Lazgin Dêrûnî
Nevbera min û te jîn e
Mehdera me her evîn e
Herdû dil va lev civîne
Hêlîna eþqê danîne
Çav bilez eþqê dixwînin
Nameyê wan rasteqîn in
Hest ji dil re zû diþînin
Me ji ber wan çare nîn e
Sorgulê û þox û þengê
Wek þimamê rengerengê
Ew þeraba dev û sîngê
Mey helez û hingivîn e
Awirên çavê xumarî
Bisk û porê reþ û tarî
Lêv û ew dêmên hinarî
Dil li ser te har û dîn e
Zû were ma tu li kû yî?
Bo çi ez hiþtim û çûyî?
Ey Xuda baxtê me tu yî
Hêviya me bi cih bîne