Sahir Al Baedrî
Ez dîn kirim wan çava
Dîsa ez êxistime dava
Mal li min wêran kirin
Û agir berdane hinava
Ewan çavan dil berê
Dil ji singê anîn derê
Berê min dan wexerê
Faydenekir hêvî û lava...
Wan çavan ez kuþtim
Jê weþîn pirr tîr û rim
Hey bê wefa hey zalim
Mal li te qet ne ava...
Te dame ber rim û tîra
Û ez anîme rêza êxsîra
Bi biye zêrr û keça mîra
Ji bo te naþînim silava...
Qet nebêje li min bibore
Ezê ron´kem çavên kore
Tu di zanî dunya bi dore
Li te naborim çû gava
Dora te ye bikeve dava