Þiyar Silêman
Bixwîne, bixwîne
Xwendin jiyan e
Bixwîne, bixwîne
Xwendin giyan e
Ji bona her mirovî
Xwendin can û rewan e
Hevaltiya pirtûkê
Bo jîna me derman e
Dost û yara herdem e
Civanê wê seyran e
Dostê wê her zana ye
Yê jê dûr e poþman e
******
Pirtûk raza jînê ye
Nîviþkê serboran e
Mirov bi çi tê nasîn?
Tenê bîr û raman e
Zanîn taca zêrîn e
Bi xwendinê pêkan e
Zanîn avedanî ye
Meydana xweþmêran e
******
Kesê mejî ava be
Ew lehengê zeman e
Serî qet naçimîne
Dilêr û qehreman e
Serfirz û azad e
Xwedan navê giran e
Wateya vê jiyanê
Azadî`w serhildan e
******
Civaka pir xwenda be
Pêþketna wê hêsan e
Sitemkarî jê dûr e
Herdem þên û avan e
Civaka bê xwendin be
Warê derd û êþan e
Xizanî û nezanî
Cêwiyên ne cuda ne
Bixwîne, bixwîne
Xwendin jiyan e
Bixwîne, bixwîne
Xwendin giyan e
09/02/2021
https://www.facebook.com/shiyar.hemo/posts/2240361156097256