Konê Reþ Belê ezbenî, di serê vê sala nû de, ji pirbûna pirsan tu xwe di nav bersivan de winda dike, zimanê te li hev diherbile û tu nema zane çi bêje û çi nebêje.. Tu dixwaze derewekê bike û ji derewa xwe bawer bike.. An hin derewekê bikin û te ji wan bawer bike û xwe bi derewa wan razî bike..!
Ezbenî! Kelehên bilind zû bi zû naherfin.. Deryayên þîn tu carî naþewitin.. Dergehê gulîstanên ku asoyê wan bi nêrgiz, çîçek, gul û kulîlkan xemilandîne, bi qirþûqalan nayên nayên veþartin.. Na na.. ji derewan bawer neke û bi þerîta wêne û bîranînên xwe re bixeyde û bibêje; êdî bese.. rawest e..
Ezbenî! Dinya civat e û civat, civata me ye. Pêwîste ku tu gulek be ji
dara vê civatê.. Tu gulek geþ be, gulek bi hilm û bîn û rengîn be.. Mane
sal derbas dibin, roj derbas dibin û tiþtekî veþartî di bin kurkê xwe
de nahêle û dawî, ma tu nizane ku wê roj biaxifin..
Ezbenî! Di
derbasbûna salan û guhertinên demsalan de, bîranîn têne tevdan.. Þerîta
wêneyan li demê siwar dibe û bi pêþ û paþ ve vedigere; hin dêm, bûyer û
demsal bi te re dikenin û digirîn û bi xurtî xwe tînin hizir û bîra te..
Hin caran jî çendî tu li wan bigere winda dibin, tu wan nabîne.. Dêmê
hina jî, ji ber çavên te winda nabin, li pêþ te sekinî dimînin.. Tu li
ser hina digirî û gazinda dike; Çima zû barkirin..?! Di nav re jî, tu
dixwazî dêmê hina, bi yek carî ji bîranînên xwe bavêje û bibêje; Ofyan
ez ji wan xelas bûm, bibûn bela serê me..
Ezbenî! Di guhertina salê
de, di serê sala nû de, tu rojên xwe yên derbasbûyî li serad, moxil û
bêjingê dixîne, dêmê hina ji wan kesên ku li ber dilê te þêrîn û nazik
bûn têne bîra te.. pêre pêre jî hin dostên te yên qelip têne bîra te..
yên ku te qencî bi wan kiriye û tu ji xwe re dibêje; Çima wilo kirin...
Gelo rast e qencî dibe xerabî?!! Mane Mîr Celadet Bedirxan gotiye:
"Dinya guleke, bîn bike û bide hevalê xwe".
Ezbenî! Berî ku hestê
netewî ligel min hev bigire, min zaroktiya xwe di nav kêf û þahiya
nezanî û cehaletê de derbas dikir.. Piþtî ku mezin û serwextî derdora
xwe bûm û min naskir ku ez kurd im û welatê min Kurdistan e, hin bi hin
xemgîniyê dest pê kir.. Ew xemgîniya ku rêjîmê bi plan konê wê di ser
welat û welatiyên min re vedigirtibû.. Erê ezbenî çîrok dirêj e û tevî
ku bav û kalên me ji mêj ve gotine: "Sal bi sal xwezî bi par".. Sala nû
2021 li min û we pîroz be.
Konê Reþ, 29.12.2020