Cankurd Yek ji giringtirîn û diristtirîn berhemên lêkolînî, û bi þêweya „Hevpeyvînan“ bi zimanê Kurdî di van salên dawî de ruhnî dîtine, ev pirtûka dostê hêja Bûbê Eser e, ku bi salan tê de xebitiye, da rastiyên qirkirina Enfalkiriyên Barzan ji cîhanê re derxîne ber çavan. Bi rastî ev xebateke gelek pêwîst bû, ji ber ku pir serpêhatî di dîroka gelê me de çê bûn, wek ya geliyê Zîlanê, lê ta niha lêkolîneke mirov pê piþtrast be di destê me de nîne, tevî ku ew jî bizaveke tunekirina gelê me bû.
Ta niha pirtûkeke mîna vê li ser koçberkirina Kurdên
Sovyêtistanê jî neketiye destê me, û ji ber vê yekê, mirov ji xwe
dipirse, gelo çima em Kurd bûyerên rojane, ku pir caran xwînî û dilêþ in
jî, bi þêweyekî þaxnas û pispor li qelem nadin? Da piþt û nijdên li pey
me tên bizanin çi bi serê bav û bavpîrên wan hatibû. Gelên Ermenî û
Cihoyî di vî warî de jêhatî ne û xebatên mezin kirine, hema em Kurd pir
li paþ mane.
Pirtûka kekê hêja Bubê Eser bi bergên reþ e, reþ rengê
xemgîniyê û êþanê ye, li ser bergê pêþîn wêneyekî darbaziyên
Enfalkiriyên Kurd heye û li ser bergê paþîn wêne yê dayîkeka þehîdan
heye û di bin de hatiye nivîsandin, ku li devera Barzan di navbera 1984 û
1992 çi zarok ji dayîk ne bûne, ji ber ku av û ba û jiyana mirovan tev
hatibû jehirkirin. Pirtûka ku diho ji min re mîna diyariyekê ji
aliyê nivîskar ve hat, ji 322 rûpelan e, çapa wê ya yekê ji aliyê
weþanxane ya DOZ ve di Berfanbara 2020ê de li Istanbolê hatiye çapkirin û
di bin jimareya fermî de (ISBN: 978-605-4765-36-2) tê dîtin. Qelemdarê
(edîtorê) berhemê Köroglu Karaaslan e, lê serrastkirê nivîsan Qahir
Bateyî ye, û hinde hêjayan harîkarî bo nivîskarê pirtûkê kirine. Pirtûk
bi du þêwe yên tîpan hatiye lêkirin: Kurdî ya klasîkî û ya nûjen.
Nivîskar di rûpelê serekîn de diyar kiriye, ku pirtûka wî (Hevpeyvîn in
li gel Kes û karên Enfaliyan in), bi wate ya ku ev karekî ji rastîniya
jiyana Kurdên devera Barzanî ye, ne pêjinî û ne jî roman û çêrok e. Di
pirtûkê de sergotineke weþanxane ya DOZ heye, kurtenivîsek li ser jiyan
û berhem ên nivîskarê jîr û jêhatî heye, sergotina nivîskar bi xwe jî
heye, li gel þirovekirina (Enfal û Jenosîd) gotarek heye, da mirov baþ
têbigihîne, çi bi seriyê wan kesan hatibû, ew ên ku di pirtûkê de
hevpeyvîn li gel wan hatine kirin. Li dawiya çavpêketinan gelek
belge yên wa qirkirina hovbaz û wêne yên çalkirina bi hezaran pakrewanan
mîna dokumenteke dîrokî, ya ku kesek nikane bincil bike, hatîne bi cîh
kirin, da neviyên me û teviya cîhanê bizane çi bi serê devera Barzan
hatibû, di dema hozvbazê bê wekanî de Seddam Husên. Bi rastî keda
kak Bubê Eser wilo giranbiha ye, ku pêwîst e, her Kurdek vê pirtûkê,
mîna romana wî ya hêja (Gardiyan), ku li ser zindana Amedê nivîsandibû,
bixwîne û di nav pirtûk ên mala xwe de bi cîh bike. Dest û çavên te
bimînin sax, keko, bo xebatin dî jî, ku li benda zelalkirinê mane, mîna
serpêhatiya geliyê Zîlanê û bi darvekirina bêtir ji 400 Kurdên
serhildêr, paþ þoriþa Þeyx Seîdê nemir. Silavek ji dil 24.02.2021
|