Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

werger: Romantîka“ Rheine“ û mîtosa ( Afsaneya) çemê Rheine ê navîn.

 



*Wergrandin ji Almanî: Mizgîn Hesko.

Derazînkek ber bi beşên wergerandî û hin dîtinên taybet / Ji aliyê Mizgîn Hesko /.

Bêguman, rola mîtos û avsaneyan di wêjeya miletan de, pir bi hêz û balkêş e. Ew yekek ji mîrateyên mirovan ên bingehîn in û bi derbasbûna demê re û di pêvajoya dîroka mirovaniyê de, ew ji devekî ta devekî din û ji nifşekî û ta bi nifşên din, bi riya ezberkirnê hatin parastin. Li hin kavilên wêran û jibermayên şaristaniya miletên kevnar jî û wekû dastana Gulgamiş, hin beşên nivîskî jê hatin dîtin û tevî hezarên salan, wan tabloyên nivîskî, dikarîbûn pir agahiyan rabigihînin.


Tekez û beriya peydabûna çandeke nivîskî, mîtos bi riya çanda devkî û wiha ji windabûnê rizgar bûn. Her çendîn ku hin ji rûdanên wan tevnan hatin guhertin jî, lê çîrok û bi xêzên xwe ên qalind û sereke, dikarîbûn û ta vê dema îroyîn jî jîndar bimînin.
Piraniya caran jî, ew tevnên ne real û wiha jî, pir dûr ji zanistê û nêzîk ji xeyal û nîgaşên mirovan, bûn ji pêpelokên yekemîn ku paşê û piraniya wêjeya cîhanî xwe bi riya wan gihand asteke herî bilind ji hişmendiya real û ji avakirina tevnên herî bedew. Ew tevnên ku bûn ji şaheserên miletan û her miletek pesnê xwe bi wan xeyalên herî sosret dide, wan diparêze û wan ji nuh ve vedijîne.
Her çendîn ku wan metnan girêdanên xwe ên herî xurt bi xeyal û nîgaşa mirovan ve hebûn û hene, lê careke dinê û bi awayekî ciwan û bi rêk û pêk hatine ristin û tekez wan jêderên xwe ên taybet hene û ew xwedan bingihê xwe ên dîrokî ne.

Em bivin yan jî no...! Ew dastan, xwedan rolên xwe ên aktîv in û li ser wan hêmanên jibermayî, stûnên wêje û adebiyata modern û nûjen hat û hîn jî tête avakirin.
Wekû Alyazê û Odêsa Homîros. Alyazê, şerê ku deh salan, di navbera Girîkiyên kevin û Terwadeyê û wiha pir ji çîrok û çîvanokên wan serdeman û xwedawendên bi rûçik û sîmayên mirovan jî tîne holê.
Her wiha Şahnameya Fardosî û Mahabharta Hindiyan û Dr. Fawest a Gothe û Loreley a Heinrich Haine û Komîdiya Xwedawendiyê a Dantî û tekez pirên din.

Wiha jî çanda Kurdî, bi mîtos û afsaneyên pir bedew û lihevhatî, dewlemend û zengîn e.
Beyta Şêxê Senanî û Zembîl Firoş a Feqiyê Teyran û Memê ALan bi Bozê xwe ê rewan, ku beriya  Seydayê Xanî Mem û Zînê ji nuh birêse û metnekî nuh jê re bide çêkirin, di nav miletê Kurd de pir berbelav bû. Wiha jî Narîna Binefşî û Şahmaranê û pir ji afsaneyên din dikarîbûn û di pêvajoya dîroka dêrîn de û tevî wêran, anfal û fermanan bigihin roja me û wiha di bîrewerî û wijdana me de bijîn.

Bi her halî û da ku vegerim mijara xwe a ku min hezkir wê ji xwînerên Kurdî re ji Almanî wergerînim, dê hinekî afsaneya „ Loreley „bi şopînerên çand û wêjeyê bidim nasîn.
Tê gotin ku li ser Zinarê bilind, li raserî çemê Rheine ê navîn, keçeke ciwan, şox û şeng dijî, li ser latê rûniştî, porê xwe ê zêrîn şeh dikir û pêre, pêre ji xwe re distrand. Her ku keştî di çemî re derbas dibûn, hayedarê wî dengê xweş û zelal dibûn û Keştîvanan, riya ku li wir teng sibû û bi qeraxên tûj dagirtî, jibîr dikirin û wiha li rasta rûdanên metirsîdar, bûyerên tezîn û qezayan dihatin.
Bi derbasbûna demê re, ev yek di nav xelkên deverê de berbelav bû û wiha wekû afsaneyê hat gotin û gerandin. Paşê helbestvan û nivîskarê Alman î navdar Heinrich Heine ( 1797- 1856)  û beriya 200 salî ew nivîsî. Ango bi awayekî helbestiyane û wiha bedew û xweş. Tekez bi nivîsa H. Heine, mîtos berbelavtir bû û wiha jî ew bêhtir ji windabûnê, hat parastin.

Bi her halî û da ku bêhtir, ez vê bêjeyê „ Loreley „ zelal bikim, li hin jêdrên cuda vegeriyam û ji wan jî Google. Tekez û li gor agahiyên heyî, jêdera wê ne pir diyar û zelal e.
Loreley dikare wiha jî bête nivîsîn: Louer. Wiha ew tê bi wateya: Ausguckfelsen bi Almanî. Ango Zinarê çavdêriyê bi Kurdî û صخرة المراقبة bi Erebî.
Ev bêje di zimanê Standard ê Amaniya navîn de peyda dibe.
Lur= ango Elfe yan rastir: Elfenfelsen. Bi wateya zinar yan jî kevirê Dêwê. Bi Erebî صخرة العفريت

Wiha jî û bi dîtina min wate belîtir dibe ku girêdaneke xurt di navbera Zinarê Loreley û jêrî zinêr, ango çemê Rheine ku li wir teng dibe û bi qeraxên kevirên tûj, dibe sedema pir ji rûdanên diltezîn.
Ji lewra û ji serdemên kevnar, xelkên wê herêmê, xwestin bi çîrok û çîvanokên ji ristina xeyalê ( nîgaş ) heybet û navdariyê bidin wan zinarên tûj û metirsîdar.

Hêjayî gotinê ye û beriya ku derbasî wergerandina xwe bibim, dê li dawiyê, helbesta Loreley a Heinrich Heine bi du versiyonên cuda wergerînim zimanê Kurdî. Mebesta min bi vê hewildanê ew e ku balê bikişînim ber bi şêweyên wergerandinê û da ku xwîner û şopînerên zimanê Kurd î resen bizanibin çendîn me zimanekî wiha kûr û wêjeyî heye, ku ew dikare hemî zimanên heyî di himêza xwe de hilgire.



Beşên wergerandî ……………………………………………

*Beriya 200 sal, Heinrich Heine helbesta „ Loreley“ belav dike.

Zinarê ( kevirê ) Loreley li ser çemê Rhein ê navîn, ciyê geştiyarî ye û di cîhanê de navdar e. Her wiha jî ew helbesteke a Heinrich Heine yê ku di derbarê mîtosa Loreley de ye ku zêdeyî 200 salan û ew hîn ilham û handanê dide mirovan.
Loreley- ciyekî li Almaniyayê ye ku di tevahiya cîhanê de naskirî ye. Li wir, li ser  Rheine ê navîn, çem di ber rezên tirî, xaniyên textîn, eywan, keleh û çiyayan re dihere. Parçeyê di navbera bajarê Meinz û Kölen ê de, hestên romantîk ên cuda dide mirov û geştiyaran. Ji lewra jî û salan e bi hezarên geştiyaran û ji tevahiya cîhanê tên serdana vê mîrateya ( samanê) cîhanî ê UNESCO yê ku dikeve joriya Rhein ê navîn û ta bi deşta Loreley.



*Zinarê Loreley ê navdar çi ye ?

Eger mirov bi hişmendî binere- Loreley bi tenê zinarekî bilind e, 132, m bilind e û jii kevirên tûj pêk tê. Ew nêzîkî bajarê St. Goarshausen e û li rexê çemê Rheine ê din bajarê St.Goare e. Êdî li wir, ew dîmenke ciwan ji zinar û deşta wî pêşkêş dike.
Ji ber ciyê li wir teng û metirsîdar, Loreley- berê û ji bo liva di çem î de, keştî( gemî) li rasta dijwariyên mezin dihatin. Li joriya zinêr û ji berê û ta vê gavê, bûyer ( qeza) rû didin. Dibe ku ev jî sedemekî xurt be ku berê çîrok li ser Rheine ê navîn dihatin gotin û belav dibûn.
Lê berî Heinrich Heine, ti çîrok li ser keça ciwan û mirina wê nahatibûn gotin.


Afsaneya ( mîtosa) Loreley- çi ye ?

Her gav, di derbarê Zinarê Loreley- çîrok bûne fantasiya şêwekar û nivîskaran. Wiha jî helbesta helbestvanê Almanî navdar Heinrich Heine ku wî helbesta Loreley- afirandînye û ta vê gavê, ew yek ji şaheserên wêjeya Almanî tête hilbijartin.
Di helbesta H.Heine de, qala jineke ciwan tê kirin.  Ew jin li jor, li ser zinarê Loreley rûniştiye û porê xwe ê boz û zêrîn şeh dike û distirîne. Bi strana xwe, ew hişê deryavanên di keştiyan de, ber bi xwe ve dibe, wiha wan dixapîne û ta ku li rasta mirinê tên.

Belê, berî wî çaxî jî, helbest li ser Figur û karketerê hatibûn nivîsîn û ji aliyê Clemens Brentono, lê rastî helbesta H.Heine hişt ku wêneya ku îro em wê pê nas dikin, berbelav bibe.
Ev helbest û di nav hevdemên H.Heine de, wekû agirê di nava pûş de, gur bû. Wiha Afsaneya Loreley xurtir bû û zinarê Loreley- bû ciyekî ku geştiyaran ber bi xwe ve dikişîne.
Ji Bihara 2023-an ve, li deşta Loreley- paykerekî nuh hat çêkirin ku ew heman afsane û mîtosê bibîr tîne.
Li Rheine ê navîn, Loreleyeke( Jin) tê hilbijartin ku ew di cîhanê de, heman mîtosê nîşan dide û niha jî xanim Katharine Blanekert, bi heman rola pîroz radibe.


 Çima strana Loreley a Heinrich Heine wiha navdar e?


Heinrich Heine, helbesta xwe beriya 200- salî belavkiri bû, di 26 ê Avdara 1824- an de. Helbest  wiha destpê dike:
/ Ez nizanim, ev çi wateya xwe heye, ku wiha pir xemgîn im/

Di sedsala 19-an de, ev ê helbestê, pir mirov bixwe ve şewşenkirin, muzîkjenên cuda, pir awaz jê re sazkirine û ji wan jî Komponist Franz Liszt û Clara Schumann.
Bi giştî, 12. awazên strana Loreley hene, lê versiona Friedrich Schiler ku di sala 1838- an de peyda bûye, ya herî Popêlêr e û ta îroj jî, pir kewrs (Chöre ) heman versionê disitirînin. Ev bi tenê ne li Almaniya yê, lê li  tevahiya cîhanê jî.

Li Japanê jî, pir mirov, heman tekst û stranê nas dikin û ta radeya ku dikarin wê bistrînin jî.
Wiha û li rexê din, li kampînga Rheine, 555m, yekser li Loreley- mirov gotinên stranê distrînin. Piraniya caran jî, keştiyên geştiyariyê û dema ku di ber zinêr re derbas dibin, di „Bafilên“ keştiyan de û bi dengê bilind, strana navdar diweşînin.



Dîtina ( Nerîn) Romantîk ê Rheine ji kû tê?

Ev têrm di navbera sedsala 18 û ya 19- an de derketiye holê. Nerîneke wiha romantîk û bi coş e ji  bedewiya xwezaya bejî û dîmenên ciwaniya herêma çemê Rheine ê navîn di navbera bajarê Mainz û Kölenê vedibêje.
Romantîka Rheine: ev têrm û di serdemên navîn de, jî hêla helbestan û şêwekaran ve hatiye çêkirin ku dilê wan û wiha bi bedewiya newalê, çand û xwezaya wê ve hatibû girêdan.
Tekez û heyanî îroj jî, romantîka Reine, bi roleke girîng û li ser geştiyariyê radibe.



Helbesta Loreley ( Heinrich Heine).

Wergera yekem û sade.

Ez nizanim, ev çi wateya xwe heye
Ku wiha pir xemgîn im
Çîrokeke ji demên kevnar
Xwe ji hişê min bernade

Ba wiha sar û tarî ye
Û Rhein bi hêmin î diherike
serê çiyayî rûnî dide
Û di roniya êvarê de diçirise

Li jor, jineke herî ciwan
Wiha bi kubarî rûniştî ye
Porê xwe ê gewr şeh dike
Porê şahîk û zêrîn dibrûse

Ew porê xwe bi şehekî zêrîn şeh dike
Û pêre, pêre distirîne
Strana wê xwedan melodiyeke
Wiha pir hêzdar heye

Keştîvan di keştiyên biçûk de
Dikevin bin bandora awazê
Li şûn ku hayî ji qeraxên tûj hebin
Wiha berê xwe didin jorê

Ez bawerim û herî dawî
Dê pêl, keştiyan bin av bike
Ev yek û bi strana xwe
Loreley kir.



Wergerandina duyem û hunerî/ wekî helbeatê lê bin guherînên hunerî /.

Nizanim, ev çi wateya xwe heye
Ku wiha dil pir xemgîn e
Çîrokek ji demên kevnar
Hişê min dibe û wî direvîn e

Ba sar û şev wiha tarî ye
Û Rhein bi hêmin î diherike
Û serê çiyayî wiha dibrûs e
Di tava êvarê de, bi ronî ye

Li jor, jineke herî ciwan
Wiha bi kubarî rûniştî ye
Porê xwe ê gewr şeh dike
Porê şahîk û zêrîn çirisî ye

Ew porê, bi şehekî zêrîn şeh dike
Û pêre, pêre ji xwer distrîne
Strana wê, xwedan melodiyeke
pir bi hêz û xembarîn e

Keştîvan di keştiyên biçûk de
Dikevin bin bandora kovanê
Li şûn ku hayî ji qeraxên tûj hebin
Li jor dinerin, li rexê stranê

Wa pê bawerim, ku di dawiyê de
Pêl..  dê keştiyan bin av bikin
Ev yek Lorelay kir
Bi dengê xwe û stranê.


*Têbînî:
Ji bo wergerandina helbestê û di herdu versiyonan de, dûrî wergerandina tîp bi tîp ketim.
           Ev da ku helbest pir ji nirxê xwe ê hunerî û wêjeyî ji dest nede.

*Jêder:
 SWR Aktuell.
*    Rheinromantik und Mythos am Mittelrhein.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark