Roja çarþemê 16.5.2012 Katjimêr 22,17 h ; Welatparêz , Kurdperwer û Siyasetvan Birêz Dr. Hisên Sado Kîkî li Nexweþxana Charité li Bajarê Berlînê bi temenekî 74 salî çû ser dilovanya xwedê .
Dr. Hisên di roja 25.9.1938 li taxa Kurda li Bajarê Þamê ji dayik bûye , sala 1962 koçbarî bajarê Berlîna ( Rojava ) ji bo xwendinê dibe , paþ xwendina pizîþkî û pisporiya jinan (Gynekolog) û Acupunktûr , nêzîkî 35 sala li Nexweþxanê û dûre serbixwe kar dike .
Di sala 1962 dibe endamê Komeley Xwêndikaranî li Ewropa û dibe endamê çend Komîtê Birêvebira Berlînê ya Komelê . Herweha ji destpêka damezrandina Komela Pizîþkên Kurd li Elmanya dibe endamê wê û pir caran dibe endamê Komîtê û serokatiya wê .
Ji salên 1970 de ew jî wekû hevalên din ; Organa Ewropa ya Partî Dêmoqratî Kurdî Çep li Sûrya damezrandin ko dûre wekû Hevgirtina Gel tê nasîn . Birêz Hisên cihê xwe wekû endamê Komîta Birêvebira Ewropa digre û dûvre dibe endamê Komîta Merkezî yê Partiyê . Di sala 1988 Partiyê bi cih dihêle û wekû kesekî ne girêdayî Partiyê kar û çalakî û xebata xwe berdewan dike .
Sala 2006 koçberî Herêma Kurdistanê ( Hewlêr ) dibe bo xebata tenduristî û kurdayetî karê xwe berdewm dike .
Lê mixabin berî du hefta wekû nexweþê Zerikê ( Hepatitis B û E ) tê Berlînê û dikeve Nexweþxanê û li wir jiyana xwe ji dest dide .
Dr. Hisên dihate naskirin wekû merovekî nerm, dilgerm, welatparêz, kurdperwer, alîkar, canfîda û dostê hevalê xwe bû , ko kesên wisa di nav me de pir kêm in .
Cihê Behiyê û Sersaxiyê : Kurdisches Zentrum Berlin, Dresdener Str. 8 - 10999
Berlin Roja Þemê 19.5.2012 Kat : 15,00 ta 20,00 h
Bira û hevalên Dr. Hisên
Adnan Kîkî 0173 6234226
Hoþeng Sebrî
Baha Mihemed 0171 9500255
Zinar Þêxmûs 0157 85895819