînin bi piştevaniya wê ya bê sînor
ji gelek komên terorîst mîna Heşd Elşebî 2 û Hizbullah 3 û Elfatimiyon 4
û komên Ebû Fedil Elebbas 5 û Elhusîyon 6 ji ber ku ti jidilî li cem
Encûmana ewlehî an Netewên yekbûyî nîne di rawestandina tewan û
binpêkirinan , lê li gor berjewendiyên dewletên bi bandor tevdigere û
li gor Vîtoya 7 ya di riwê hin dewleta tê bikaranîn ta bibe rêgir li pêş
çi hewlidanê ji bo parastina sivîlan.
- Lagiriya olî a comî
bi lez derbasî civakên yên rastî zorkariya dewletî bûn e dibe, ji ber ku
ricîmên serkotker timî gefê dibarînin û dibêjin eger em nebin wê dewsa
me olperest cih bigrin, û herwiha peywendiyeke xuristî heye di navbera
terora dewletê û terorên komê ji ber ku dewleta teror timî rê vedike ji
şerên navxweyî, û ev yeka rê vedike ji hatina terorîstan û çekan , wekî
Efxanistan û Îraqê, û Yemen û Sûrî. 1- Rêxistina hevbendiya
bakûrê Etlesî bi sernavê Nato : ew rêxistinek e leşgerî ye navdewletî ye
sala 1949 an de hatibû damezrandin , li gor peymana bakûrê Etlesî yê
hatibû îmzekirin li Waşitonê di 4 Nîsanê de sal 1949 an de. 2- Heşd
Elşeabî : ew yekîneyên bi rêk û pêk in Îraqî ne, û beşek in ji yekîneyên
çekdar a Îraqî, bin fermana rêberê giştî ji hêzên çekdar ve ne, û ji
69 yekînî pêktên ,piştî fitwa tekoşînê yê ku lêvgera olî li Necefê
hatibû avakirin, piştî kontirolkirina Daişê li ser bostên fereh ji hineh
hijmar ji parêzgehên Îraqî re yê nêzî bakûrê Bexdayê. 3- Hizbûllah: ew komek e Şêî ye Islamî û çekdar e û partiyek î Lubnanî ye navenda wî li Lubananê ye. 4-
Fatimiyon: ewa komek e Efxanî ye Şêî ye Elî Riza Toslî a navdar bi
bavê Hamid damezrandibû sala 2014 dan de ji bo şerê dijberiya Sûrî. 5-Bavê
Fedil Elebbas : komek e Şêî ye çekdar e ji çekdarên Îraqî pêktê û bi
xwe ji çeteyên Ehil elheq û şepêla Sedir û ketîbeyên Hizbullahê li Îraqê
ne. 6- Tevgera Ensar Ellah navê wê tevgera xortên bawermend bû, ew
tevgerek e siyasî olî ye çekdar e, ji bajarê Seide bakûrê Yemenê
navendeka bingehîn ji xwe re li wir çêkirin e, û navê wê ya siyasî û
ragihandinî Hosî, ji dameznerê wî Bedir El Dîn elhosî, rêzanê olî ji
komê re. 7- Mafê peyvşikînê yê tê naskirin bi mafê Vîtoyê , û wateya
wê mafê pêşgirtinê li ser çi biryarê ji aliyê Encûmana Ewlehiyê bê
standin bê ku sedemên wê pêşgirtinê bên ravekirin, û tê dayîn ji pênc
encamên timî di encûmana ewlehî û ewan : Rosiya, Sîn,Ingêltira, Ferensa
û Iyaletên Yekgirtî.
