aniha di vê kêliyê de di vê derengiya þevê de di vê nêzîkiya sibehê de bi tenêbûna dengmirî
giyan di nava min de dicemidê bêtawan di hiþê min de digirîn evînên nîvcomayî di bîrevîna min de ziwa dibin lê ez axaftina bi xwe re bi ya ti fîlozofan naguharim aniha di vê deryaya aloziyan de di vê þevtariya þevê de di vê þikefta bêdawî de bi hiþyarî çavgirtî destan dirêjî Xwedayê agir tava pîroz dikim ber bi hevraz ve diþemitim û dibime dînê tî bûna evîna xwe lê ez axaftina bi xwe re bi ya ti helbestvanan naguharim aniha di vê quncikê de di vê þîqeþîqa ewran de di vê rengmirina rengan de bi bêhna sêwiyên Þengalî rengkorî bêhnesoriyê di pozê min de dikizirîne lê ez axaftina bi xwe re bi ya ti zanan naguharim aniha di vê kurtepista nependî de di vê wêraniya wêneyan de di vê tofana hiziran de bi hêviyên melûl lerza têlên dilê min dibine giriyê kevoka serjêkirî dûjehra spî dibe mija ser þîniya bedena min û rojên hê nejiyayî di nava min de dipeyîvin lê ez axaftina bi xwe re bi ya ti dilberan naguharim aniha di vê hejariya hestan de di vê cihguhartina stêran de di vê hatina sibehê de bi awirên Bazî bi êþzayîna roja bêxewî bi windakirina siya dawî bi zêrtîrên di zikê asîman de çikeyayî ez dikarim gelek tiþtan bidim lê axaftina bi xwe re bi ya kesî nadim