Konê Reş
Di roja (24/12/2020)an de, (35) sal di ser roja koçkirina bavê min (Osmanê Evdo) re derbas dibe. Sed mixabin, wî encamê ked û westandina xwe ne dît.. Dayika min li şûn mabû û berî dor salekê, wê jî daye pey.. Car caran wê di ber xwe de ji me re dibêje: Xwezî bavê we sax ba.. wê çendî kêfa wî bi encamê keda wî bihata..
Xweş li bîra min e, di sala 1961`ê de dema ku Şoreşa Barzaniyê nemir destpê kir, her sibeh û êvar bavê min û cîranên me xwe ji radyoya me li Dengê Kurdistana Îraqê guhdarî dikirin. Her yekî ji wan li gor fêmkirina xwe ji nûçeyên şoreşê re kêfxweşiya xwe ji Şoreşa Barzanî re tanî ziman û hin caran, piştî ku li nûçeyan guhdarî dikirin ji hev re digotin; îro pêşmegeyan afatî bi serê artêşa (cêşa) Îraqê de aniye û hina digot; ku kesî me hebe, Mela Mistefa ye.
Di mala me de kesî hez Lenîn, Stalîn û Xalid Begdaş ne dikir.. Hez
Mela Mustafa Barzanî û pêşmergeyên wî dikirin.. Hin xortên gund divîbûn
bibin Pêşmerge û digotin; ji bedêla ku em leşkeriya rêjîma Sûriyê bikin
û di eniyên şerê Cihûyan an di qaçaxiya li ser vî sînorê di navbera
Serxet û Binxetê de bi gule û mayînên Tirko bêne kuştin, na, bela em di
ber Mela Mustafa Barzanî de bêne kuştin, çêtir e.. Ma Abdulselam Arif çi
dozê li Mela Mustafa dike.. Ew jî misilman e.. Bi Xwedê ji wan
misilmantire û dixwaze di malka xwe de, bi xelkên xwe re bi selametî
bijî.. Ma çi dozê lê dikin..?! Ehmedê Heseno digot: (Eger Barzanî heqê
me bistîne ez ê keça xwe (Sitî) bixemilînim û bidim xortekî pêşmerge..).
Apê min Mihemed ji bavê min re digot; keka! Tivingekê ji min re bikir
ez ê herim bibim pêşmerge..
Bêguman, mamostayê min yê jiyanê bavê
min bû, ew yekemîn kes bû yê ku di warê nivîsandinê de nav di min de
daye û ez dehif dame.. Di sala 1974an de, ji bo nameyek min, ji birayê
min re, emniyetê êrîşî mala me kir; mala me û pirtûkxaneya min sexte
kirin û bav û birayê girtin û bersivdan.. Di encamê wê girtin û
bersivdanê de bavê min ji min re got: (Law! Helbet qelema te dijwar e,
binivîse, texsîr meke…). Ev gotina wî bû wek guharekî di guhê min de..
Bavê min, gelekî hez xwendinê dikir û zor li me dikir ku em bixwînin..
Ji encamê perwerdeya wî û dayika min, me her şeş birayan û xwîşkeke
xwendinên xwe xelas kir. Hin ji me bûn mamoste, doktor, Avokat û niha
hin ji zarokên me jî bûne doktor, endazyar û avokat.. Bavê min,
nexwende bû, di mezinbûna xwe de fêrî xwendina Quranê bibû, eger carna
dixwend, ew jî bi şaşî dixwend.. û sofiyekî Barzaniyê nemir bû. Bavê
min, wek piraniya xelkên Beriya Mêrdînê cil û bergên erebî li xwe
dikirin, lê dibêjin ku bapêrên me, bi cil û bergên Kurmancî bûn. Xwedê
wan û miriyên we bi dilovaniya xwe şad bike.
Qamişlo/ 23/12/2020