Ibrehîm Şitlo Doktor ji xanima wî ya duyemîn û hevjîna wî Ferîda Gaz Uglyفريده غز أوغليnifşek wernegirt, lewma wî Biraziyê xwe ji Antakye – Tirkyê anî ba xwe Helebê, ku navê wî Husên bû. Dr.N. Dêrsimî bi civakî û praktîkî û her awakî xwest wî weke kurekî xwe xudî bike, Doktor Biraziyê xwe Husên pesart baştirîn dibistana ku li Helebê : American College (Dibîstaneka taybet bû, Beşek ji bo Şagirtên ku Malbata wan ne li Helebê bû li wir Avahiyek ji bo wan hebû),.الكلية الأمريكية/ كلية الأمريكان Wî di dibistanê de - beşa konvansiyonê - dixwend, radiza, dixwar û vedixwar - jiyan dikir,nerxê vê dibistanê pir giran bû. Bi gelemperî tenê zarokên malbatên dewlemend di wê de dixwendin. Lê xuya bû ku Hûsên di xwendina xwe de ne gelek jîr bû û piştre bêyê hemdê Doktor û Ferîde xan dev ji xwendinê berda.
Bi hêviya ku di jiyana wî de jêre alîkar be, li dawiyê Navê Malbata Dr. her berz û bilind vejîn bimîne.
Lê
di praktîkê de û di jiyana rojane de Kesayetiya Husên dûrî hêviya Ap û
Amûjna wî bû. Têkiliya Husên wî bi civatê re gelek kêm bû, bêdeng lê
dema tiştek bi kêrî wî nehata tûj û hêrs bû. Em gelek caran li Malê
Apê wî rastî hev dihatin û ew li civata me li wir amadebpû, lê ji ber
Hurmeta Berêz Doktor tu carî beşdarî Axaftin û goft û goyê me ne dibû. Lê
Apê hêja û Ferîde xan her ji Husên bi hêvî bûn, lewre xwestin ku Keça
xwişka Ferîde xan yê ku li Bajarê Entakyê – Tirkiyê dijiya bînin Helebê û
eger ew û Husên bi hev qayîl bûn wê bibin Jin û Mêrê hev. Bi vê armancê JALE Keça xwîşka Ferîde xan giha Helebê û li Mala Doktor bi cih bû. Biraziyê
Doktor Husên, car carna dihat Mala Apê xwe û li gel Jale xan diciviya.
Husên peyakî bejin zirav bû, bihin teng. Wî jî hema ji roja pêşîn ji
kesayetîya Jale ne bi dilê wî bû. Diyar bû ku herdukan cudahiyê hev û
din zû naskirin. Jale keçek por zer û bejin blind bû, Şiyar, serbest û
civakî bû. Zû Rewşa Doktor û xaltîka xwe naskir, Karê malê dikir, bi
xêrhatina Mêvanan dikir û jiyaneka nû xiste mala Doktor û xaltîka xwe.
Te digot qey ev Keçik ji Zarotiya xwe li vê malê dijiya. Qeder û Qîmeta
Xaltîka xwe û Apê Doktor gelek digirt. bi pêkanîna armanca wan qayîl bû,
tevî ku wê jî Hûsên naskir û eşkere digot: Hûsên ne li gora xwesteka
mine. Li dawiyê, bi xebat û lebata Doktor û Xêzana wî: Jale û Husên
bi hev mehir kirin, mehirkirina wan bê Dawet û bi tu şahîyê – li gor
Kutûra Kurdan – kifş nebû. Mala Bûk û Zava li Helebê li Kolana Cemîliyê - dûrî Mala Doktor - bû. Demek
dirêj derbas nebûbû, Xêzana Husên Jale xan gelek caran bi Rojan û
Hefteyan li Mala Xaltîka xwe dima, diyar bû ku ew û Husên li hev
nedikirin. Xeyda Jale Xan û Husên gelek dubaredibû, Li ser
daxwaziya Apê Dr. û Xaltî Ferîde, min çend caran hewl da ku herdu Huseên
û Jale bi hev re bidil ferehî li hev û din mêzekin, ji hevre biborînin,
çavên xwe ji Şaşiyên hevûdu re bigirin, her yek merema yê din qebûl ke,
ji hev fam bikin û tiştan qebûl bikin ku ew û Zarokan bi hêsanî,rehetî û
Şadî bi hevre bijîn. Çewtiyên biçûk mezin nekin …lê mixabim goft û go
li herduka bê encam dima û Rûn bi ser Dewê min nediket !. Bi taybet
