Keyhan Mihemedînijad
Li destpêka wê gotarê ez dixwazim bi mînakekê dest pê bikim. “Rûdiyard Kîplîng” nivîserê birîtanî dibêje, “hekî dîrok wekî çîrokan bihatiba gotin û dersdan, ti carî nedihate jibîrkirin”. Ew axavtinê “Rûdiyard Kîplîng” rast e, çimkî dîroka me Kurdan jî tim ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve bi awayê çewt hatiye nivîsîn, û ya ku niha bo me maye ji aliyê çîrokbêjan û dengbîjan ve sing bi sing hatiye gotin da ku kesên welatperwer û dîroknivîsên nîştimanhez anîne li ser pirtûkan û nivîsîne.
Min jî ew zaniyarên ku li ser mîr Bedirxan berhev kirine ji çendîn
çavkaniyan û pirtûkan mifah wergirtiye, her lewma min îşare bi çi
çavkaniyekê nekiriye.
Bedirxanê Evdalxan an jî Bedirxan Beg kurê
“Ebdullah Xan”, di sala 1803`an de li bajarê Cizîra Botan yê ser bi
Bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Lê belê nêrînên cuda hene li ser
jidayîkbûna mîr Bedirxan. Hin dîroknivîs jî dibêjin mîr Bedirxan di
navbera sala 1803 heya 1806`an de hatiye dinyayê. Bedirxan Beg ji
Malbata Ezîzan bû. Şerefxan Bedlîsî di Şerefnameya xwe de nivîsîye ku
malbata Ezîzan berê Êzîdî bûne piştre bûne Bisilman. Mîr bedirxan di sala 1830`î de îdara Botan xistiye destê xwe. Bi mîrê soran Mîr Mihemed re tifaq çêkiriye. Mîr
Bedirxan pêwendiyeke baş digel Ermeniyan hebû û herwisa biryar dabû ku
her kesek jineke Ermenî bixwaze dê alîkariya wî bike. Xortên Ermenî jî
di nav hêzên mîr Bedirxan de beşdar bûn û hêzeke baş pêk anîbûn. Mîr
Bedirxan çendîn şêwirmendên Ermenî jî di nav spaha xwe û derdorên xwe de
danabûn, yên wekî “Dumistîhan Mankoliyan, Ucansî Şalkitrîn û Mîrmarto”.
Carekê mîr serdana dibistanekê dike û ji mamosteyan re dibêje: “Her
dersxwanek navbera rûpelekê bi bê şaşî bixwîne ezê paşayetiyê bidimê”.
Li wir derdikeve ku tenê mebesta mîr eve bûye ku wan han bide ku baştir
bixwînin û serkevtî bin. Ji bo di warê leşkerî de bibin pispor û zaniyariya modern hîn bibin, gelek xortan dişîne Ewropayê. Mîr
Bedirxan gelek xizmetên baş bo gelê xwe kiriye, di dema desthiladariya
mîr Bedirxan de, ne tenê dadperwerî û vekheviyeke baş hebû, lê belê
kesên diz û gendel jî nebûn. Mîr Bedirxan di dema xwe de 2 kargehên berhem anîna “çek û barot”ê li Cezîrê çêkiribû. Mîr Bedirxan “dirav” jî bi navê xwe lêda, ji aliyekê nivîsîbû “Emîrê Botan Bedirxan” ji aliyek din jî nivîsî bû “1258`î Koçî”. Mîr
karîbû xelkeke zêde bo aliyê xwe ve bikişîne û her kesekî jî ku tawanek
kiriba bi tundî ceza dida û her kesê jî dizî bikiriba dest wê/wî
dibirî. Zevî bi erzan dida çandinkaran bi rêjeya %3 dahata wê astê
didane Mîr Bedirxan, ku ew aste jî li dahata ku dewleta Osmanî li
cotkaran werdigirt gelek kêmtir bû. Mîr alîkariya malî dida wan kes û
malbatên kêmdahat û destkurt. Her ji bo vê jî kêfa xelkê gelek bi mîr re
dihat. Şêwaza fermanrewayiya Mîr Bedirxan ev hinde tund bûye ku,
tenê kesek jî bo mînak wekî diz û gendel ji sînorên mîratiya wî de xuya
nekirine û cihê wan di mîrgeha wî de nebûye. Di dema desthilatdariya
mîrê Botan de, ewlehiyeke baş hebûye. Di wê demê de du Amerîkayî yên
“gerîde” yên bi navên “Rasist û Birat” çûbûne wê deverê û serdana deverê
kiribûn. Çar hefteyan li wir mabûn û rastê ti arîşe û pirsgirêkekê
nehatibûn. Û herwisa dîtibûn ku xelkê wê deverê û serokeşîre çiqas
dilsoz û hezkiriyê mîr in û hertim diyariyên wekî hesib û pez û malatan
bo mîr wekî xelat birine. Dadperweriya Mîr Bedirxan di navbera ol û
mezheeban de hebûye û hertimî hewil daye bo dadperwerî û vekheviyê di
navbera hemû kesekê de. Dema ku spaha Osmaniyan mijûlê şerkirinê digel
dewleta Misrê bûye. Mîr bi derfeteke baş zaniye û desthilata xwe
berfireh kiriye û bo serxwebûna Kurdistanê li Mokriyan heya Botanê
kiriye di bin desthilata xwe de. Di warê yeksanî û dadperweriya Mîr
Bedirxan de, “Mîr Celadet” mînakekî wiha aniye û gotiye: “Rûbarek hebû
navê “Çem Cihû” yan jî rûbarê “Cihû” li nêz Cezîreya “Îbin Omer” bûye.
