|
|
|
|
|
|
|
Doza helbesta min
Li pêş xwe binêre .. li dor xwe binêre .. şûna pêkên te..şûn mayên te ne bixwîne.. veçire.. birêse.. eniya bilindî bi rûmet... doza helbesta mine. * * * Li pêş xwe binêre ..li dor xwe binêre ..şûna pêkên te..şûn mayên te nebixwîne..veçire..birêse..eniya bilindî bi rûmet...doza helbesta mine. * * *
Kevirê xwe.... bavêje gola dilê min xêzên bê dawî bixwîne qermîçekên rûkê mine.... li binya xwe biner.... di nêv wêneyên wan xêzan de t`ê xwe bibîne di sînga dildarê xwe de. * * * Li paş xwe binêre ... deryake kûre... pîrek zêrîne û kalekî mîre... her kes dibîne..wek ku nabîne Xura piştê naşkê û çavê birçî têr nabe ku bi destê xwe... xwêdanê venemalîne. * * * Mexabin.... rengê evîna xwe tu nasnakî, dilê tijî evîn... canê bi ahîna te hate sotin û çavên li dûriya te... rondikên xwînê barandin kezeba şewitî .. peritî hêvîya sergul te ne parastî ... bi hişê xwe û hestê xwe tu derbas nebû kûraya min. * * * Çep û rast bixwîne çavê bi tenê dest û lingê bi tenê tariya demê û pertavên şevê... movikên Jînê û girêkên vînê xewnên zarokan û hêvîyên ter û xav gundên nav guhertî û çêşta derd û kulan evîna rast û durist bi yek carê... nabîne û nabîne... * * * Serê xwe rake... asîman perçake... wekî min çake... rengê du çavên te ne û sitêrên gewr û zer gulzara memikên te ne û heyva sipî boz... rengê sînga teyî mexabin …. di bin postê reş de..dinale di tariyê de.. bê rûmet maye û maye. * * * Li rewşa dêmên min binêre... mêye, yan nêre ... ne giringe... ji ebriwê xwe bi Pirrse bo çi...? şûrê rastiyê îroj koye... herdem koye... û dadî biliyaye.. wek min fedyoke wek te tirsoneke bê heyv û roke qapaxên çavên te ne jîna mine ... gewrayî nedî ye wek neynika evîna me ji ber dilopa bê rû maye, û maye. * * * Li dîdara xakê biner xurista vîna me ye geşbûna jîn û zemînê .. xwîn û xwêdana me ye Pembo bê av û xwêdan sipî nabe û genim bê tav û baran... zer û bel nabe evîn bê canfidayî geş nabe ne tirse... mû şîn naye di mista dest de...!!! mista xwe bixwîne heyştê û yek xêr û xweşiye û hîjdeh şerxwaziye Sûnd bi tewafa laleşê ″giha di bin keviran de namîne″ û namîne.. * * * Li şevbuhêrkên evîndaran biner dîroka Mem û Zînê Siyamend û Xecê û Ferhad û şêrînê Veçire û bixwîne... qelşê destê cotkaran ariya kincê karkeran Bi Pirrse li sitêra bi tenê bo çi jar û meste li kişwera jînê wek min wendaye li ezmanê evîna te. * * * Carekê tenê binêre avjeniyê di çavê min de bike her tê nasbike çavên bi tenê qotê serê xwe qet nabîne ku tu xwe nebîne kes te nabîne.... wiha, dilê min te nacivîne û ...... ″Xura pişta te naşkê ku tu bi destê xwe ne xurîne″.
-------------
Hejiya
Mehmûd Badilî mbadili3@hotmail.com Dil û can .. hejiya tev çiya Dadî û mirovanî .. xak û ezman .. hejiya jiyan westiya ...!!! Zivistanê ... dixsiya di hestê xweyî bêhiş de hilorkir ... şevê xemla tariyê li gerdena sozê kir havînê bi germî beravêt kirasê pîlanê li bejna roniyê kir Faşista Turk û kîna merezdarî xwelî li dêmên dozê kir xewnên mezin bi dardakirin û xewnên bi çûk .. sînor jêra lêkirin azadî sergûn kirin. * * * Belê …. hemî rengê xebatê li bejna me tê... agir... evîn... Tevde dibin av .. diherikin mîna xwînê dibin ba.. rengê bahozê dîn dibin û .. carna ... xunavê dêjînin dibin berbang .. û rojek zelal .. em dibin gulzara biratiyê û neyar xwîna çiyan tev xunva birûmet dinoşin * * * Ho ″Ahora mez da″ bihna xwîna me .. hêstirê daran .. û nalenala gund û bajaran tu nakî ... Bo çi tu deng nakî ? rabe... rojê sed carî ″Anahîta″ tê kuştin, û îroj girtin û şewitandin. lûsa me bûye zindan dadî, bi sêdara şevê bidarvekirin .. Bêje : dê çawa em ê nebin agir. dil, laş û rewan ... tev hatine sotin roj bi rojê .. agirekî nû xwe li rewanê me dipêçe bi hezara keç û xort mina ″Evcîniya″ bo welat xwe kirine qurban ″Leyla″ ″Zîlan″ û rûmeta agirê ″Mezlûm doxan″ şoreş...yekîtî, evîn û zanîn Dê em jî karibin bi kevir kaniyê xwe li ser dîwarê çaxê wênebikin navê xwe pertûka berxwedanê bixwînin di kezeba asîman de vekolin azadî, azadî.
|
|
|
|
|
|
|
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene |
|
| |
|
|
|
|