min ji Hûsên gelek rica û minet kir ku ji bo navê Apê wî, ji bo
rêzdariya qehremaniya wî ku Bihna xwe li gel xêzana xwe fereh ke…lê
Hûsên bê deng dima û her li ser serhişkiya xwe dima. Piştî dora
Salekê Ji wan Kurek çêbû. Bi navê Bavê Doktor bi nav kirin: IBREHÎM li
Dadgehê li ser Xana Doktor û Ferîde xan hate nivîsandin – weke ku ew
Kurê Doktor N. Dêrsimî û Xêzana wî Ferîde xanê ye -. Apê nemir ji min
re gotibû ku wî ji serî de ji Biraziyê xwe Husên û Jele xwestibû ku
eger Xwida Kurek da wan ew Kur wê nave wî Ibrehîm be ( navê bavê Doktor
Ibrehîm bû )li ser navê Doktor û Ferîde xan bête nivîsandin, Husên û
Jale jî bi xwesteka Apê berêz qayîl bûn. Piştî Ibrehîm bi ser Piyan
ket, ica piraniya rojan li Mala Doktor dima, ji Doktor re digot: Bavo û
Ferîde xan ji Biro re bûbû Yadê. Tevî ku car carna aloziya Husên û
Jale ji Doktor û Xêzana wî re dibû sedema xemgîniyê û morala wan dişkand
lê ji şabûna hebûna Biro(Ibrehîm) li malê dilê herdûkan geş dikir û
hêvî û hêz dida wan. Biro, ronahî û Hêviya Doktor û Ferîde Xan di Jiyanê de xurt kir. Piştî pêncsaliya wî her li Mala Doktor dima. Ferîde
Xan wê demê hîna Mamostê dibistana Zarokan bû, Biro li gel xwe dibir
dibîstanê û wilo jî Biro çawa li Mala Doktor Mîr bû, di saya Yadê Ferîde
xan li nav Şargirtan bûbû delalê dibîstanê. Bûyîna Biro di pêwendiya
Jale û Hûsên tu guhirtin di warê têkiliya herdukan weke Jin û Mêr
çênekir. Herdem cenga wan berdewam kir ta ku bû tiştek normal. Em li
hemberî herdukan bê çare man. Doktor xwedan kesayetiyek xurt,awirên tûj, ji xwe bawer bû, ta roja dawîyê dengê wî her weke Zangilê sax bû., Li
ber û pêş mêvanên xwe rêz ji jina xwe re digirt, û gava ku lê dihat ji
bo vê yekê dibû û tim û tim di derheqê eşîra ku Ferîda Xanim qehremaniya
wê dûbare dikir û digot: tevî Sirgûn, alozî bi wî re zewicî û li rex wî
sekinî, li welatê koçberiyê, li seranserê salên bi êş,tengasî û gefên
Istixbaratên tirk hevaltiya wî berneda û piştgêriya wî dikir. Apê nemir Dr. Nûrî Dersimî di Sala 1966 de ji min re got: „
Lawê min ez kal bûme, ketime DEWR ETEKAMOL دور التكامل, Dewleta Tirkiyê
wê nehêle ku hûn Laşê min derbasî Kurdistanê bikin û li Dêrsimê
binaxkin“ lewre ez gelek mijûl bûm û min biryar da ku ez mirim hûn laşê
min li Ziyareta Hanan veşêrin. Ziyareta Hanan jî Axa Kurdistanê ye, dor û
hawîra wir Kurdin, li ser Rêya bakûrî Kurdistanê ye, hema bayê kurba
sar û xweş wê ji Dêrsimê car carna were ser gora min û bihna min wê pê
fereh bibe !. Piştî Lêkolîn û Pirsa ji hinek welatîyê zana, dilsoz û
bawermend ji gundên dora Ziyareta Hanan Apê Dr. biryar da ku Ew Mezelekî
ji xwere û yekî ji Ferîde Xan re li Mezela ZIYARETA HENAN ji bo
pêşerojê amade bike. Apê Hêja bi dehan car berê xwe da Gundên dora Ziyareta Hanan ji wan jî : Gundê
Meşalê û Gundê Metîna. Welatiyê van Gundan bi Dilxweşî û berzî
bixêrhatina wî pîrozdikirin û ji Biryara wî re ku ew wê Mezelê xwe û yê
Xêzana xwe li Ziyareta Hanan bicihbîne kirin. Gundî û welatiyên
herêmê bi Biryara Doktorê qehreman ji ber gelek sedeman dilgeş bûn. Yek
ji wan sedeman jî : Mezgeft û Ziyaret bi tevahî di rewşek nebaş de bû,
