Ji wan kesan, Evdilê Dengbêj û Mûsayê Kinê, kû herdû gor buhiþtiyan bi
deng û saza xwe civata gund û bajarên me li geleke herêma, ji Dêrika
Hemko tanî Serê Kanîyê û devarên din jî xemilandibûn. Ji gundê Sîha,
Xizna, Himara û xirbedîb, Tenûrî, Þorik tanî Enterî û Hilêlîyê gera wan
di salên 50î tanî 80î jî berdewam bû...
Di jiyaneke bi zehmetî
kêm pêdivîyên jiyanî, herduwan bi hevre, Mûsa bi Tembûra xwe û Bavê
Hesenê bi dengê xwe þevê gundiyan bi rewanbêjîyê zindî di kirin...Ger li
ser dikeya oda gundekî di þeveke havînî civata xwe li dar bixista, wê
êvarê li ser text ê razanê û banê xanîyan, rewaha Tembûra Mûsa û deng
Evdilo ê zelal li guhê heryekî, mezin piçûk, xort keç, teyr û tilûran jî
xweþ dihat....
Tembûra Mûsa xemleke bûkanî dida dengbêjiya B.
Hesenê û bi hevre di harmonîyeke bi rewan, reweha stranê li asteke
bilind bi cî dikir (di sekinand).
Telîyên Mûsa bi ser hawayekî te li
deþt û çiyayê Kurdistanê di gerand û ramnên te bi livîna tilîyên wî re
hem þad di bûn û hem jî xemgîn dibûn....Û ji niþkê ve B. Hesenê bi wî
dengê zelal û þêrîn di çû strana Looo Îskano a kû bi þewatî ji dilê
dayika Îskên hatibû der....Bi rengekî Evdilo di hiþte dilê te ji cih
derkevê!?...
Bêje lo Îskano lo Îskano lo Îskano
Pêþkêþo kêm xeberdano
Bi þevê þevgêro, bi rojê nijdevao
Fêriso pêlewano
Delalê Diya xwe bû, li te boxo li te berano......
Dengê
Evdilo û saza Mûsayê Kinê, daneke xwedayî bû...Ewan li tu dibistana
yan jî zanîngehan fêrî Mûsik û dengbêjîyê nebû bûn..Û her kû dem derbas
dibû, behreya wan a hûnerîyê zêdetir û zengîntir dibû...
Evdilo mirovekî bi xwe bawer bû û carekê nemir Seîd Gabarî got: Evdilo dengbêjekî timî li stranê sware?.
Û Mûsa jî bi demê re hostaya wî zêdetir dibû hem jî telîyên wî tê de kevnar di bûn..
Ji
alîyekî din ve jî Evdilo kurdperewerekî dil soz bû, kû bi jîrî stranê
netewî weke, Cemîl ê Syda, Fermana Ala Qemþ ê di got...uhd..
Çend caran hate girtin jî.. Lê ji pey bawerîyên xwey netewî venegerîya.
Her
çiqasî B. Hesen ê di dengbêjîya xwe de serdest û þarezabû, lê Tembûra
Mûsayê Kinê rewanek û rewaheke bilind di da derhênerî ya strana wî....
Mûsa
ne tenê Tembûrvan bû, lê belê endezyarê lê dana hemû alavên Mûsîkê
bû... Keman û Kemançe di hiþte kû bilîlînin û carna jî dengê wan bi
kartanî, kû te ne dîba tê bi gota qey zirneye? Hewqsî bi zanebûn û
hostayî jî bi kar tanîn.
Dengê Evdilo du beþ bûn yek a bilibd û
zelal û yek jî qalind û melûl...Dengê wî weke ên Qulinga bû çiqasî
bilind dibû heqasî jî zelal û nêzîk dihate guhê mirov.
Bavê Hesenê û Mûsayê Kinê bi hevre bi sedan destanên qehremanîy ê, Lawikên evîndarîyê û payîzok, gotinbûn weke:
Elo û Ftimê, Cemîlê Seyda, Slêmanê Mistê, Þah Mihemed Begê, Fatima Salih Axa, Þerê Elîk û hepsa Nisêbînê û Ferma Ala Qemþê .....