Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Lêkolîn: Rola kovara Ronahî di çand û bizava çapemeniya Kurdî de.. Hej.(17,18,19, ) Xelel:10

 


Dr.phil:Ebdilmecît Şêxo

Di van sê  hejmarên jorîn de em kanin van çîrokên jêrîn bixwînin;1-(Ehmed Çeleb),çîrokbêj (hej 17).2-(Sîropîvaz),çîrokbêj.3-(şêr û mişk û rovî),Birahîm Îsa(hej.18).4-(jin jî hene û jinok jî hene) Çîrokbêj 5-(lê ne bê tiving ),Melayê Şozê.6-(Kirasê bextiyariyê).Evdilezîz Metwar.(hej.19).
Emê li vir bi kurtî naverokên çend çîrokên vebjartî û balkêş li ber çavên xwendevanan rêxin;çîrokbêj bi vê hevoka di nav çêrokbêj û gel de  pir naskirî çîroka xwe dest pê dike:(Carek ji caran rehmet li ser dê û bavê guhdaran;)paşê ew çîroka xwe dibêje.Çîrokbêj çîroka xwe di bin navnîşana (Ehmed Çelebî) de  weha dest pê kiriye:Carekê şivanê gundekî û gavanê gundekî dîtir gelek dostên hev bûn,ew heroj li çolê hevdu didîtin,


rojekê gavan dît ku şivan bê kêf e,gavan ji şivên pirsî:Bira tu çima bê kêf î ?.Şivên got:Min şeva çûyî xewnek dîtîye,lewra ez bê kêf im;min dît ez dirêjkirî bûm;Roj li milê  min yê rastê bû,Hêv li milê min yê çepê bû û du stêrk li ser sîngê min dilîstin,li vir gavan ji şivên pirsî,tu xewna xwe bi çêleka min  nafroşî?Şivên gote gavên: Belê ,ez difroşim. Êvarê gavan  bi gundiyên xwe re got:Divê hûn li gavanekî din bigerin!Ezê herim cihekî din û ew di sibeha din de çû.Di rojekê de çû ber dergeha Diyarbekirê,lê derî girtî bû, gavan dît ku mirovek li ber dîwêr razaye û hespê wî jî li wê derê ye,gavan li nik wî rûnişt û ew şiyar ne kir,lê ewî dengek ji serê dîwêr bihîst û ew bi gavan re dibêje:Bigre gavan! Gavan ew girt û ewî dît ku  ewa xurcek tijî zêr in û bi wî re got:Wan deyne ser hespê xwe û tu alî min bike taku ez jî bêm cem te,gavan alîkariya wê kir û ewa jî hat,lê awa kî bû? Ewa keça hakimê Diyarbekrê bû.
Keçkê bi gavên re got: Sîwar be,gavan keçik  li pişt xwe sîwar kir û ew çûn ta roj li wan hilhat,Keçikê got:Min di xewna xwe de dîtiye ku ez bûme jina şivanekî û xweda bike ku şivan were û ne gavan were, piştî demekê; keçkê
di dilê xwe de got:Ez bicerbînim û got: Xwazî ev mêrgçîmena han tijî pez bûya û tu jî li ber bûya û du seg li paş te hebûna,mêrik deng ne kir,li vir  jinikê di dilê xwe got:Ev  gavan e  û ev ne şivan e, lê ew hîn di rêkê de derin, keçikê dîsan got: Xwazî ev mêrga  tijî  dewar bûya û tu jî li ber bûya!
