Zahra Ramadan
Hûn dibînin ku çawa mirovên kurd bi piranî reviyan ji malên xwe,
koçber bûne ji Welatê xwe, bela bûne li welatên
azad û mirov nas, derfet li heye li zimanê xwe vegerin û bi kevin nav kar û
xebatê ji bo Azadî û serbestiya netew û welatê xwe, lê azadî û serbestî bê
zanîn çi nabê.
Ev dem bûya wek demsala payîzê, mirovên zaniyar wek pelên payîzê zer,sor, û ziwa dibin û di weþin. Gerek nifþê xort û keçe yên ciwan li welatên
azad hiþiyar bibin û zimanê xwe piþve bibin, xwendin û nivîsandin û zanîn a xwe xurt bikin , û hêdî hêdî xwe ji bin êþ û belayên nezaniyê derbixin.
Di baweriya min de gelekî þerma ku mirovên kurd dibijên em kurdin lê nizanin bi zimanê xwe yê þirîn biaxivên û bixînin û binvîsên.
Þerma ji gelek kurdên ciwan re dibijên ev dem ne dema me ye , ev xem ne xem me ye.
Çavên xwe vekin û li miletên cîhanê ên pêþketî binêrin, zanibin ku ew bi zanîn ê pêþketin û azad û serfiraz û serbest bûn , û zanibin û bi bawerbin ku Kurd ne kêmî wan miletên pêþketî ne.
De rabin ji niha ve her yek pênûsek û kaxizakî ameda bike , her tiþtê we dît û bihîst binvîsin, her hest û daxwaz di dilê we de hebê binvîsin , roj bi roj bûyer û serbihatyên rojane ku bi we re derbas dibin binvîsin.
Binvîsin bi zimanê xwe yê kurdî, û ji bîr nakin ku hûn kurdin.
Bi xwe bawer bin û serbilind bin û bibin serok û rêberên miletên xwe.
Bi hêvî me ku hûn ji vê salê û pêva nema bi zimanên dijminin xwe binvîsin yan jî bixwînin , û mafê xwe bi destê xwe ji dijminin ku hûn kirin lehîstok bistînin.