Ebdilmecît ÞêxoDi rojên
Bajarê xwe de
Ez piyasê dikim
Piþta min qiloç dibe
Lê ne ji ber bara
Tenên zêtunê
Bara henaran
Û seleka tirî
Tenê ji ber barên derd û êþan
Gava ez helbestekê bi bîra xwe tînim
Pêlên êþa dilê min
Dîsan hêmin dibin.
Di êvaran de
Rûdinim
Diponijim
Êþ ji her aliyekê de
Min gez dikin
Min dixwin
Kovan min diþewitînin
Raman min sermest dikin
Lê dîsan ez helbestekê dixwînim
Ewa giyana min sernûve vedijîne
Bi sibehan ez zû þiyar dibim
Bêhêz û bêqîret dibim
Di ber fîncana qehwê re
Dîsan ez helbestek Þêrko Bêkes
Dixwînim
Vê carê
Ez dibim
Mîna perçak nanê sêlê
Di devê zarokekî birçî de
Piþta min dibe derguþ û Lange
Ji zarokekî sêwî re.
Çawa ezê ji helbestê heznekim .?
Di rojên
Bajarê xwe de
Ez piyasê dikim
Li dewsên çavmamizan
Bejinpilingan
Ez tenê biznên reþ
Û bejnên maromîro
-3-
Li kolanên min diçêrin
Dibînim
Ez dîsan helbestek Ebdela Peþêw
Dixwînim
Hemû bêzariyên min diþwetin
Çeql û gor ji tirsa peyvê re
Direvin
Vêca ezê xêre ji helbestê
Heznekim!!! ???.
Eger ez gulek çelimisî
Di guldana dilekî de dibînim
Ez(Sebahul xeyr xanima min)
Ya Mileyê Cizîrî dixwînim
Û gula xwe dîsan vedijînim
Ez zanim ewa jî, ji min hez dike
Carcaran bêsoz serdanê
Li min dike
Xêre, çima û çawa
Ezê ji dîlbera delal
Heznekim ???
Efrîn.2019