SEÎD YÛSIFDi sala, (1974)an de, ez žagirt bûmdisala sisyan deli perwerdgeha,Dar al mûellimîn al ammeh".li bajêrê Humsê. Li sûryê. Ew tê naskirin, wekepeymangehekê bo Amadekirina mamosteyan. Bûneya vê gotinê, ez tekez nakim ku têbîramin,bicih û war, darvekirina Leyla diwê salê de . Lê belê ez tekez dikimku di wan salên nêzîk de, min bihîst, ji ber ku ew kiryareke gellekî žermbû ûbûyerek, pirr mizinû bi dengdayî bû di rojhilata navîn de.
Jiyana leyla :
Bûka kurdistanê ye, çîçeka perwerîyê ye,nayê çilmisandin, heyva asîmanê kurdistane. her sal di meha gulanê de,ronahî dide. Leyla
di /27/12/1952/an de ji dayik bûye. li bajarê xanqînê, li bažûrê
kurdistanê. Ji malbateke kurdên feylî. Bavê wê karker bû di misfat a
pitrola xanqînê de. Leyla bi malbata xwe re jiyana xwe li xanqînê
derbas dike ta ku xwendin a xwe ya dest pêkê û ya ortê Bi dawî tîne.
weke tê gotin ew û xweh û birayên wê pirr zîrek bûn di xwendin a xwe de .
pižtî bavê wê xanenîžîna xwe bi dawî tîne, ew berê xwe didin bexda yê,
paytexta îraqê. û li wêderê nižte cih dibin. Leyla, di sala
(1970).an de. dibe endama Partiya (pdk). Û dest bi karêsiyasî dike,di
ber mafê netewî yê kurdî, û rêzgarkirina kurdistanê. dijî hovîtiya
desthilata ba`isê žofînî û fažist. Ji bilî vî karî bi hêvîbû ku kovarekê
derxîni. Di sala (1971)an de. Leyla xwe tomarî kolêja wêjeyî dike,
perçê civaknasî yê, (sosyolocî). Di zankoya bexda yê de. Lê belê ew karê
xwe yê siyasî jî berdewam dike, di nav xaleke hevalên xwe de. Yek ji
wan birayê wê ye, û yekjî xwestiyê wê. lê mixabin xxuyabûku di bin
çavdêriyê debûn, ta ku hatin girtin li ser destê hêzên ewlehîyê yên
rejîma îraqê. Di bin tariya ževa rež de, mala Leyla dorpêç kirin, û ji
hundirê malê hate kižandin. Di /29/4/1974/an de. Leyla oxir xwest ji
malbata xwe û qet nema vegeriya. Ji ber ku hat avêtin di binê zindana
dijminê setemkar û bêbext. Di wê zindanêde Leyla gelek êž û azar û
lêdan dîtin li ser destê zebenîyên bê ol û bawerî, ew gewdênazik,. lê
belê çiqas dujmin bi gef û lêdan û azarên xweyî bê hempa, û hewil kirin
ku vîna leyla bižkînin, Leyla hîç serê xwe ji wanre dananî. û tu agahî
li serheval û partiya xwe neda destê dujminê xwe. Ta ku Seddam Husên û
wezîrê wî yêhundir bi kesayetîyan xwe dîdarî pêre kirin, û kef lê kirin
ku wê bikujin, tevlî bav û dayik û xwehên wê.yanjî gotin em amadene ku
tu çi bixwaze,emê bidin te.ku tu xwejisitasetêvekžîne. Lê Leyla bersiva wê ew bû kucan û ça`ivên xwe fîda dike bokurdistanê. Leyla tawanbar bû ji alî rêcîma žofînî, û dadgeha wê bi tometa terorê, û bombekirina zankoya bexdayê, û balefirxaneya wê. Pižtî di /12/rojan, Leyla hat cezakirin bi darvekirinê. Serokê
îraqê wê demê Ahmed Hesen Bekir bû, emze nekir ser vê cezayê ji ber ku
ew keçe, lê Sedam Husên xwe kir pirsiyarê vê cezayê, û ew neçar kir bo
emzekirinê. û bi vê kiryara žerm û bêrewa, Leyla bû yekemîn jin di
dîroka rojhilata navînde,di wê çaxê de ku biryara darvekirinê lê tê
birrîn. ew kiryara žermdibe xalek rež di dîroka rež de, ya dujminan de. Berî
serdana dawî ya malbata Leyla, ji wan xwest, fistanekî nûh, ji ber ku
ewê bibe bûka kurdistanê, û divê bi rewžek xwežik bin axbibe. Leyla ser dawî hinek porê xwebirrîû didedestê xužkaxwe. weke bîranînekê. Tê gotin dema berê xwe dide werîsê darvekirinê, ew bi navê kurdistanê bang dike, û sirûda netewî dibêje. Di
/12/meha gulanê de sal /1974/an de. Leyla di be bûka pakrewanên
kurd.Ûcenazê wê radestî malbata wê dibe, û biala kurdî tê pêçan,û li
goristana Selam li bajarê Necef, tê vežartin. Dûrî bajar û žûn warêwê.
bi vê bûneyê gellek jinên kurd yên ducan, û keç anin, navê keça xwe
kirin leyla, bi hezaran û li hemî perçênKurdistanê. Gelek helbest
hatin nivîsandin, ji aliyê helbestvanên kurd, weke, CEGER XWÎN, û
SEYDAYÊ TÎRÊJ. Û gelek stran jî hatin gotin, ji aliyê hunermendan weke
nemir Aram Tîgran û živan perwer,û nemirseîd gabarî.. Û ji bilî gotaran, û ahing, û bîranîna, her sal ku tê vedijîn. Hezar hezar dilovanî, bo canê pakrewana kurd, LEYLA QASIM. Rûrežî û žermezarî bo dujminên, kurda. 12/5/2021/.êvara cejna rojiyê.
|