Gavan got:Xwazî,lê keçikê zanîbû ew mirov gavan e û ew  ne şivan e,ew çûn û gihane Musilê,ewan li wir xanîk ji xwe re kirê kirin û li wir mehra xwe jî kirin,lê navê vî gavanî Ehmed Çelebî bû.Rojekê gavan Ehmed Çelebî çû  hemamê(serşokê),ew ji hemamê derket û zêrek daye hemamcî,jina hemamcî got:Ehmed ehmaq e,yan jî ew mirovekî zor mezin e  û paşê  wê bi mêrê xwe re got:Bila ew siba were cem me taştê bixwe,bila ez wî bibînim, Ehmed bi jina xwe re got:Ezê herim cem hemamcî taştê bixwim,lê jina wî jî got:Bila hemamcî were cem me taştê bixwe.¬Ehmed taştê li cem hemamcî xwar,lê jina hemamcî ji wî pirsî,te çima birinc nexwar¬¬¬?Ehmed got:Ez ji birincê aciz bûme,li vir jinikê got:Ehmed mirovekî mezin e û ew ne ehmeq e. Di pişt re hemamcî jî çû mala Ehmed Çelebî,çavên wî li jina Celebî ket,hişê wî çû,lê jina Çelebî got:Tu birayê mêrê min î,yan tu kurmamê wî  yî, ewê dest avête darekî û li hemamcî xist,hemamcî çû cem hakim û ewî kir hawar û bi hakim re got:Mal ji min re  jin ji te re,hakim got:Herin wî bikujin û jina wî ji min re hûnin,lê wezîr(şalyar) qebûl ne kir û got:Bila hakim tiştekî ji wî bixwaze ku ew nikane wê pêkbîne û  bila paşê wî bikuje,hakim Çelebî xwast cem xwe û bi wî re got:Çelebî ez hinek sêvên cinetê ji te dixwazim û eger tu ji min re nînî,ezê te bikujim,Çelebî hat cem jinka xwe Xemgîr,jinikê bi Çelebî re got:Xweda xêr bike,Çelebî bi jina xwe re hemû got,lê jina wî got:Tu here cem hakim û ji wî re bêje:Tu mihleta(fersenda) çel rojan bide min,ezê ji te re bînim û mesrefa min û mala min  ji kîsî hemamcî  ye.
Çelebî zivirî mala xwe,jina wî bi wî re got:Tu wê hişîniya hanê dibînî,abidek li wir heye,ew quranê dixwîne ,tu here cem wî,ewê sêvan ji te re peyda bike, Çelebî çû cem wî,bi abid re got:Ez bi te û  tu bi xweda,Abid got:Siba în e,tu here nav hêşaniyê,ew rezê serdara periya ye,birkek avê di nav rêz de heye,darek ya gula li ser birkê  heye,di  nav dara gulan de xwe bike xew  û dema bibe sibe û roj bilind bû ,sê kevok wê bên li ser  dara sêvê, ji wan didu wê biçin nav rêz û yek wê were ser  birka avê, ew serdara periyan e,kevelê wê ji wê  bidize û wê hûne cem xwe,ewê sêva ji bo te bîne.Çelebî kevelê wê ji wê dizî,lê wî ji wê pirsî tu ins î,lê tu cin î? Lîbasekê bide min,ezê xwe pê bistirînim,Çelebî ebayê xwe dayê,ewê ji Çelebî pirsî tu çi dixwazî,Çelebî got:Ez hinek sêvên cinetê dixwazim,ewê gote Çelebî,sêvên cenetê mihal in,( tune ne), lê belê ezê sêvan ji baxê îrem ji te re bînim, serdara periya bang li hevalek xwe kir û gotê: Zûke kefik(mistek sêvên cinetê(buhiştê) ji baxê Îrem bîne!
Perî çû û sêvên cinetê anîn,Ehmed Çelebî serdara periya li pişt xwe sîwar kir û  hat mala xwe,di wê şevê  de serdara periya li xwe mehir kir.
Bi sibê re sêv birin ji hêkim re,lê dîsan vê carê herdu jinên Çelebî li hemamcî xistin û hemamcî dîsan çû cem hêkim û got: Ta niha yek bû,lê niha  bûne dudu,hêkim got: Herin  Çelebî bikujin û herdu jinên wî ji min re hûnin!Lê dîsan wezîr qebul nekir û gotê:Tu tiştekî ji wî bixwaze ku ew niknibe bike û paşê wî bikuje.Hakim bi Çelebî re got:Ez ji te dixwazim; tu îşev heta sibehê ji min re qesrekê ji zêr û zîv li ser avê çêkî,eger tu nekî,ezê serê te jêkim.Çelebî vegeriya mal,jina wî ya serdara Pêriya  gote wî: Xweda xêr bike,Çelebî hemû tişt bi wê re got,lê jina wî bi wî re got:Tu here cem hêkim û bêje baş e,ezê çêkim,lê bila hemamcî bi nîvî mesrefê(lêçûnê)alîkariya min bike,Çelebî bi hêkim re weha got.Hakim mala hemamcî giş istand û ewa radestî Çelebî kir,jina Çelebî ya serdara periyan bi cinan re got:Divê hûn Îşev heta sibehê qesrekê ji zêr û zîv li ser avê çêkin û wan  bi wê re gotin:Qenc e. Di sibehê de rabûn û dîtin qesir çêkirî ye,Çelebî û hakim çûn qesrê,hakim li gel wezîrên xwe û hemamcî çûn qesrê,serdara periyan got:Mêrê min li gel wezîr ji qesrê derxînin û qesrê  di gel yên din di avê de winda bikin,wan wisa kir û paşê wezîr kirin hakimê bajêr .