Bajarên wêrankirî , nediyarbûna ewlehiyê û
mirina ciwanan, û herwiha birina destkurtan ji leşgeriya neçar re , ev
hemî mîkrob in ji şerên hundirî ve encam dane, rewakirina dînbûnê di
rastiya rêxistinên yên pîrozbûnê bikaranîne wekî bihaneyekî ji
berferebûnê re , sûdê ji nezanîkirina yê ku ricîmên serkotker bi dehên
salan ve kedîkirin e digrin, bi rêya lephilanînên leşgerî û rewşên bê
ewlehiyê yê bi serkotkirina desthilatdarî ve bûn e heval û nediyarbûna
dadmendî û yaseyê, û bûyîna welat meydanek e ji qerebalixiyê, xêzên wê
berpirs û mêrên ewlehî û saloxgiriyê dabeş dikin, ji bo lêdana aramiya
deronî li cem takes û xeniqandina dengên yên daxwaza guhertin û rabûna
awirteyan û fermanên zordar dikin, tiştê ku tîjandinek e gelerî encam da
û nezanîbûnek e rastîn zêde berfereh bû bi belavbûna xizanî û bêkariyê û
gendelî û xal û xwarzê û belavbûna reweşt û reftarên nêrîtî , ji ber ku
tundirewan tevî ku dawiya xwe jî dizanin lê paşve naçin ji kuştinê û
serqutkirinê, ji ber ev tişt di baweriyên wana de heye, ji ber ku qeyran
misoger e, û rêbazên wê bi parçekirina civaka kurdistanî ve girêdayî
ne, û derdên wê ya siyasî, bi sedema hişmendiya desthilatê yê serkêşiyê
dike bi awayekî bîrdozî û sert, taybetmediya xwe ezezî û dûrxistina kesê
li dijî nerîna wê ye, û herwiha hebûna aloziyekê di hişmendiya
dijberiyê, ji ber ew jî bi kar û barên dijmin ve peywendîdar in û bi
awayekî zindî dikevin bin saya wêna ,û ev jî li ser civakê de dibe
giranî, û dihêle ku dûrî ewlehiyê be, û wisa niştecîbûn, mirin û şerên
li ber rêbendan de, dîmenek e hevgarî encam dabû, û Daiş dema tewanê
dike şad dibe, û tolhildan ewa xweşiyek e veşartî ye, hewildana tundirew
ku hovîtî û tewankirinê nepenî bike, ji bo deroniya xwe ya têkçûyî
rehet bike.
- Pêdivîbûna berketina kêşeya diyar bi paşdemayîna
alavên rûbirûbûna olperestiyê û herwiha qirkirina çandî û dûrketina ji
rewanê netewî a kom dike bi rêya nêzikbûna ji rewrewkên pirojeyên nepenî
di naverokê xwe de hilma koletiyê dihêle û avakirina desthilatiyên
lephilanîker yên nû û ew bi xwe ji encamên ricîmên serkotker in yên
ketine sekretê, lê hêviya tenê di giyanê berxwedaniya a ji vînek e
gelerî û ciwan de tê, yê ked dide ji bona bimîne bi zikmakiya xwe ya
netewî û rengê xwe yê şaristanî ve.
