Serbest UrmiyePiştî derketina bihara Erebî û serhildanên azadîxwaziyê di Sûriyayê de, derfeteke din kete destê rejîma Îranê ku bi hêceta parastina desthilata Beşar Esed û hikûmeta Beis li vi welatî, siyasetên şerxwazî yên xwe derbasî qunaxeke din bike û korîdora xwe ya Şîie, hindek din dirêj û berfirehtir bike. Bi xasma ku niha rêya Îraqê jê re wala ye û dikare di wê rêyê de him bi pirsgirêkên kêmtir ji caran derbasî Sûriya û Libnanê bibe û him jî bikeve bin guhê Îsrayîlê ku li mêj ve ye diroşma ji hole rakirina wê dide.
Serhildana bihara Erebî di Sûriyayê de, derfetek din da destê rejîma
Îranê ku bi damezirandina bingeh û cibexaneyên leşkirî, him piştevaniya
dar û destekên xwe yên herêmê, nemaze hêzên weke Hemas, Hizbollah a
Libnanê û … di heremê de bike û him jî gefê li tenahiya Îsrayîlê û
hevalbendên Ereb yên Emerîkayê bike. Li gor şiroveya “Michael Herzog”
qumandarê berê yê arteşa Îsrayîlê, Çeperên rejîma Îranê di Sûriyayê de
xwe li çeperên vê li Libnanê de dide ku berê hatibîn damezirandin. Di vê
rêyê de Hizbolla’a Libnanê kariye cibexaneyeke bihêz a leskirî ji
Îranê werbigire ku li gor texmîn û zaniyariyên dezgehên evlekariya
Îsrayîlê, pitirî 130 hezar mûşêk û xumpareyan dibin. Herwiha Îranê hewil
daye ku bi alîkariya dar û destekên xwe yên vê herêmê, tûnelên dûr û
dirêj li nezîk sînorên Îsrayîlê bikole ku di hegera serhildana şer di
navbera Îran û Îsraîlê de, bi kare di rêya wan tûnelan de bi hezeran
leşkirên xwe derbasî axa Îsrayîlê bike. Di vê derheqê de jî Hizbollah,
rola sereke digêre.
“Michael Herzog” di aliyeke din ve wiha dibêje
ku niha arteşa Îsrayîlê xwe bi gera sêyemîn a şer di Libnanê de weke
doma şerên çekdarî yên 1982 heya 2006’an, ve mijûl nake, belkû qala
hegera serhildana “şerê bakûr” dike ku arteşa Îsrayîlê di eniyeke
berfirehtir de ber bi rûyê şer di şinorên Sûriya û Libnanê de dike.
Eniyek ku ji aliyê kereste û cibexaneya pêşkevtî ya şer ve bihêz e.
herwiha ew di vê baweriyê de ne ku alîgiriya rejîma Îranê li Suriyayê,
dibe ku gefê li Urdinê jî bike. Urdin yek ji wan welatan e ku gelek
caran ji ber piştevaniyê ji Îsrayîlê, ketiye ber rexne û gefên Îranê,
Lewma parastin û evlehiya wê ji Îsrayîlê re girîng e.
Hêla sor a Îsrayîlê li hember Îranê
Di
salên borî de hewil û kiriyarên rejîma Îranê di rêya hêza sipaha Qudis û
taqimên ser bi vê yên korîdora Şî’e de li dijî tenahiya Îsrayîlê û
nemaze mûşekbaran kirina axa Îsrayîlê û bingehên leşkirî yên wê di nava
şînorên Îsrayîlê de, bûne sedem ku Îsrayîl hewlestên xwe bo parastina
evlehiya xwe tundtir bike û hêla xwe ya sor li hember kiriyarên şerajo
yên Îranê de berfirehtir bike. Piştî vê çendê jî ji bilî hizbollaha
Libnanê, arteşa Îsrayîlê erîşên xwe li ser bingehên leşkirî û
cibexaneyen Îranê di nava axa Sûroyê de destpêkir. Di vê derheqê de
arteşa Îsrayîlê heya niha kariye serkevtinê dest xwe ve bînin. Bi
awayekê ku rayedarên leşkirî yên arteşa Îsrayîlê îd’ia dikin ku karîne
pêşiya berfirehbûna kiriyar û siyasetên şerxwazî yên Îranê asteng bikin û
heya qasekê hegera serhildana şer lawaz bikin. Lê dîsan serbarê vê
hindê jî hêşta rejîma Îranê dest ji kiriyarên xwe yên şerxwazî, nemaze
di nava axa Suriyê de û li dijî tenahiya Îsrayîl û hevalbendên Ereb yê
Emerîkayê bernedayê.
“CENTCOM” çekeke din ji destê Îsyayîlê de
Di
rastî de derbasbkirina Îsrayîlê bo navenda “CENTCOM”ê, pengeheke din e
ji bo xurtkirin û biheztir kirina alîkariyen herêmî û heya qasekê ji
cîhanî bo kontrolkirina siyasetên navikî û şerxwaziyên Îranê. Li gor
şiroveya him Îsrayîl û him jî dewletên Ereb ên dijberî Îranê, pitir
çavnihêrê siyayetên Emerîkayê di heyamê serokatiya “Donald Trump” de
bûn, ji bo berhingarbûn bi Îranê re, lê wî hewil da ku ji vê yekê weke
karteke piştevaniyê bo serkevtina xwe bo gerreke din a serokatiyê,
mifahê wergire. Piştî bêhêvîbûna “Donald Trump” ji gerra duyemîn a
serokatiya Emerîkayî, wî hewil da ku serokatiya nû rastî lêgereke cidî
bike û neçar bike ku heya qasekê siyasetên serokatiya wî bidomîne.
Derbaskirina dewleta Îsrayîlê bo navenda fermandariya rojhilata navîn,
rojhilatê Efrîqayê û herêma Asiaya navîn, ya arteşa Emerîkayê
“CENTCOM”ê, serokatiya nû, hevalbendên herêmî û cîhanî yên wê neçar dike
di hegera serhildana şer li dijî Îsrayîlê yan hewildan li dijî tenahiya
wî welatî, pêre piştevan û alîkar bin.
Li gor vê biriyayê û yasaya
“CENTCOM”ê, Îsrayîlê mafê vê çendê heye ku çi dema ku şer di navbera
Îran û Îsrayîlê de serhilda, hewcehî û alîkariyên xwe yên leşkirî û
evlekariyê, him ji hêzên Emerîkayê yên herêmê û him jî hevalbendên wê,
dabîn bikin. Ev yeka jî weke karteke zextê li dijî rejîma Îranê dikeve
dest Îsrayîlê û topê dihavêje meydana rejîma Îranê, ka gelo dê desta ji
siyasetên xwe yên şerxwazî û terorîstî berde, yan dê pişta xwe di şereke
tevalî de biçemîne?