Besam Mistefa
" Dema bavê min nexwež bû , li
Nexwežxana Rehmê min ev nivîsî "
Yabo !
Li wê dê be !
Li wê quncikê ...
Rojê dused çixarî vexwe
Bila çavên me tije dû bibin
Û em yeko yeko nexwež bikevin ..
Li me bixe eger te xwest ..
Xeberan ji me re bide ....
..............
Ji min re bibêje :
" Besam ka hižê te ?
Wêje ti nanî nade te ..."...
Yan tižtekî nebêje û li rojan binere
Dema ew di ber te de diçin û silav nakine te ..
Û bere dilê te yê bêzar
Bibe žahidê raperîn û žorežan
Raperînên bayê
Žorežên hewayê ..
Bere bibe žahidê
Bihevketina kadizan
Harîna pêlan
Kelkela xwînê ........
*
Yabo !
Xebera ji wêjê re bide
Ewa ku tu pir jê hez dike
Xebera ji min re bide
Ez ê ku tu pir jê hez dike
Xebera ji
Erd
Asîman
Stêrk
Mirin
Jiyan
Rabirdû
Dema niho
Pažeroj
Welat
Hemû welatên dunyayê re bide ....
Belkî ,
Duvre em hew di navbera roj û ževê de žaž bibin ...
Lê !
Li wir be yabo !
Li wir be !
Li wir be !
Çavên me dê kor bibin eger
Em rojekê li wir mêze bikin û tu ne li wir be !
Ode dê mezin bibe
Dîwar wê bi salan ji hev dûr bikevin
Bêyî te
Ode dê biçûk bibe
Dîwar dê bi hevdu ve bibin
Ta ku me mîna xweliyekê bihêrin ..
Li wir be yabo !
Vaye hižê min hate serê min û
.........................
Ez bûme wêjevan !!!!
Li wir be yabo
Li wir be û hew ......!