Çelebî li mala xwe rûnişt ta ku Xweda du  lawik ji herdu jinan danê,lê rojekê Çelebî xwe dirêj kiriye,serdara periyan li milê rastê rûniştiye û keça hakimê Diyarbekirê li milê çepê rûniştiyê û herdu lawik li ser sîngê wî dilîzin,Çelebî got:Ev xewna min temam bû,lê herdu jinan jî gotin:Me xewna xwe dîtibûn, em bibin jina şivanekî û(çîrok çû deştê û bavên me çûn bihuştê).
Di vê çîroka jorîn de; em dibînin ku çawa lehengên wê bi jîrbûn û hunerên lihevhatî rolên xwe dilîzin û çawa çarenûsên wan jî ne herdem li gorî  daxwazên wan bûn û ew pir bi fantaziyên mezin pêkhatine,di vir de metelokeke Kurdî jî xwe di ber çavên me re derbaz dike (Bûka li ser hespê tu nizanî qismeta kê .)
Di çîroka (şêr û mişk û rovî ) de jî Îbrahîm Îsa bi kurtasî weha dinivîse:Carekê şêrek rastî  roviyekî hat,şêr dît ku hirmek di devê roviyê de ye,ji wî pirsî,ev çî ye tu  dixwî? Rovî got:Ev hirme ye,şêr ji wî pirsî, hirme
çî ye?Rovî got:Ew bi daran ve şîn dibin,ew tiştekî şîrîn e,şêr dîsan ji rovî pirsî,ew li ku şîn dibin?
Rovî gotê:Vaye li ser vî çîyayî hene,eger tu bixwazî,emê herin wir û ew herdu çûn wir,şêr dilpijokî bû û ji rovî pirs kir,emê çawa van bixwin ?
Rovî got:Em rovî  bi dûvên xwe lêdixin û wan ji daran diweşînin,şêr jî mîna rovî dûvê xwe li darê xist,lê ew ne weşiyan,ewî ji rovî pirs kir kanî ew ne
weşiyan? Rovî gote şêr:Ezbenî xurtaniya we şêran di milên we de ye,tu pişta xwe bidiyê û bihejîne!Şêr pişta xwe dayê,lê ew ne weşîn  û ewî  dîsan bi rovî re got: Ew newşîn, çima? Rovî bi şêr re got: Ezê te bi darê ve girêdim ta ku tu kanibî darê bihejînî.Şêr gote rovî:Min girêde,rovî bi rovikên dewaran şêr ji jêr de  tanê jor bi darê ve girêda û ew ta dema êvarê bi darê ve hêşt.Rovik hişk bûn,tîngînî jê dihat,paşê rovî bi şêr re got:Xwe veweşîne,şêr xwe veweşand,parsiyên wî gihan hev û ewî bi rovî re got:Tu zû min ji darê veke!Ez mirim,rovî li şêr vegerand û got:Tu bimre sehê pîs,me ji berê de şêr bi daran ve girêdidan,şêr çend rojan bi darê ve maye girêdan,paşê mişkek di bin lingê wî re çû û hat,şêr ji mişk pirsî; tu min ji vê darê venakî,ez mirim, lê mişk ji şêr pirsî,kê li te weha kiriye? Hûn mezin ji berê de serek hevalên pîs û qeşmeran in,eger ne em bin,herdem rovî wê wilo li serên we bikin, şêr gote mişk: Ezbenî tu niha min berde û emê paşê  deng bikin,mişk serê xwe rakir û şêr filitand,şêr li mişk dinêrî û digot: (Tfî li wî welatî be ku rovî  mirovan girêdide  û mişk mirovan berddide).
Di vê çîroka borî de;em dîsan hin diyardeyên balkêş dipelînin,yanê di civaka lawiran de pir hatiye naskirin ku rovî xapînokên herî mezin in û şêr  jî bi rindî û bi hêzên xwe navdar in,lê tevî vê rastiya geşdar,dîsan rovî di vir de û li pir deverên din kanin dubaran li şêran û lawirên din zû,zû bikin û mixabin  şêr hîn  waneyên xweparêziyê di pêvajokê de fêrnebûne.Li aliyê din jî mişkên ku di malan de cirîtê dikin û bê wijdan xwarinên malan dixwin,cilûbergên xwediyên malan diqetînin ,dîwaran qul dikin  û her tişên  xerap di malan dikin,ew şêran ji tengiyê rizgar dikin,bêgûman ev çîroka rewşa siyasî ya dewletan dide ber çavên guhdar û xwendevanên  xwe ku çawa kesayetîyên qenc û xêrxwazên gel û welatên xwe bi destên xerap têtin  êşandin,têtin zîndankirin, lê ew bi destên kesên mîna mişkan têtin rizgarkirin.        