Cihûyan ji bo rêûresmên Olî û bo bi cihanîna wacibatên Oliyên xwe diçûne
ser wî rûbarî. Û Kurdan jî diçûn û rêya wan digirtin û dijayetiya wan
dikirin. Rojekî “Xa Xam”ê Cihûyan diçe bal mîr û şikayet dike û bi dest
îşare bo wî cihê dike, lê navê wî nayêne. Mîr pirsyara navê wî cihê lê
dike, lê “Xa Xam” dîsan navê nayêne û her bi dest îşare dike. Di wê demê
de Mîr pê dikene û jêre dibêje navê wî cihê “Cem Cihû” rûbarê “Yehûd”
an ku cihê pevçûnê ye. Mîr îdê biryarê dide ku ew cihe taybet bi cihê
Yehûdan e û nabe ti Kurdek an jî ti Bisilmanek biçe wir û mudaxilê di wî
cihê de bike”. Piştî ku Bedirxan beg, di sala 1835`an de rewşa xwe
ya leşkerî, siyasî û aboriya civakî bihêz dike, hêdî hêdî wek dewletek
serbixwe xwe bi rêxistin dike. Cizîra Botanê wekî paytexta mîratiya xwe
îlan dike. Di sala 1838`an de Mîr Bedirxan ji bo têkşikandina
desthilata “Seîd Beg” alîkariya Osmaniyan kir. Wê demê Sultanê Osmaniya
pileya “Emîdî Kolonêl” da Mîr Bedirxan. Herwisa Mîr Bedirxan di sala
1839`î de jî, digel Spaha Osmaniyan beşdarî li şerê dijî Spaha “Êbrahîm
Mihemed Elî” kir û ew şere li “Tirêb” nêzî “Entabiya” rû da. Mîr
Bedirxan, di sala 1839`an de bi mîrên Kurdistanê re ket hundirê
hevkarîya pîroz. Ji herêma Wanê Mahmût Xan, ji herêma Hekarî Nûrullah û
Fetah Beg, ji serokên Hîzanê Xalid Beg, ji Mûşê Şerîf Beg, ji Qers û
Acarê Husên Begê Kor, Mîrê herêma Erdelan, Şêx Mihemedê Mûsilî û Şêx
Yûsifê Zaxoyî wek alimên mezin beşdariya wê hevpeymaniya pîroz bûn. Dest
bi xurtkirina kel û burcekan kirin. Mîrên Kurdistanê yên hevkar, ji bo
parastina dewleta Kurdî, bi hev re sund xwarin. Gelek ji dîroknivîs û lêkoler bi Mîr re dibêjin: “Bavê tevgera netewa Kurd” û gelek jî dibêjin “Serkirdeyê mezin ê leşkerî”. “Kirîs Munşara” gotiye: “Mîr Bedirxan, qehremanê tevgera rizgariya Kurdistanê bû di sedeya 19`an de”. Li
26-17- 1847`î dewleta Osmaniyan bi merema jinavbirina mîrnişîniya
Botan, hêzeke mezin a Osmaniyan ku Sultan amade kiribû, ew hêze
pêkhatibû ji: “30 hezar leşkerê nîzamî û 15000 bikirîgitî û 40 top”.
Merema wan eve bû ku bi wê hêzê dawî bi desthilata mîr Bedirxan bînin.
