Hişmend Şêxo
Berî bi sê salan di 20 / 1 / 2018an de Rûsiya çira kesk ji Turkiyê re vêxist, û bargehên xwe yên leşkerî ji (Kefircenê) vekişand , Û di Demjimêr / 4 / piştî nîvro /73/ balafirên cengî yên artêşa Turkiyê derketin ezmanê Efrînê, û navenda bajêr topbaran kirin , ji encama êrîşkirin û topbarankirina beyalî û ezmanî de bi sedan ji xort û keçên gelê me şehîd ketine û bi sed hezaran gelê Efrînê ji xaka xwe bidûrketine û koçber bûne.
Di van hersê salên borî de gelê me yên li Efrînê mane jiyaneke zor dijwar derbas dikin ji girtin , kuştin , derwarkirina bi darê zorê , destdanîna ser mal û zeviyan û operesyonên guherîna demoxrafî berdewam e , Herwiha ne tenê şerê mirovan dibe lê belê şerê miriyan jî tê kirin û heya goristanên Efrînê wêran dikin.
Sed mixabin ji helwestên navdewletî re ku hiştin dewleta
Turkiyê berê xwe bide gelê me yê Mirovhez û Azadîxwaz û berê van diz û
nandozên ku bi navê (Artêşa Niştimanî ya Sûrî) têne naskirin bidin Çiya ,
Navçe û gundên ciwan , Herwiha piştî pêncî û heşt rojan ji topbaran
kirin , kuştin û wêrankirina vê herêma aram û bêrdar li ber çavên civaka
navdewletî û cîhanê bi seranser , Li hember bêdengiya rêxistin û
komeleyên mafên mirovan gelê kurd bi kal û pîr , jin û zarokên xwe ve di
jêrzemînan de kêliyên mirin û jiyanê bi hevre parve dikirin.
Di
roja Yekşemê 18ê Avdara 2018an de, weke îro artêşa dewleta Turk a
dagîrker derbasî bajarê kurdperweriyê bû , Berê wan diz û pêxwasan dan
navenda bajarê Efrînê bi Ayeta (Fetih Elmobîn) û bi siloxanên ( Elah û
Ekber ) dest bi dizî û talanikirina mal û samanên kurdan kirin.
Di
destpêka derbasbûna Artêşa Azep de Ji ber kîn û regezperestiya dewleta
Turk û bi armanca şikandina hêvî û derûna mirovê kurd û birînkirina
rûmeta netewî ya kurdî , Dagîrkerên Turk berê wan diz û nandozan dane
peykerê (Kawayê serhildêr) ji ber ku ew ji gelê kurd re simbola Rizgarî ,
Azadî û serfiraziyê ye, Lewre berê wan çete û çolaxan dane cîgehê
peykerê wî li rex nivîsgeha partiya me ya kavilkirî.
Li wê
derê, wan çeteyên xwefiroş, bi kîn û zikreşiyeke bêhempa, Bi çanda xwe
ya kevneperest berê guleyên xwe dane Peyker û paşê zincîr û qeydên
zordestiyê di peykerê Kawayê me girêdan û ew rûxandin...
Piştî
wî karê gemar û kirêt, wan aşkere diyar kirin û gotin : ji navenda
bajêr siwar radighînin ku ( Xak bi erebî dipeyive û Efrîn ne ya Kurmanca
ye, Efrîn, Efrîna me ye ). Ji ber van kiryarên hovane yên dagîrkeran,
bi sed hezaran ji keç û lawên gelê me mal, milk, gund, zeviyên zêtûn û
hinaran li şûn xwe hiştine û ji neçarî koçber bûne, berê xwe dane çolan,
di bin baran, û sermê de, bê xwarin, bê vexwarin û bê nivîn li dora hev
hêwirî ne û bi keserên kûr û bi nerînên hejar li bajarê xwe
dinêrin!...
Ji ber vê rewşa dijwar, û di sîbera kerrbûn û
lalbûna civaka navnetewî û rêxistinên mirovî de, gelek şîrmij , zarokên
piçûk , pîr û kal û birîndarên sivîl jiyana xwe ji dest dane û bûne
qurbanên vê êrîşa hovane!.
