Ereb Horê
Dengekî nazik,
Bibihîzim...
Gizgizok û lerz,
Giyanê min,
Tavêjin ser deydika,
Þîmijekî dilsoj û bendewarê,
sîngê gezo
Nêrîneke
Bi hez raberî
Min bê,
Bilind heltêm,
Di ser ewran re
Hînî fira bê bask
Dibim û li hemû,
Dildaran dibim,
Mêvan
Peþedaneke,
Kûr ji sîngeke þad,
Were der
Min tavêje
Ser pêlên derya
Dikevim xeweke
Nerm û þêrîn û
Þevên min tije dikin
Xewnên pembe
Erêyeke
Azad min
Dike þagirtekî jîr
Li ber destê
Xanimên evînê û
Li nav hemû
Ezmûnan pileyên
Bilind bi des xwe ve
Tînim.