Di rojeke, ku em bi hewceyî dilovaniyê wê bûn, te negot ҫima ez
diya van ji dest wan dibin! Te bi wê yekê nekir, te ez bi hezarên kîlometran ji bav û xûþk û
birayan dûr de avêtin, û va ye heyþtdeh
sal in, ku te bi hesreta dîtina wan hêþtim. Te bi vê jî nekir, te diya min bir,
te bavê û her du bira ji min istandin , bê ku nerîna dawî li wan binerim, û
bêjim: Bavo! Birano! Oxir be, û silavên min bighênin diya min, tu bi vê jî têrnebû, û te pilana xwe gerand,
û îro te xûþka min Ferîde jî bir, bê ku tu keysekê bidî min, ku carekê xwe
bajêim hemêza wê, wek ku dema ez zarok û biҫûk bûm, min rihetiya xwe di hemêza
wê de didît. Min bi te ҫi kirî, ku vê sitema giran bi ser min de biherikînî?
Qederê tu ҫiqas sitemkarî!!
Erê Ferîdecan! Tu ne tenê xûþka min bû, tu dê bû jî. Temenê min bûye þêst û ҫar sal, û hîn jî nikanim ji bîra bikim, ku di nav destên te de mezin bûm, tu li kêlek diya me diyeke din bû, nemaze ji bo min, ez ê ku biҫûkê birayên te bûm, nikanim ji bîra bikim, ku te ez hildidam ser piþta xwe, li kolanên gund digerandim, nikanim ji bîra bikim, ku te lûsekî germ di dilê xwe de ji min re ava kiribû, min tu diêþand, tu diwestand,lê rûyê te her tim li ken bû, tu ji min nedixeyidî. Ez bendewarê wê rojê bûm, ku vegerim, û carekê, tevî vî temenê xwe, xwe bavêjim hemêza te, te bîhn kim, bîhna diya me ji te dihat. Tu ҫû yî, û te ew bîhn ji bi xwe re bir. Ferîdecan! Tika ye tu cefayên xwe li min helal bikî. Qederêêê…tika ye, tika ye, tika ye, wê bi dilovaniya xweda hemêz bike, cihê wê li kêlek û dê û bav û her du birayên min, di buhiþtê de amade bike.
|