Gurkan ElhacWere þox û þenga zozanê min
Netirse ahûka narîn
Nereve kûvîka bedew
Olê min de çerm û kurk , goþtê xezala qedexe ye
Xwîna wan heram e
Bê neynik mam e
Dixawzim xwe di çavê te de bibînim
Serê xwe deynim ber siha te têr razim
xifþên te hembêzbikim
Di hêlana xewnên xwe de wan bihejînim
Destê xwe ser anya wan re bibim û bînim
Xwe ser serê min re teqle bavêjin
Ser sînga min xwe bi gevêzin
Ezê rêsiyê emrê xwe li ber wan raxim
Em bi hev re nav mêrgên dilovaniyê
Bibezin , bikevin û rabin
Ava çemê hezkirinê bipijiqîn hev
Di þikeftê canê min de veþartokê bilîzin
Em bi hev re ji ser girê hêviyan xwe biþemitînin
Em li perpirîkên tiqetiq û kenê wan temaþe bikin.
Hêmin be kûvîka bedew
Ne sosret e
Ez ne nêçîrvan im.
Dîlok:12.02.2019