Lê çîroknivîs di çîroka (jin jî hene û jinok jî hene)hejmara,(19) an de  dibêje:Padîşahek hebû,biryar istand ku ji şîvan û şûnda bila çire vêketî nemînin,lê ewî dît ku di şevekê de çirek di qesrekê de vêketiye,ew û wezîrê  xwe derin qesrê, ew di wir de qîzekê û xortekî dibînin,ew qîz û xort bi dore radikevin,Padişah ji wezîrê xwe pirsî,gelo kes heye ku dilên wan ji hevdu bike?Wezîr got:Belê! Lê  Padîşah ji wî pirs kir:Tu kanî pîrekê peyda bikî ku dilên wan ji hevdu sar bike,wezîr got:Belê,ewî pîrek dît û bi wê re got:Tu here filan qesrê û dilê keçkê ji xort sar bike û belkî ew keça xurt bikuje  û  ewa were Padîşah bistîne.Pîr çû û ew keça dît,pîrê dagrî,keçkê ji pîrê pirsî tu çima dîgrî dayê? Pîrê got:Dilê min bi te dişewite,tu layiqî Padîşah î,keçkê got:Lê ez çawa bikim?Pîrê got:Êvarê di xewê de bi kêrekê serê wî jêke û paşê Padîşeh te bibe.Pîrê êvarê bi wezîr re got:Min kar qedand û herin, keçik wê serê  xort jêke û ewê  serî wî ji we re bavêje.Padîşah û wezîr çûn qesrê û keçkê  rast xort kuşt, serê wî jêkir û avête cem Padîşah,lê  Padîşah serê wî  bi xwe re bir.Di sibeha din de keçik anîn ji wî re,lê Padîşah ewa xenqand û bêhna wî jî pir teng bû  û ji wezîr re got:Madam pîrek ewqas bêbext in,vaye ez diçim ber behrê(deryayê)û ezê piştî çel rojan  vegerim,ez emir (fermanê) didim te; ku tu  serên  pîran di bajarê min de jêkî  û pîreka min û xwe jî bikuje! Wezîr berê pêşîn jina xwe kuşt û paşê xwast diya xwe jî bikûje,lê bavê wî nehêşt û gote lawê xwe:Tu dîn bûyî,wezîr got:
Ev fermana Padîşah e,bavê wî got:Eger weha ye;tu bisebire taku Padîşah tê,ezê ji wî pirsekê bikim,eger qebul nekir,bila te jî bikuje,Padîşeh hat û ewî dît kesek ne hatiye kuştin,Padîşeh vegerî mal û bi wezîr re got:Min ferman daye te ku tu pîrekê bikujî,lewra ezê serê te jêkim.Wezîr gote Padîşah:Bavê min ne hêşt ku ez tukesî bikujim,bavê wî hat cem Padîşah û bi wî re got:Padîşahê min!Ez xurt bûm,karê min nêçêrvanî bû, rojekê sîwarek di ber min re diçû û silav neda min,ez pir qeherîm û min bi xwe re got:Ezê filan kes bim û ew silavê nede min,lê ez ji  piştve gihame wî û min lêxist,ewî deynekir û çû!Ez carek din li dûv çûm û min carek din lêxist,ew li min zivirî û ez hilanîm,min pir kir qêrîn û got: Ji  boyî xweda tu min berde,ezê ji te re bibim xulam,ez hilanim û ez danîm ser hespê min û şûrê min jî daye destê min û gote min:Ez kuda diçim,tu li dûv min were,lê tu li ser îşê min xeber nede!
Ew çû û ez li pişt wî çûm,em gihane qesrekê û ewî serê hespê daye destê min,ji min re got¬¬¬:Kuro ezê herim vê qesrê û eger ez piştî du setan(katjimêran) ne hatim,xurca min tijî zêr e û wan ji xwe re bibe, ew çû qesrê û vegerî  û bi min re got: Bigre! Min ew girt û min  dît ew serên heft mirovan in û  bi min re got:Sîwar be  û em çûn û em gihane ser tirbeke nû û ewî devê tirbê vekir û bang kir û got: Min heyfa te istand  û ew zivirî û bi min re got: Tirbekê ji min re veke! Min tirbek vekir û min dît  ew  dixwaze xwe bikuje,lê min got:Tu ji min re  mesela xwe bêje û ewî  ji  min re got: Ez qîzek im,ev tiraba han mêrê min bû,ev heft seriyên han pismamên min bûn,dilên wan bi min de hebûn, ew rabûn mêrê min kuştin, min jî wed(soz) kir ku ez heyfa wî nestînim,ezê wilo li dinyayê bigerim û min îro heyfa wî bi destên xwe hilanî û ezê  jî xwe bikujim, ez di pey wî re tu mêran nakim û ewê  xwe kuşt.Padîşayê min(jin jî hene û jinok jî hene).Di nav bajarê te de  qenc jî hene û  xirab jî hene, lê  Padîşah jî  wezîrê xwe efu kir.
