Dara Natiq
Bi dawîhatina sala 1399’ a Rojî, salek din a pirr ji zext û givaş, tepeserî, giranî, hejarî û berxwedana qehremanane a tev xelkê welatparêz û azadîxwaz û bi taybetî ciwanên kurdperwer û şoreşvan yê Kurdistanê, bidawî hat û bi newroz û destpêka sala 1400’a Rojî rûpelek nû ji xebat û berxwedanek bi bandor û qarimanane ji bo herifandina rejîma dîktator û dagîrker a Komara Îslamî a Îranê û avakirina sîstemek demokratî û fediral di îranê de dest pê dike.
Newroz, cejna netewî a Kurd û Îraniyan, destpêka salê û
nûbûna xwezayê ye. Nêzîk bi 300 milyon kes ji netewên cuda cuda li
seranserê cîhanê, nemaze di parzemîna Asiyayê de vê rojê bi rê
û resmên cur bi cur û bi şadî û keyfxweşî ve pîroz dikin.
Xêncî nûbûna xwezayê, li gor gotinek efsaneyî, newroz roja serketina Kaweyê Asinger bi ser Zuhak de ye.
Sala
1399’an a Rojî, salek pir ji êş û azar û qurbanîdan ji bo xelkê
Îranê bi giştî û bi taybetî Kurdistanê bû. Di vê sala borî de
xelkê Îranê û kurdistanê zêdetir ji salên derbazbûyî hatine
kuştin, hebskirin û bêhurmetî bi wan hatiye kirin û rewşa jiyan û
guzerana xelkê roj li pey rojê xirabtir bûye. Astê bêkarî û
giranî û serhildana diyardeyên civakî û bêhêvîtî û hejarî li
hemî Îranê û nemaze Kurdistanê her roj zêdetir dibe. Di
Kurdistanê de ger em bi awayek Rêjeyî hesêb bikin, di wê heyamê de
hejmara kesên kuştî, darvekirî, birîndarbûyî û yên ku li bin
îşkencê de ne û yan di zîndanan de ne, zêdetir ji netewên din ên
Îranê ye.Tepeserkirina xelkê Kurdistanê û milîtarîze kirin û bi
emniyetî kirina civatgeha Kurdistanê ji aliyê navendên evlehî û
dijî mirovî yên rejîma Komara Îslamî a Îranê ve, îsal li gor
çend salên derbazbûyî de pirr zêde bûye.Serbarê wan hemû
cinayetan, dîsan cihê keyfxweşiyê ye ku encama wan hemû gorî,
xwîn û rondikan heder neçû û sala 1399’an salek pirr destkevt ji bo
bizava azadîxwazane a Îranê û şermzarî û rûreşiya rejîma
axundî a Îranê bû û di bin siya xebat û tekoşîna xebatkarên
azadîxwaz û nerazî ji desthilata desthilatdarên çeng bi xwîn ên
Komara Îslamî, pîrozî û qodsiyeta direvîn ya rejîmê mirovkuj a
Îranê têkşikandin. Bi vî awayî em di demekê de pêşwaziya sala
1400’’an a Rojî dikin ku pîrozî û qodsiyeta rejîma paşvero ya
Komara Îslamî zêdetir li hemû demekê şikestiye û stûn û
bingehên zordariya wê ji ketine lerzînê, yekparçeyî têkçû ye û
di sala nû de dê bi dehan pirsgirêk û tengasiyên çavnihêrî
kirî yên din re ber bi rû bibe. Li hember de hêzan têkoşerên riya
rizgarî ji destê zulma rejîmê û yekgirtîbûna wan, berevajî
hêviya desthilatdaran di berfirehbûnê de ye, hêviya serkevtina
yekcarî, qahîmtir ji derbazbûyî ye. Bê guman hemû ew destkevtane
û zelîl bûna rejîmê, berhema xwîn û xebata xortên biwêr û
netirs yên welat e ku di heyama zêdetir ji 40 salên/ rabihorî de ber
bi rûyê hêzên pir çek yên rejîmê hatine û bi hezaran kes ji
wan di girtîgehên rejîmê de ne û di rojêan cejnê de ji pexela
germ ya malbatên xwe û şadiya newrozê hatine bêparkirin, Lê roj bi
rojê pêtir li ser mafên rewa yên xwe ku hiloşîna rejîmê û
avakirina hikûmetek demokratîk li ser xwast û îradeya xelkê be,
rijd in.
Rewşa ku niha Îran têre derbas dibe, pir aloz û awarte
ye. Realîteya heyî di bin siya reşe rejîmê û siyasetên wê de
bûye sedem ku eniyek xurt a cîhanî li hember de ava bibe û bi
sepandina tehrîmên giran bi taybetî ji aliyê dewteta Amrîkayê û
di dema serkomariya Tiramp de rejîmê li nav qopiya kirîzan de
biçeqîne. Dorpêçên Amrîkayê bandora xwe li her biyavekê de
kiriye û bi taybetî derbên giran ji peykerê aboriya Îranê xistiye.
Lewma ji ber van zext û givaşên li ser jiyana xelkê û serbarê
hovêtî, rijdiya serkutê û ewlehî kirina bajaran ji aliyê rejîmê
ve, lê hêdî hêdî dengê nerazîbûna xelkê û hêrsa pengurî a
wan tê bihîstin û êdî roj li pey rojê dengê nerazîtiya xelkê
bilind û bilindtir dibe. Gendelî û tawanên hikûmet û
desthilatdaran, asta xelkê nerazî, dengê şeqaman, givaşa bêkarî
û nebûna derfeteke jiyana asayî bo piraniya xelkên Îranê û sedan
arîşeyên din, rejîm ber bi bimbestekî îdarî û berêveberî ve
biriye. Ew rewşe wisa kiriye ku mafê jiyaneke detpêkî di wê welatê
de neyê misogerkirin. Belkî krîz wateya sereke be ku bo lêkdana
rewşa bimbestî ya niha alîkar be. Krîz li birêveberî, krîz li
siyaseta navxweyî û li siyaset derveyî, rejîm xistiye nav
tengahiyê, bi curek ku krîz bi krîz bi rê dike.Tevî ku sala
derbasbûyî ji bo dujminê me sala şikest, têkçûn û sivikbûnê
bû, ji bo neteweyên Îranê saleke bê destkeft nebû. Di vê rewşê
de civaka Îranê û Rojhilat jî bi nîgeranî û tevî gelek
pirsgirêkan diçin pêşwaziya sala nû. Zêdebarî vê, Newroz ji bo
me tê wateya rabûn û rasaneke din. Herwisa hêmaya yekbûnê ye.
Lewma jî em bi dilekî tijî hêvî, diçin pêşwaziya sala nû û
qonaxa nû a xebatê. Di vê rêbazê de emê gavên xwe û rêzên xwe
jî xurt bikin.