Salih Cefer
Careke din Beisîyên xwînrêj destên xwe avêtin bejna hestên kuredewarîyê
Careke din li kuþtinê bûne xwedî
Careke din xençera ji piþve dirêj kirin
Careke din bi tirsonekî rûyê dîroka xwe reþ kirin
Careke din sinçên kîn û tolhildana êlane bereder kirin
Û
bi lez û bez, kîn û nemêranîya xwe avêtên kolanên qamiþloka evînê
Û
xelkên wê dane ber pirs û hawaran
Kîne ev yên ku
Xwe dane ber agirê germahîya berîya Milan
Kîne ev yên ku
Xwe avêtin nav pêlên Feratê li hevgerîyayî
Kîne ev yên ku
Enîya xwe dane enîya harbûna Dicle û Zap
Kîne ev ?
Yên ku ji niþkave û bi tirsonekî û nemêranî
Bejna Miþelê serhildayî dane ber qurþên û golleyên newêrekîyê
Xanîyên axîn
Ceqceqê miçiqî
Zarokên xwas li kolanan
Aminê Adê
Ferhad û hevlaên xwe
Meþûqê Xeznewî
hersê Mihemed
Û
Miþel , û Miþel û Miþel
ev çi talane
ev çi bêxwedîbûne
ev çi wêrane
ka þanên nevîyên Leyla û Mezlûm û Qasimlo û Xeznewî
ka wêrekîya xelkê çîyan
ka xwedîlêderketina tolan
Ka heyfvedan
Bibûrin nemirin leheng
Em ne li gur germahîya xwîna wene
Em ne xwedîyê lehengîya wene
Em ne nevîyên cegerdarîya wene
Tu gazî û hêvîyan ji me nekin
Belkî çiyayên kurdistanêde kanibin rojekê heyfa we rakin