Dîwarê wê ji hev ketibû, berv bi hilweşandinê ve diçû. Hema ne bîra û
bala Kesekî dabû, bê xwedî mabû. «Serek Eşîr, Axe,Mixtar,
Partî:P.D.K.S, Xwendevan,Rewşenbîr û Kesayetiên wê Herêmê bi sedan belkî
bi hezaran car di ber Ziyaretê re derbas dibûn, lê kesekî ji wan rojekê
bîrnebir ku bêje an bike ku qedr û qîmetekê bide Ziyaretê û bije ku ev
beşek ji kutûrê herêmêye, Mezel û navê Kurdaye!. » Berêz Îbrehîm Evdo
(Ibrahim Abdo) ji Gundê Metîna- Çiyayê Kurd/ Sûriyê yê bi Navê ÎBIŞ
EVDO خNEL di hat nasîn berî wê her خmamê Mezgefta Ziyaretê bû. Her Rojê
خnê karê خmamê Mezgeftê kir. Dema Doktorê nemir sardana Gundê Metîna
kir, Berêz Îbrehîm Evdo Înel bi biryara Doktor dilgeş bû û xwe ji
alîkariya Projeya Avakirina Ziyaretê re amada kir û ji Doktore got : „
Ez li aliyê teme. Ji îro pêde tu çawa dibînî ez amade me ku vî karî
bibin serî û soz didim ku heta li jiyanê xweşbim ezê di xizmeta te û
Ziyaretê bim“. Ica, Imamê Mezgeftê bi dlsozî xwe da rex Apê mezin Doktor û ji bo pêkanîna avakirina Ziyaretê bi her awakî gelek xebat kir. Bi
navê Gundên Metîna û Meşalê û Herêmê Name sê çar caran – bi şîret û
zanebûna Apê nemir - birin bajarê Şamê - Peytexta Sûriyê- ba wezareta
Awqaf وزارة الأوقاف û destûra nûhkirina Mezgefta Ziyaretê û Dîwarê wê
bi fermi wergirt.( Apê Doktor Pûl û Perê çûyîn hatina wî bi tevahî
didan). Çawa ku nuhkirina Mezgefta Ziyareta Hanan bi zanebûn û
destûra fermi bû, wilo jî ji Îmamê wê re berêz Îbiş Evdo meaşek mehane
hate tomar kirin, û bilî wê , Doktorê berêz ji aliyê xwe ve mehane
alîkariyek taybetî veqetand. Doktorê nemir meaşek mehane taybet ji mele Îbiş Evdo Înel re veqetand, Lê
ji ber ku Mezgefta Ziyaretê, Goristan û Meydana Mezel di rewşeka nebaş
dabûn, Berêz Dr. N. Dêrsimî Hoste û Zanayê Avakirina Mezgeft û Mezelan
ji Herêmê û Bajarê Helebê civandin û Pîlana nûhkirina wir li gel wan
gift û go kir. Wilo jî, Hoste û Avaker dest bi pêkanîna Pîlana nûhkirina Mezgeftê, Meydana wê û Mezela Doktor û Xêzana wî destpêkirin. Bi xwe jî pir caran ji helebê bi rê diket ta ku li ser karê Avakirin û durustkirina Mezgeft û Mezel agahdar be. Piştî beşek ji Karê avakirin û Nûhkirina Mezgeft û Dîwarê dora Ziyaretê bi serî bû, Aloziyek
ji aliyê Axayê Gundê Kortikê(yê ku Mezel û Ziyareta Hanan dora 2 Km
dûre) Elî Ekrem. Rojekê ez çûm ba, min dît ew gelek xemgîne û ne weke ku
ez wî herdem dinasim…ji ber xwe ji min re got: „ Lawê min ez
dixwazim tiştekî baş bikim, lê Ali Ekrem Axa Cilûsî nahêle ku ez
Ziyareta Hanan nûhbikim û Dîwarê Mezgeftê avakim. Wî Karker û Hostiyên
ku Mezgeft û Mezela Ziyareta Hanan Kardikirin qewitandin/berda wan û bi
tungî ji wan xwest ku car din nêzîkî wir nebin. Ew dibêje ku ev der
Milkê Malbata wiye û mafê biyanîkî wek Nurî Dêrsimî nîne bêyî destûra
Elî Ekrem Axa li ser Mal û Milkê Malbata wî avahiya ji xwere çêke“. Ew
jî hîna Tehdîd ji min re rêkir ku ewê min bi rêya Dadgehê
Tawanbarke.!. » Di Kolana Mala Apê berêz û ne dûr Xelîl Axa Şêx
Ismeîl Zada cîwarbû û bi taybet Xêzana Xelîl Axa li gel Ferîde Xan
dostaniyek hebû û çûyîn hatina wan ba Dr. Nurî Dêrsimî bi dostanî hebû.
Dr. Ev Bûyera ku Axayê Gundê Kortikê Elî Ekrem pê kiribû ji Xelîl Axa re
gilî kir, li vir hêjayê gotinêye ku Xêzana Xelîl Axa Xwişka Elî Ekrem
Axa ye. Li dawiyê û piştî nêzîkî 2- 3 Mehan, bi alîkariya Malbata Xelîl
Axa şêx Ismeîl Zade Elî Ekrem Axa û li gel Xelîl Axa û çend Kesên din bi
aşîtî, dilekî xweş serdana Dr. Nurî Dêrsimî kirin. Elî Ekrem axa
Cilûsî borîna ji Doktor N. Dêrsimî xwest, poşmaniya xwe jêre diyar kir û
ji wê rojê pêve Hoste û Karkerên Avahiyê karê xwe li Mezgeft û Ziyareta
Hanan bê Alozî berdewam kirin. Dr. N. Dêrsimî xebata avakirina Ziyaretê weke dixwast bire serî. Wî mizgeft nûjen kir, ji bo ZiyaretvananJûrek taybetî avakir ku kesê bixwaze li ser Deftera Ziyaretê Gotina xwe binivîsînê. Mezelek ji xwere û yê din li teniştê ji xêzana xwe re Ferîde xan li gora dilê xwe amade kir. Apê nemir, Gotinek amade kiribû û dixwest li ser Kêla Mezela wî bête neqş kirin. Rojekê ji min re got :Lawê min,
evê ku Kevirê Kêlika Tirba me amade dikin Helebîne, erebin ewê
nizanibin van gotinan bidurustî li ser Kêlika min binivîsînin, tu here
ba wan û j iwan re rast ke. Min jî hema berî xwe da Cihê wan hostan, ew
jî li Bab Entakye(باب أنطاكية) bû – cedekî ji Bab Cinên berv bi aliya
Helaba kevin diçe. Ez giham ba Hosteyê Kêlikan, min Silav lê kir û ew jî
bi amedebûna min gelek dilxweş bû û gote min : tu temam di dema rast
û pêwîst hatî. De fermo, ez û şargirtên min bi Kurdî nizanin, ka hema
me karê xwe biriye serî maye nivîsandina van gotinan, tujî ji min re li
ser vê Kêlikê bi destî xwe binivisîne. Berî wê, min li gel Apê xwe
gift û go li ser Şêra شعر ka emê bi Tîpî Latînî an yên Erebî li ser
Kêlikê binivîsînin ?. Me biryar da ku emê bi tîpên Erebî neqş kin, Min jî li ser Kêlê ji Mermer bi destê xwe û bi tîpên Erebî şêweyê fersî weke min zanî û kanibû wilo nivîsand : Min jî li ser vê rêya dijwar, Gelek kire pir hewar, Da j ibo wejî rojekê, Dinya bibe gulbuhar Piştî wê her Kesê ku biçûya an di ber Ziyaretê re peyatî an siwar derbas dibû, silav û sipasî ji Dr. re pêşkêşdikirin. خca serdana Ziyareta Hanan weke beşek ji Kultûra Herêma Çiyayê Kurd ji nû ve hate vegerandin. Bi
saya Bîrbiriya û însiyatîfa Dr.N. Dêrsîmî, ew Quncikê biçûk ji Axa
Kurdistanê ji nûve vejî û li cem/ li ba Gelên Herêmê cihê Qedra giran û
Rêzdarîya bilind bû. Ibrehîm Şitlo Kurdish&Islamic studies 28.02.2021
|