- Meraqa gelan ji
berxwedaniyê û girêdana bi bermayê rewşenbîrî û heyînî bi hêztir e ji
pîlanên ricîmên serkotker yên hewil didin cihê wana bistînin, û evîn ew
hevsenga rastîn e ji heyîna mirovî re di demê ceng û aloziyan de, yê tên
e milletan, ev hemî hestiyariyên germ di rewşê niştecîbûn û şerên
navxweyî de nîşan didin li ser cureyekê ji berxwedaniyan ve , tê
bikaranînin ji bo derd berdewam be, ji ber ku kedîkirina bêhişî ji
kiryarê kesên yên dixwazin cengên navxweyî gurtir bikin, û qutîkirina
civakê jî û herwiha hêsan dibe li ser tundirewan ku derbasî civakan
bibin û wana bixirxirînin li cem xwe, ji ber ku radîkalên çep û oldar,
xalên hevbeş dinav wan de hene dema herdû serwerên xwe ji xwe re dikin
xwedawend, û herwiha girîngiyê didin e warê piropûgendeyê bin navê
perwerdê an dewra şereî ( şuştina mêjiyê 1) û Islama siyasî vê yekê
piştrast kiribû wek ku sosialîzma Sofiyêtî û yên li dor wana dizîvirin
vê yekê li hin dewletan de piştrast kirin, ev dibe cîgehek e rehet ji
afirandina ricîmên saloxgirî û zordar bi gendelî û zordariyê ve dagirtî
ye û herwiha bi dijminatiya zanyaran ve, û li vir em dibînin ku
Sosialîzmên rojhilatnavînî bûn e dû beş yek netewî û yê din bi çepîtiyê
bawer in, û di dema destpêkên tevgera gelerî bi navê buhara Erebî xwe ji
wê dûr xistin, û dîtin û pirojeyên wan bi guman bûn, û xema wan tenê
bighêjin desthilatê, û me ti cudahî di navbera wana û desthilatên heyî
de nedîtin, û herwiha Islamî jî li ser têla sazkirina ricîmek e Islamî
lêdan û li dijî zanistdariyê derketin, û tevgera gelerî bi vî awayî têk
birin, û bûn e alavekê di destên dewletên herêmî de yên bûn e piştgir
ji wan re mîna Erebistana Siûdî û Turkiya û Qeter û Îran, û berrabûna
ji biveya tundirewan bûye berberîkirinekê ji hemî pêkhatiyên deverê re, û
nexwaz biryardana Turkiya a heynat di lêdana çi rewşek e rêxistinî
kurdistanî hewildide ji bo jiyanek e azad û demukrat bi dest xwe xîne,
ji ber vê yekê em aloziyek e serdest li ser dîmenê dibînin di dema
berdewambûna şer û têkalên bidûhevdû, û sedema nebûna azadiya bingehîn
vedigere ji sitemkariya ricîma siyasî û hîştina wî ji paşdemayînê re ,
tiştê dihêle ku civakan rastî çarenûsek e nediyar werin, bi
jihevkirina hevpeymana siyasî û belavbûna wê û berzbûna berberîkirina yê
girêdayî bi hingemeyê û şerên hundirî ve, mînak rûbirûbûna rêxistina
Daiş yê teror , yê asta bilind ji sertbûnê bi ser civakê bikartîne , û
di vir de em dibînin sûda hunera ravekirinê û çendî karîbûna wê li ser
firîn û berfirehbûnê li dûr , ji bo berketina rewşa civakî li rojavayê
Kurdistanê ,û herwiha têgihiştina boblatên mirovî yên bi dûhevdû ji
ber êrîşê Daişê li Kobanî, û pêhelistina wî ji komkûjiya bi ser navê
Şeva xedirê 2 piştî rizgarkirina bajêr bi çend mehan ve, û hovîtiya
malbatî , û kînên navçeyî yên ku di giyanê civakê de cîgir bûne , di
nîşanên xwe de paşketinek e xuristî veşartî ye, hatibû kêmkirin piştî
2011 ,ji ber ku rewşa civakê hatibû guhertin dema jinê bi mêr re erd û
destkeftiyan parastibû, ji ber civakên yên ku serpêhatiyên xwe tunebin
ji afirandina rêxistinên sert wê nikaribin bergiriyê xwe bikin, û heta
ricîmên siyasî dikarin astên amadebaşiyê ji bo rûbirûbûna zordariyê li
cem civakan de piştrast bikin. ---------------------------------- 1-
Şuştina mêjiyê : mebest ji wê yekê ewa guhertina takes , alî, nirx,
,awayên kiryarên wî û baweriyên wî, û pêgirtina nirxên din û nû ji
aliyekî ve çi takes be an kom an sazî an dewlet be, û têgeha şuştina
mêjiyê bin dikeve bin navên cuda, yek têgihiştinê radike mîna dûbare
çêkirin, û avakirina ramanan, û guhertin û rizgarkirina ragehî û ramanî,
û qayîlkirina nepenî , û bernana ragehî, û guhertina aliyan.2- Şeva
Xedrê : komkûjiya reş li Kobanî , rojavayê Kurdistanê de çêbû di
25.06.2015 an de û têde 239 kes jiyana xwe ji dest dan di nav de 33
zarok û 79 jin, 289 birîndar jê 78 zarok û 81 jinê ji aliyê rêxistina
Dewleta Islamî a teror ve bi sernavê Daişê ev komkûjiya pêkhat.
