Ronî Elî
Di peyala xwe de
Guhdarî gupgupa dilê yarekê dikim
Ne tenê lêvên min
Ji tirsa pêjna wê .. Dilerizin
Gewriya min jî
Bi her dengekî re
Hevokekê dadiqurtîne
Nizanim ka serxoþ im
An kevanê hestên bi kul
Di argûnê þeydê de
Disoje ... Û ji terazûyê dikeve
Di peyala xwe de
Dahola govendekê
Bi baskên þevê
Li ber serê dergûþekî bê deng
Lêdidim
Niçniçên xîfetan
Bi gera kadizê re
Radikim dîlan û lîlanê
Serxoþ dikevin
Û hin jî
Perwanên li ser lêvên yarê
Xwe di agirê penaberiyê werdikin
Di peyala xwe de
Segên berbangê
Li rêwiyên sînoran
Þiyar û har dikm
Çemên miçiqî
Ji damarên bîranînan
Li ser koþkê demê diherikînim
Da di govdeyê xwe de
Giyanê miriyekî
Piþtrast û nûjen bikim
Tenê ji bo li têla dil bibe siwar
Û di guhê þevê de biqîre
Hey lo lo welato .. De lê lê yarê
Di peyala min de
Morîkên gerdenê te
Mîna mûmên li ber ramûsanan
Di xwîna xwe de vedgevizin