Hêvîn CeferNewroz hat Gul biþkuvîn
Deþt û zozan xemilîn
Keç û xort li hev civîn
Li ser te bûn har û dîn
Ji bo te kirin tekoþîn
Dildara min dilbirîn
Hêstirên çavan darivîn
Teqeta çogên me Efrîn
****
Dengê xwe rake Evîn
Lê merdê bike qêrîn
Hilde awazên xemgîn
Bi destana Mem û Zîn
Çanda M.Reþît bixwîn
Û qedera Ednan dilbirîn
Zerya Cemîl bilorîn
Bi tembûra Adîk bihejîn
Þa bike bi Ala rengîn
Li bavê Selah wergerîn
****
Dengê xwe hilde Evîn
Zincîra zilmê biqetîn
DARA ZEYTUNÊ bixemlîn
Xema dilan birevîn
Qet ji karwanê nemîn
Qet ji karwanê nemîn
****
02.2021