Û
dema ji kar û dayîna nerînê û hînkirina baş tên e rûtkirin vê yekê li
cem wana rewşek e ji nifretbûn ,dijminkarî û amadebûna ji zorkariyê
dema jêre derfet çêbe durist dike û ewan çalak dibin bi hebûna
hingemiyê ,û li gor bawerî û rewştan tên e guhertin , û zehmet dibe
celewkirina kelçûyîna cemaweran û zeftkirina wêna eger ji xwe re bostekî
ku têde karibin tevbigerin bibînin, û dema desthilat bi rûbirûbûna
gefên derveyî yê li dijî wê tê mijol dibe, cemawerên hêsrdar û dijber
jêre hemî hêzên xwe kom dikin ta bi awayekî hovane hewil bidin ji bo
xuristiya ricîmê biguhêrin, tevî ku rastî serkotkirinê bi awayekî
berfireh tên, lê ew şer dikin, û hemî destikan bikartînin ji bo
hingemiya xwe bihêlin heta ku di nav xwe de desthilatiyek e nû dewsa wê
bigre bê sazkirin, û wisa em pirbûna tiliyên derveyî dibînin yên vê yekî
zeft dikin, taku bingehên ricîmek e siyasî nû deynin, ji ya a berê
hatibû zayin, û hewil dide di yaseyên xwe de di navbera ricîma tunekar û
a heyî de hevsengiyê çêke,wekî ku Nîqola Mîkafîlî 1 di vê derbarê de
dibêje ku çi desthilatek e nû hinek zagonên yên desthilata berê wêna
bikaranî dihîlîne, ji bo zeftkirina civakê,(Pirtûka Mîr) ji ber
sîstema siyasî a goşegirî li ser rojavayê Kurdistanê danîbû bi awayekî
pir zêde , û navçeyên wêna ji hevdû bi tenê kiribû, û navçeyatî di nav
kurdan de cîgir kiribû, xwest ku tiştê parçe bûye parçetir bike, û
netewa kurdî têk bibe, û rê li ber bigre, lê çanda vejînbûnê jêre
hertimî şiyar bû ,û rewşa yekîtî û hestbûna civakî karîbû taya jiyana
demukrasî rabike, beranberî jiyana nêrîtî yê naye pêşdebirin,yê kêmtir
dibe bi pêşdebûna qonax û astên serçûna moralî, sincî û zanyarî.
-------------------------------------
1-
Mîkafîlî li Florensayê jidayik bû ji parêzgehek î ewa Birnado Dî Nîkola
Mîkafîlî û Bartolomî Dî Istifano Nîlî, û herdû jî ji malbatek e
Toskanî ne resen in, û bavê wî ji kesên pile bilind in, lê Mîkafîlî
hînkirinek e berfereh nedîtibû, lê zîrekiyek e xurt diyar kiribû, pêşî
Mîkafîlî li pey mêrê ol û siyasetvanê Îtalî Cîrûlamû Safonalrûla yê bi
xwe ji ricîma keşevanên Domînîkanê bû , û bi navdariya kizîrê xwedê
hatibû xelatkirin, û Safonalrûla gotar digotibû ji bo ciwanên Îtalî ta
bi başiyê bigrin, lê Mîkafîlî jê dûr ketibû, ji ber kû ew mêrê siyasetê
bû, û hewil dida ku ol ji siyasetê veqetîne, bi kirin bajarê Florensa
mîna komarek ê.
https://youtu.be/TPQmdOGOcBU
|