Wekî em tev dizanin ku di dîroka me
ya nûjen de, ev ne cara yekê ye kurd têk diçin û hêviyên wan têne
sêdarkirin, Duh li Kerkûkê bû , Berî wê li Mehabadê, Rêkeftina Cezayîrê
…û îro jî li Efrînê û Serê Kaniyê ye , Mixabin herdem kurd bûne qurbanê
berjewendiyên xelkê û qelenê wê, derbiderî , penaberî û xwîna sor dane!
Piştî
her ketin û likumandinekê, Û di bin bandora êş û azariyê de , Li şûna
ku em bi Hişmendî li sedemên têkçûnê bigerin da ku di pêşerojê de careke
din ew dubare nebin, Em şerê hev dikin û her aliyek aliyên din tawanbar
dike, Û wî di ber ketinê de berpirsiyar dibîne.
Di wê Navê
de, Em rastiya rola dewletên herêmê û cîhanê û rola herdu dewletên mezin
(Rûsiya , Emerîka) yên xwedî biryar di mijara Sûrî de ji bîr dikin ewên
ku berjewendiyên wan di ser doza kurdî û di ser her tiştî re ye.
Gelî Efrînê yê Kurdperwer û mirovhez
Aşkere
û zelale ku şerê Efrînê ji encama Rêkeftina Asîtana bû , Di navbera
Turkiyê, Îran û Rûsyayê de, ku li gora wê, Efrîn kirin berdêl ji Xûteya
Rojhilatî Şamê re , Helbet hin xalên din ên ne diyar jî hene , Lê di vê
derbarê de, berpirsiyariya Tevgera Kurdî her heye, ew ji vê bêtarê bê
sûc û guneh namînin. Bi taybetî (Tev dem) û ( PYD ) ji ber ku biryara
şer û aştiyê tenê di dest wan de bû , Herwiha ji wan xirabtir jî ( ENKS)
yên ku heya bi vê kêliyê di nav hemahengiya Sûrî de mane.
Di
vê çarçewê de dûrî nerînên partîtî , Tenê ez ji dîrokê re dibêjim ku di
wê demê de ji nav hemû aliyên tevgera kurdî li Sûriyê vexwendineke fermî
ji bo beşdarbûna kongireya Sotşî ji partiya Pêşverû re hebû , Lê ji ber
helwesta Rûsî ji şerê Efrînê (Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li
Sûriyê) di kongirekî rojnamevanî de helwesteke wêrek û nerîneke zelal da
û wisa got : Ji ber helwesta Rûsiya û rêdana wan ji Turkiyê re ji bo
topbaran kirin û dagîrkirina Efrînê em naçin li kongirê Sotşî beşdar
nabin û em vê êrîşê şermezar dikin , Herwiha Partiya me gelek pêşinyarên
çareseriyê pêşkêş kirin ku Bajarê Efrînê radestî Dewleta Sûriyê bikin
ji ber ku dawiya dawiyê Efrîn beşeke ji xaka Sûriyê , daku gelê me li
ser xaka xwe bimîne û koçber nebe, Lê mixabin kes bi hawara me nehat û
bersivên ne rêyalîst û ne berpirsiyar didan û digotin : Çawa em li
Kobaniyê bi ser ketin emê li Efrînê jî bi serkevin..
Bi
helkefta vê roja xemgîn ez bejina xwe li hember Lehengên Efrînê
ditewînim. Ew kesên dilêr ên jiyana xwe û her tiştên xwe erzan kirin û
bi çandeke kurdewarî xwîna xwe li ser vê xaka pîroz rijandin , ji bo
berevaniya xaka kurdî û parastina rûmeta vî miletî.
Herwiha
hemû kesên ku destê wan di vî şerî de hebûn û berê gelê me dane kuştin ,
kavilkirin û penaberiyê û bi taybetî kesên ku mayîn di mal û xaniyê
sivîlan de çandin û çûn ez nefretê li wan tînim.
Ez hemî
xebatkarên tevgera netewî ya kurdî silav dikim û bi taybetî kesên ku
hatine girtin û li ser destê wan nandozan kotek , şewat û îşkence dîtine
ez wan xebatkaran silav dikim û bang li tevahî gelê xwe dikim kesên
Partîzan , kesayetiyên serbixwe û ji wan re dibêjim :
Erê
bajarên me hatine dagîrkirin , Lê bawerî li ciye û hêvî bilindin ji
berdewamiya xebatê re da ku gelê me ji dagîrkeriyê rizgar dibe û dighê
mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.
18 / 3 / 2021
Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê