Wehîd Keleş gelî gundiyan îro axa mêvanê me ye divê em bi karê pêşwaziya wî rabin Elo wesa digot : divê em li xweştirîn cih wî deynin û em jê re bidin xûyakirin ,hîn tu axayî , û tiştek nehatiye guhertin ,û hîn gotina te li cem me pir buhaye , û divê bizanê em bê wî mirîne û pariya nanê me dixwar jî ji qenciya destê wî bû , ew bav û birayê me bû
çeto gotina Elo qutkir û xwe bi serê wî de zirtikand û jê re got : de bese mal wêran , rojekê tenê bibe mêrxas , ji roja min tu naskirî ta îro tu ev malî li wir jî û li vir jî hîn tu ew kesî, derew û koletî û ziman dirêjî û her tu di bin sihika wî deyî, kesên mîna te çavê wî sorkirin û ew kir axayê xwe ma te jibîrkir axa çi anî serê me , te jibîrkir çiqasî ji xwîna me divexwar , ta segên wî jî ji keda me dixwarin yan te jibîrkir , xweş tê bîra te çawa beyarên gund tev hilkirin ? dibistana gund jî ji xwe re birin , û li ser her kesî çîrokê reş û kirêt çêkirin , û bê bextî dikirin û hîn tu dibêjî emê pêşwaziya wî bikin bi xwedê ez wî bibînim dê tifbikim ser û çavê wî , min bawer nekir ez ji dîtina wî cudabûm , dê li du me werê vir
seyda serê xwe rakir , ji civatê re got: xemnakê ez şekirekî bişkînim
jê re gotin : fermo seyda gotin gotina te ye , tu mezin û şîret karê meyî seyda destpêkir:bi navê yezdanê dilovan , û silv û nimêj li ser pêxemberê me mirovê oldar , ne xasim wekî min divê gotina rast bêje ku şûr jî li ser stukira wî be bi rastî axa hinek şaştiyê wî hebûn em nikarin veşêrin , lê li gelek deveran jî qencî dikir tê bîra we hinga çeko hatî girtin , kî ew ji destê dereka berda mizgefta gund tê bîra we kî pere dan ta me cihê şûştina miriyan çêkir hemiya bi hev re gotin tu rast dibêjî seyda seyda germkirin ,û berdewamkir
divê em li hev bibûrin ne xasim em li virin , divê dilê me fireh be
Mûsa cihê xwe xweşkir , bibûre seyda me gotina te bi şekir şikand
ez dibêjim bila cihê axa li tenişta min bê seyda na heyran axa gerek nêzîkî minê da jê re bibim şîret kar , bi xwedê vir nasnakê , û nizanê bersiva xwe bidê lê hima dostekî mirov hebê çêtire ku tune bê û li wir jî xax gelekî li gotinên min guhdarkir û li vir jî gerek ez piştgirya wî bikim
hingî dem teng dibû , û hingî dibû civat disincirî bi guftûgoyê û bi gotinan hev dikişkişandin dengê rimrima çend lingê mirovan li jora hat seyda got : hêdî, bê dengbin bi xwedê hatin vêcarê raste
dengê kolana bêr û mer û qazimeyan hat dîsa seyda got : hêdî bê dengbin bi xwedê dest bi kolanê dikin vêcarê raste
demjimêrek ji kolanê derbasbû , kolan rawestiya
mûsa got :ez dibêjim kolan giha tenişta min
Elo kêfxweşbû û got : gelekî başê nêzîkbû , bi xwedê ez destê xwe radim destê min dê bigihê tenişta wî gelek nema axayê min were
li jor mezin û zarok tev li ser gorisdtanê civiyan, axa li ser darbestê yê li jêr dîsa civat li darbû
seyda got gelî miriya , niha axa dê werê ez hêvî dikim , lêbûrîn hebê û tu kes tu gotinê ne xweş nebêjê axê ne xasim dê ji jor werê jêr , niha westiyaye , û rewşa wî ne tu reweşe heyrana we me ,wî bihêlin tenê
li jor axa kirin di gorê de xwelî dan li ser sînga wî ,gundiya "fatihe" li ser canê wî xwendin hêdî hêdî bi paşde yek yek du du dil şikestî , û hinek dil xweş vegeriyan malên xwe
û li jêr seyda û Elo hatin pêşwaziya axa û miriyan tevan bi hev re û bi yek dengî gotin: tu bi xêr hatî axa
|