Bi vî awayî Osmaniyan êrîşê ser spaha Kurdan li nêzî bajarê Urmiyê kirin
û şer û pevçûneke mezin qewimî. Lê Spaha Osmaniyan nekarîn serbikevin û
ji çendîn aliyan ve rastî şikestê hatin, Spaha Kuerdan jî berevaniyeke
baş kirin, Spaha mîr Bedirxan çendîn topên Osmaniyan bi dest xistin, lê
nedizanîn bi awayekî baş wan bikar bînin. Ser wê halê de jî nexweşiya
“Kolêra” ketibû nava hêzên Kurdan û hejmareke zaf bi wê nexweşiyê canê
xwe ji dest dan. Piştî wî şerî, Bedirxan gava herî girîng avêt û
serxwebûn îlan kir. Sînorê desthelatîya Bedirxan gihîşt sînorê Wan,
Mehabat, Rewanduz û Mûsilê. Piştre Wêranşar, Sorek, Amed, Şino, Sêrt,
Sîncar, Aşna û Urmiye jî tevlî sînorê xwe kir. Bi wî awayî
desthilatdarên Tirkan çendîn rê girtine ber xwe ji bo ku zal bin bi ser
leşkerên Kurdan de. Serkirdeyên Tirkan li “Erzirûm”ê ji rêya “Mela
Mehmûd Bayezîd” ve civîn digel Mîr Bedirxan pêk anîn. Lê pêş vê ku Mela
Mehmûd bizavire, Osmaniyan êrîş kirine ser bajarê Cizîrê. Mela Mehmûd
zivirî bal paşayê Osmaniyan lê paşa ew girt û bo girtîgeha bajarê
Stenbolê veguhstin. Û nameyek jî bo sultan nivîsî û têde gotibû “ew
mirove hevalbendê Mîr Bedirxan” e û îxanet bi împratoriya Osmaniyan
kiriye, bo vê ku baş li meselê tê bigin mela Mehmûd veguhastin bo bajarê
Wanê. Bi her nirxekî bû dewleta Osmaniyan karî hindek ji serkirdeyên
Kurd ji aliyên xwe ve rabikêşin da ku di dawiyê de karîn “Yezdan Şêr”
ku keskî nêzîk Bedirxan beg bû ku serkirtayetiya hêzeke mezin a
mîrnişîniya Botan dikir, bajarê Cizîre paytexta mîrnişîniya Bota teslîmê
leşkerê Osmaniyan kir ku eva jî bû sedema wê ku morala şervanên Kurd bê
xwarê ku di wî bajarî de kargeha çek û teqemenî têde bû. Bi vî awayî
leşkerê Osmaniyan bajarê Cizîrê wîran kirin û Mîr Bedirxan bi hêzeke
mezin ve çû kela “Arox”, di wir de jî Mîr Bedirxan digel leşkerên xwe
şereke qehrimanane kir û leşkerê Osmaniyan kel dorpêç kirin û mîr piştî
şereke mezin ku teqemeniya wan hêdî hêdî dawî pê dihat, mixabin piştî
çend rojan şer û pevçûn di dawiyê de li 12-8-1847`î mîr teslîmê
Osmaniyan bû. Mîr Bedirxan dema ku birine Stenbolê bo cem Sultan û
piştî çend car dadgehîkirin ew ji aliyê Sultanê Osmanî ve hate efûkirin û
ji wir bo dorgeha “Kirît” a Yûnanê hate dûrxistin. Mîr Bedirxan ew karesate ya herifîna mîrnişîniya Botan ji bîr nekir ku ji rêya nêzîktirîn kesê wî ve xiyanet ji wî hatibû kirin. Lê sedema xiyaneta “Yezdan Şêr” çi bû? Ka em bizanin çima Yezdan Şêr kesekî nêzî Mîr Bedirxan xiyanet kir. Sedema
xiyaneta “Yezdan Şêr” eve bû: “Dema ku Osmaniyan êrîşê ser kela
“Kornîl” a “Seîd Beg” kirin wê demê Mîr Bedirxan piştgîriya Osmaniyan
kir bo destbiserdagirtina kelê. Çimkî “Seîd Beg” xalê “Yezdan Şêr” bû.
Herwisa hepsîkirina “Mîr Siyfedîn” ev çend sedemane û çendîn sedemên din
bûn ku “Yezdan Şêr” xiyanet bi Mîr Bedurxan kir. Piştî dagîrkirin û
tîkşikandina mîrnişîniya Botan ji aliyê Osmaiyan ve, wê demê Osmaniyan
gelek mal wêran kirin û sedan kes kuştin û gelek kes jî li deverên wan
dûrxistin bo deverên din û herwisa dest bi ser mal û zeviyên xelkê wê
deverê de gitin, û ew zevî bi erzantirîn nirx difirotine bîhaniyan. Mîr
Bedirxan piştî midehekê ku li dorgeha “Kirît” a Yûnanê bû, di sala
1858`î de Sultanê Osmanî biryara efûkirinê bo Bedirxan derkir, û
Bedirxan jî piştî midehekê zivirî Stenbolê û li wir jiya, lê her dîsan
demek ser de derbas bû Mîr Bedirxan Sitenbol bi cih hêla û ber bi Şamê
ve çû. Mîr Bedirxan heya dawiya jiyana xwe di Şamê de jiya û di sala
1869`î de bo hertimî navê xwe yê zîrîn hîla nava dîrokê de û çû ber
rehma Xwedê. Termê mîr li taxa “Rukine Dîn” a Şamê di nav goristana “
Mulana Şêx Xalîd Neqişbendî” de bi axê hatiye spartin. Belkî Mîr
Bedirxan çû ser dilovaniya xwe, lê wî nifşeke baş li pey xwe bi cih hêla
bû, wî dadperwerî, yeksanî û vekhevî li pey xwe bi cih hêla, wî navê
devera Botan wekî deverek welatparêz û Kurdperwer di nav dîroka Kurdan
de tomar kir. Mîr Bedirxan û malbata wî, Îro rojê her kes dizane ku
gelek alîkarî û xizmet di warê çand, dîrok, wêje û zimanê Kurdî de
kirine, û bandora xizmetkariya wan, li her çar parçeyên kurdistanê belav
bû, herwiha li Rojhilata Navîn û dewletên Ewropayê jî deng dan, û
ketine nav rûpelên dîroka cîhanê û bi taybet di nav Dîroka Kurdan.
|