Deham Ebdulfettah Ka em ê ji kû dest pê bikin …! Temenekî dirêj , jînenîgariyeke rengîn … û hişekî bîrewer û zelal , hemû buyer û bûyînên ku li dirêjahiya wî temenî qewimîne yan jî berguh bûne tê de amade û berdest in … ! Zincîrek ji bîranîn û bîreweriyên dîrokî di ber çavan re derbas dibe … xelek li pey xelekê dikişe û dirêj dibe … dirê.. ê .. êj û qonaxên serdema kurdeweriya tozgirtî nîşan dike …! Her qonaxeke nîşankirî bi bazinekî sorxwîn hatiye dorpêçkirin û bi tilîkên dîdevanê vê serdema xwînî hatiye morkirin û wajokirin (imzekirin) ...!
Di navbera " Sêmitikê Newaf "û " Amûda Şewitî " de (95) caran ev Zemîn li dora rojê geriyaye (1915 – 2010) . Di her çend geran de qûçek hatiye rakirin û her qûçek bûye qonaxek ji qonaxên jînenîgariya dîdevanê vê serdema me ya wêran û sitimî … ! * * * Pêşengên riya azadiyê , weku sitêrên ronîdayî di şevên Amûdê de tovên bîreweriyê diçandin . Li dora te bûn , heval û hogirên te bûn …tu jiwan bûyî û ew ji te bûn …! Hûn xwazyarên ronahiyê bûn , tu û hevrêyên xwe . (Mele Hesenê Hişyar , Reşîdê Kurd , Evdê Têlo , Osman Sebrî , Qedrî Can , Cegerxwîn , mihemed Elî Şiwêş, Ehmed Nafiz , Tîrêj û … ). Erê …! Hûn bûn evîndarên ronahiyê , xwazgînên rojê ..! we di tarîka şevên Amûdê de tovên ronahiyê diçandin …!! Çiqas zor û zehmetî we kişand..! we çiqas azar , renc û rencorî daqurtand ..! çiqasî hûn di sermê de , di germê de , li çol û gundan ,tî û birşî şevder diman ..! Rast , tu nexwendî bû , lê te ezmûna hemû hevalên xwe yên ronakbîr û xwendewer , di dilê xwe de meyandin . Tu bi textoran re yawir û birînpêç boyî , bi nivîskar û zanyaran re tu şagirt û guhdêr bûyî , bi ramyar û siyasiyan re tu ji wan bûyî ..! Di hemû qonaxên xebata welatperwerî de tu yek ji wan bûyî …! Di xweşiyê de , di reşiyê de tu yek ji wan bûyî …! Ew pêşengên riya azadiyê tev çûn , koçkirin û çûn ..! Hebanên ezmûnên xwe vala kirin dilê te û çûn ..! Erê , ew çûn û tu li pey wan , weku dîdevanê wê qonaxa dîrokî , mayî …! Di çarçova wê qonaxê de , çi dihat pirsîn tu ji pirsê re amade bûyî …! Tu dîde û dîdevanê kes û bûyerên wê dema xwînî û qedexe bûyî …! * * * Ez û tu , em (35) salan bi hev re , cînar bûn , dost bûn û heval bûn ..! Bi hev re em diçûn nêçîrê , diçûn seyrangehan û bi hev re em li şevbuhêkên siyasî û rewşenbîrî jî amade dibûn ..! Eger carekê nexweşiyek li mi peyda bibûya (nîvê şevê bûya jî) , tu û texturê xwe , hûn li ber sere min amade dibûn , we ez derman dikirim ..! tu ji min re bav û bira bûyî …!! Van salên dawî gavên te kurt bûbûn , te nema xwe ji tarê berdida . Te her êvarê li zengilê mala min dida û tu li nik min rûdinişt ! pirs û bersivên te ne yên mirovekî (95) salî bûn . Hişê te , zimanê te , bîreweriya te ,yad û bîranînên te , tev çak û ciwan bûn ..! Te hemû bûyerên giring li cîhanê (nemaze yên bi Kurdan ve girêdayî) dişopandin ..! Roja ( 24/ 8/2010) , dîsan wekî her roj , tu li cem min bûyî û bi wê germiya dilê xwe ya her car te pirsî : - De bêje lo : çi heye , çi tune ye - Ma wê çi hebe , Bavê Dara ?! Her tişt wek berê ye , tiştekî nû nîne …!! - Ma hikûmeta Îraqê çênebû , lihev nekirin ?! - Na , na ..! - Tu dibê rewşa me Kurdan wê çawan be ..?! - Baş e û wê baş be jî !! - … Demjimêr bû nêzî (6) . Te hêz da xwe da ku tu rabî . Tiştek hat bîra te , te cihê xwe xweş kir û te got : - De bêje , lo ..! Eger ez mirim tu yê min li kû veşêrî ? - Li goristana Amûdê , li rex gora Diya Dara û keça te Gulê …!! - Baş e …! Ma cî li wir heye ?! - Erê , erê heye !! Tu rabûyî ser xwe û tu çûyî ! … û cereke dî min dengê te nekir …!! * * * Beriya ku bigihêje mala xwe riya xwe bi cînarekî nexweş xist , çû serdana wî . Bi dengê topa rojiyê ( fitarê ) re gihişte malê . Şîva xwe xwar , nimêja xwe kir û çû ser textê xwe . Li ( hewşê ) xwe li ser nivînên xwe dirêj kir ..! Nêzî demjimêr ( 9.45 ) qêrîn jê hat : Nûra , Nûra were …ez mirim …! Keça wî Nûra pêve çû , .. Serê wî rast kir .. kir kixt – kixt …! Xwest tiştekî bibêje , devê xwe vekir da bibêje , lê – mirinê rê nedayê û negot …! Çavên xwe girtin û … tiştek negot …, negot û çû … !! Gelek tişt ji me re gotin û gelek jî negotin , pêre çûn … û … negotin …! Xwest ku bibêje , lê negotin …!
|