Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Heyamên çavan

 



Şêrîn Saado

Di mihraba dîdariya
Herdû çavan
Şevnem
Li ser biskên firiştiyan
Di meyan
Dema heyamên buhiştî


Wekî baraneke hûr
Zeviyên giyan
Avdidan
Li paş tarîbûna çeşiman
Dergehê cîhaneke dî heye
Tu dibê buhişt bi xwe ye
Xuncên hêvîyan
Li dara jiyanê her di bişkivin
Cobar û gulnaz bi  rokê re
Di girnrjin
Tev de yarin
Demsal têde tim buharin ...
Di afsûnan çavan de
Berze dibim
Mîna çivîkeke biçûk
Ji hêlîna xwe winda ye
Di himbêza binahîyan de
Dixwazim  bilûsim xilmaş bibim ..!!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark