Hižmend Žêxo Di serdema pêžketina žoreža pêgihînê û Toreyên civakî de Ragihandin bi rolekî pêženg radibe di pêžxistina xebata gelan û Azadiya welatan de , Di heman demê de ez karim bêjim ku hemû Tevger , Partî , Komele û rêxistin bi nerîn û siyasetên rastbîn , Helwestên wêrek û çalakbûna ragihandina xwe xurt û li pêžin , Lewre ragihandin žêweyê herî sereke ye di karê tevgera rêzanî û xebata demoqrat û ažtiyane de.
Rojnamevanên cefakêž : Silav li we
Di 22 Nîsana 1898 an de û
berî bi 123 salan Mîrê rojnamegeriya kurdî Miqdad Midhet Bedirxan li
Qahîra , Li paytexta Misirê rojnameyekê bi zimanê kurdî bi navê
rojnameya Kurdistan derdixe û dûrî xaka Kurtdistanê li derveyî welêt
belav dike.. wežandina Rojnameya Kurdistan ne tenê xebateke neteweyî û
rewženbîrî ye lê belê ew rojname žorežeke çandî bû di dîroka gelê kurd
de. Û ji wê rojê de heya roja îro roja 22 yê Nîsanê hemû medyekar û
dezgehên ragahandinên kurdî û tevahî gelê kurd li her çar parçeyên
Kurdistanê û li derveyî welêt hersal vê rojê bi bîr tînin û pîroz dikin. Di
wê serdemê de rojnameya (Kurdistan) bi rolekî girîng radibû di
gihandina zanyarî û bûyerên navçeyî , cîhanî û Kurdistanî de , Lewre
rewženbîr û pêžengê gelê kurd Miqdad Midhet Bedirxan ev valahî dît û bi
xebateke bêhempa ev valahî bi wežandina vê rojnameyê dagirt û bû
destpêkek ji bo rojnamegeriya kurdî, Û niha jî bûye dîrokeke giranbuha
di rojnamegeriya kurdî de. Miqdad Midhet Bedirxan, bi xwe sedema wežandina rojnameyê wiha tîne zimên: “
Di dema me ya îroyîn de, êdî her tižtên ku li dinyayê diqewimin, ji
hêla rojnameyan ve tên nivsandin û ragihandin. Gelek tižtan em ji
rojnameyan fêr dibin. Lê mixabin, kurd, ên ku hew çend wêrek, agîd û
merd in, ji tižtekî wiha kêrhatî kêm mane. Ez jî vê rojnameyê derdixim
da ku, we kurdan ji qewimînên dinyayê agahdar bikim, reyên zanistî û
merîfetê nîžanê we bidim û we težwîqê nivsandin û xwendina kurdî bikim…” Di
vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîžtinê bikim; li
kuderê mirov fêr dibe, li kuderê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê
nîžanî kurdan bidim; li kuderê çi žer dibe, dewletên mezin çi dikin,
çawa žer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.» Rojnameya
Kurdistan li serhev (31) hejmar derketin. Miqdat Midhet Bedirxan (5)
hejmarên pêžîn derxistine, Lê ji ber zordestiya dewleta Osmanî Miqdat
Midhet Bedirxan nema karibû derxista , Pižtre birayê wî Ebdilrehman
Bedirxan rojnameyê berdewam dike. Ebdilrehman Bedirxan jî ji ber zilma
dewleta Osmanî, pižtî Qahîreyê, li Swîsre û Îngilîstanê dest bi
derxistina rojnameya Kurdistan kir. Rojnameya Kurdistan li ser hev 31
hejmarên wê derketin (Hejmar 1, 1898- hejmar 31, 1902). Hejmarên 1’ê
heya 5’an li Qahîreyê, hejmara 6’an heya 9’an li Cinêvê li Swîsrayê,
hejmara 20’an heya 23’an dîsan jî li Qahîrayê, hejmara 24’an li Londonê,
hejmara 25’an heya 29’an li Folkistona Bažûrê Îngilîstanê û hejmara
30’î heya 31’ê careke din li Cinevê hate wežandin. Di heyama 47 meh û
22 rojan de, di rewžeke dijwar de 31 hejmar hatine wežandin. Di 13’ê
Nîsana 1909’an rojnameya «Kurdistan» ji aliyê Osmaniyan ve hate
rawestandin. Bi derketina rojnameyên kurdî re bîr û bawerî, zanîn û
kultura rewženbîrî ya nûjen û hižyarbûna netewî ya kurdî dest pêkir. Ji
wê rojê de têkožîna rêxistinî û rojnamegerî ya gelê kurd li seranserî
Kurdistanê dest pêkir. Di vê derbarê de Li Kurdistana Sûriyê jî tevî
ku astengî û çav soriya rêjîma Bes a žovînî li ser gelê kurd , Lê
xebatek ragihandinî hêja hatiye kirin û gelek rojname û kovar bi zimanê
kurdî hatine wežandin wek : Hawar , Ronahî , Dengê Kurd , Dîmoqratî ,
Gulistan , Kurdax , Zanîn , Nasname ,Pêžverû , Aso , Gelawêj ,Hêvî ,
Pirs , Newroz , Deng , Stêr , Xunav , Gurzek gul , Dengê Kurdistan ,
Sorgul û gelek rojnameyên din. ji ber çav sorî û hovîtiya dagîrker û
zordestan Gelek rojnamevanên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine
zîndan kirin û kužtin , Di salên 90î de li Kurdistana Bakur,
rojnamevanên paye bilind û navdar wek Mûsa Enter, Huseyin Deniz, Medet
Serhat, Hafiz Akdemir û hîn gelekên din ji aliyê dewleta Turkiyê ve
hatine kužtin. Bi helkefta 123 saliya rojnameya Kurdistan ez
germtirîn pîrozbahiyan pêžkežî gelê xwe û hemû hevalên xwe yên
rojnamevan dikim , Herwiha ez cejina hemû nivîskarên kurd pîroz dikim , Û
hêviya min ewe ku xebat û tekožîna malbata Bedirxaniyan bimîne
ronahiyek di rêya xebata rojnamevanên Kurd û rojnamegeriya kurdî de.
Silav
li giyanê Diktor Kamîran Bedirxan , Diktor Nûredîn Zaza , Apê Osman
Sebrî , Rewžen Bedirxan , Qenatê Kurdo ,Hemrež Režo , Diktor Izedîn
Mistefa Resûl û Mamoste Cegerxwîn .
Silav li giyanê hersê rojnamevanên hêja : Ferhad Çelebî , Rezoyê Osê , û mamoste Selah Berwarî
Sed silav li giyanê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan
Pêžketin ji Ragihandina Kurdî re
21 / 4 / 2021
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê
|