Wek me dît ku çawa jinekê bi hemû awayên lihevhatî û pir bi tektîkên serketî tola mêrê xwe vede û ewa sozê dide ku ewê bimîne dilsoz ji mêrê xwe re  û ewê bimîne jinek dilsoz  û  nabe jinokek  erzan û bê rûmet.
Lê Evdilezîz Metwar di çîroka(kirasê bextewariyê) de dibêje:Carekê Padîşahek hebû li nîvî dinyayê hukim dikir,ew bi janek giran ket,derman ji wê re ne hate dîtin,lê  hate gotin jî ku pisprekî mezin heye, ew kane derdê Padîşah derman bike,pispor hat û got: Dermanê nexwaşiya te hêsan e,divê tu kirasê mirovê bextiyar li xwe bikî û tuyê çê bibî,pispor çû welatê xwe,  vê carê ew li kirasê mirovekî bextewar digere,ji wî re gotin: Wezîrê Padîşah pir bextewar e û ewan ji wezîr kiras xwastin,wezîr bi wan re got: Hûn şaş in,hûn nizanin şûrek di ser serê min de hilawistî ye (rakirî ye) û ew bi benekî zirav ve girêdayî ye,ben biqete,şûr bikeve canê min,ma ji min bextreştir tukes heye?Ji ber eşqa mezinahiyê;min ev bi çardeh destan girtiye û ji tirsa ku Padîşah min  ezil (ji kar derxîne) bike,ez bi şev jî nikanim xewkim,ew ji wî geriyan û çûn cem Qazî(dadgir)û kirasê wî ji wî xwastin,qazî jî got:Xweda tu kesî neke mîna halê min,ez di şevê pêda didim ser hev ku çawa ezê doza xelkê safî(çareser) bikim,ma bexteyarî ev e?Vê carê ew çûn cem tacirekî(bazirganekî)mezin û kirasê wî ji wî xwastin, bazirgan got:Erê gelek malê min heye,ez xwe dikujim ku ez wê zêde bikim û li aliyê  din ji tirsa  xesarê texmînan dikim,bi şev vaporên min yên di deryayê de ne têne bîra min,dewlemendiya min bi vî terzî ye(awayî ye),
ew ji wî geriyan û ew çûn cem memûrekî (karmendekî) hukumetê û kirasê wî jî ji wî xwestin,lê ewî got:Ez bi saya Xweda û Padîşahê cîhanê sitirî me,mehaneya min hindik e,zaroyên min zehf in( pir in) û ez deyndar bûme,berdevkên  Padîşah  ji wî jî geriyan û ew çûn cem gundiyekî û kirasê wî ji wî xwestin û gundî jî bi wan re got:Kînga we gundiyek bextiyar dîtî- ye,çavên me li ezmên ne, gelo baran heye yan tune ye,eger sal xerap be, emê deyn bikin,berdevkên Padîşah dîsan geriyan û li mirovekî bextiyar geriyan,lê ew li derekê ne dîtin û li dawiyê ew vegeriyan qesra Padîşahê.
Rojekê di dîwanxanê de rûnîştîbûn,ewan bihîstin ku yek bi şahî distirê,ew çûn cem wî jî,dîtin ew jî  belengazek e,kirasê wî ji wî xwestin,derwîş bi ken li wan vegerand,belê ez mirovekî bextiyar im,ji ber ku kiras li cem min nîne,eger kirasek li cem min hebûya; ma ez kînga ne bextiyar dibûm-?
Vaye em di vê çîrokê  de gelek nêrînên hişmendî û nêrînên ne hişmendî dibînin,karmendê  dewletê belengaz e,lê ew xwe bextewar dibîne,lê em dîsan nikanin têbigînin ku çawa ev Şahê ne dadmend dixwaze kirasê dewlemendiyê ji kesên din bistîne û wan belengaz û perîşan bihêle!!!???  

Dûmahîk heye
Efrîn,8.05.2024
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark