Mahir Hesen
Keniya te caniya te
heyva ji nav stêra daket
Meþa Te ,naz naziya te
Dil li ber wê mehderê ket
Êdî pey te re , Li dil de
Gulek nih veda û derket
Dil daya li dû þopa te
qet ew singê de raneket
Can jî min kir xelat , ew jî
Nehêjaya li berneket
Çav û hiþ vaya ber tene
ev tenê ji desta derdiket
Pêkve minê hemî dana
Bihayê biskê serneket
Navzirav û bisk gulavê
Gerand l’ serê min feleket