(Dikim diyarî ji zimanheza hêja Incil Delecuk re)Konê Reþ Ji ber ku kesayetiya me di zimanê me de ye û em bi zimanê xwe kurd mane, neyarên me jî, ji mêj ve, ev yek naskirine û bi rêk û pêk þerê zimanê me kirine û dikin.. Roja îro çendî em bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin û lê xwedî derkevin, wiha em hebûna xwe a Kurdî diparêzin..
Mebesta min ji vê nivîsandina li dor Dr. Omer Þêxê û hezkirina wî ji zimanê Kurdî re ku, ez wek nameyekê ji doktor, endizyar, parêzer û rewþenbîrên kurd re pêþkêþ bikim. Ewên ku di malên xwe de bi zimanê kurdî xeber didin û xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî nakin..
Dr. Omer Þêxê, ji sala 1990î ve zimanê kurdî dixwîne û propagenda
ji xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî re dike.. Ez wî ji bijîjkên
Kurd yên cuda dibînim û wî wek nimûne þanî wan didim.
Ew, di nav
kurdên Rojava, di warê bijîjkiyê de yek ji pêþengên bijîjkên kurdan yên
pêþî ye.. Ew nemroya çara ye piþtî Dr. Ehmed Nafiz Beg Zaza, Dr. Qasim
Miqdad Cemîl Paþa û Dr. Dara Arif Beg Abbas. Wî jî, digel van hogirên
xwe, derman û çareserî ji êþ û nexweþiyên xelkên Cizîrê re, bi tev
netewên ku têde dijîn daye nasîn û ew rehet kirine.
Dr. Omer Þêxê;
bi koka xwe ji Êzidiyên eþîra Bilika ye, bapîrê wî misilman bûye û ew di
sala 1939an de li Cizîrê gundê (Bitenê), baþûrî Amûdê çêbûye. Xwendina
xwe di bijîjkiyê de di zankoyên Misrê û Sûriyê bi dawî aniye. Di sala
1967an de yekemîn kilînîk li Dêrikê vekiriye, paþê li Derbasiyê û Til
Temir û ji sala 1976an kilînîka wî li bajarê Hesekê bû ta ku di sala
2005an malniþîn bûye. Û niha mala wî li bajarê Amûdê ye û xelkê belaþ
derman dike.
Her û her daxwaza wî, xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî ye.
Ez
jî, ji dil û can spasiyên xwe ji Dr. Omer Þêxê re pêþkêþ dikim û
dibêjim; xwezî doktor, pispor û zanayên me bidin ser þopa wî..
Geþbînim
ku îro li Qamiþlo du bijîjk û endazyarekî me dane ser vî rêka pîroz û
bi kurdî dinivîsînin, ew jî evin: Dr. Diyaa Receb, Dr. Mihemed Elî Ebdê/
(Dr. Memo Ebdê) û Endazyar Newaf Abdullah.. Debe hin din jî hebin..
Spas ji tevan re.
Dawî, bi min xweþ e bêjim; Eger em bi zimanê
dagirkeran siyaseta xwe, rewþenbîriya xwe û danûstandina xwe yên rojane
pêk bînin, dêmek ew keþayetiya me wek gelê kurd nîne û tev serhildan,
raperîn û bizavên gelê Kurd di ber azadî û serxwebûnê de þaþî û nezanî
bûn..!! Û di encam de pêdiviya me bi Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Nalî,
Bedirxaniyan, Hacî Qadirê Koyî, Cegerxwîn û Goran nîne û dawî taybetiya
me wek gelê Kurd namîne. Ma em bi destê xwe Mem û Zîn, Ferhad û Þêrîn,
Siyamend û Xecê bingor bikin, zargotina xwe a ku temenê wê bi hezarê
sala ye biþewitînin..?!!
Silav ji Dr. Omer Þêxê re û ji tev kesên wek wî zimanhez re..
Konê Reþ, Qamiþlo, 08.11.2020