Bavê Zozanê
Di roja 25.10.2020 li bajarê Bochum
a Almanî li Dêreke mezin û naz -Riedenskirche Bochum wattenscheid-pêşengeha
hunermend û peykervanê kurd ê rojavayê Kurdustenê Si`ûd Siltan di bin navê "Die
optimistisch Seelen im Gadränge des Leben" Derûnên geşbîn di qêrîn û hewar
a jiyanê de,hate li dar xistin.Bi amedebûna cemawerekî taybet ,xuyanî,neqandî,ku
pêşengeh hatubû nîşan kirin bi beşdarbûna hunermendê Almanî Alfêrd Rîbil lê
mixebin şeva pêşengehê koça xwey dawî kirbû,loma atmosfêreke şînî konê xwe
tevlî bêdengiya Dêrê di wê şeva baranî de,vedabû.
Yekemîn gotin hate xwendin ya
Keşaya navdar Monîka Vokît bû ku li ser hewar
û qêrîn û qerebalixa ku di jiyanê de pêk
tê wek babet wek raman di dirêjahiya dîrokêde axivî ,anî ser ziman, bal kişande
ser tevahiya Ceng û Bobelatan wisa jî nexweşiyên giran, pêre jî penaberiya
kotekî ku li seranserî Cîhanê di qewime.
Wisa jî mîrza Hayneriş Olndorof
dawîtirîn nama hunermendê koçkirî Alfêrd Rêbil xwend pêrejî rewşa wî ya
tenduristî a balkêş ji bîneran re şirove kir,ku ew ji wan kesên Elmaniyên
navdarbû wisa jî naskirîbû di nêv penaberan de ku timî destê alîkariyê dirêjî wane
dikir,jixwe hunermendê nemir wêne çênedikirin nejî peykervan bû lê belê weneyên
penaberan `foteyên wan` tevlî çîrokên wanî balkêş û ber bi çav bi hemî buyerên
hatibûn serê wan ta ku gihiştibûn
Elemanyayê ji cîhanê re pêşkêş dikir.Hêjaye gotinêye ku ewî- Alfêrd Rêbil- û
hunermend Si`ûd Siltan du pêşengehên hevbeş ku pir balkêş û zengîn bûn li dar
xistibûn.
Piştre hunermend Si`ûd Silatan
parçek ji mûzîkek aram û hêmen li ser
kemanê pêşkêşî milet kir ku dilê me û xwe û hemî guhdar û beşdaran şewitand.
Paşî mûzîkjenê Orgê Dîtlif û stranvana
deng zîz Lîlî Kantak straneke li gor ewan lempên mor û wan çirayên kêmî nîv
vêketî pêşkêş kirin wisa jî li pey hev Ptîna Yabolonviskî û Incîlka Moler hol
bi tevahî xemilandin.
Pêşengeha peykervan Si`ûd
Siltan 11 peyker hembêzkiribûn, bihtirî wanan ji dara"Tepê "Mazî yan
jî Berûyê hatibûn çêkirin ku hunermend bi hostayî ew dar ava û neqişandibûn, tê
bîra min berya 40 salê hunermend Si`ûd
Siltan pêşengehek wisa li Qamişlo li darxustibû lê peykerên xwe ji keviran çêkiribûn..
Dikarim bêjim ku pêşengeh bi
rengekî serkeftî hate pêşwaskiein ,cemawer hemî ku bihtirî wan xelkê cih bûn, Aleman
bûn bi dilekî xweş û razî çûne malên xwe ,eger ne ji wê êşa giran be -Kovîd 19-wê
pêşengeh bi rengekî dîtir birêva biçûya.
Ji xwe em dizanin kû hunermend Si`ûd Siltan pêvî ku peykervanekî
şehrezaye wisa jî xwedî serpêhatiyeke dirêje di warê mûzik û wênekêşiyê de ku ewî
bi xwe qunaxek dûrî dirêj ji temenê xwe di nêv van bexçan de bihurandiye.. ji xwe niha qunaxeke nuh di
gel hunermendê Ewropî li penaberiyê mil bi mil kar û xebat û hunera xwe
dipişkivîne..
Silavên germ ji yekîtiya giştî ya
nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriyê ji hunermendê delal re Si`ûd siltan re ku
şandek jê li pêşengehê amede bû , bi hêviya serkeftinên herî mezin ji evî
leşkerî nependî re ku timî tûrê kurdayetiya xwe li ser pişta xwe li hemî bajar û welatan hildigre wisa jî êş û
hêviyên miletê xwe di hûne û dirêse,nameya mirovatiya miletê Kurd li her deverî dixwêne û dibêje.
Pêşengeh bi xwarinek e sivik û maseyên tije gul û Şampaniya tewa bû.