Zara SalihWê êvarê, otomobîla xwe ,bi firêmekî jikel, rawestand. Herdu leþkerên çekdar yên pêre li wir man, lê ew bi tena xwe ber bi derî ve çû. Destê xwe avête simbêlan, ku her rep bûn mîna stiriyên jîjoyan, û çend kulmên giran li wî deriyê hesinî dan û kaxezek ji berîka xwe derxist. Çend xule bêdeng derbasbûn, êdî ji nîþka ve bi zîqênî derî vebû. Çavên wî çi bibînin, tenê du lingên mezin mîna yê cinaweran li ber wî ketin û ne giha serî bibîne. Tevzînokên sar hemû laþê wî girt û nema zanîbû çi bike, xwêsî li þûna gotina di qirka wî de ma û wilo, lêferihayî, sekinî û rê ne dida deng da derkeve ji zengelorê. Rabû, bi destekî lerizî, ew kaxez da dest. Tirs her berdewam e.
Li pelikê meyzand, dît va çend nav in û hijmar dibin wan de
hene, weke go kaxeza leystika pelik û qeremaçan be, piþtre bi acizî
quliband û berê xwe dayê ku zimêniya gotina mîna bablîsokê li berdên
guhê wî didan “ te rê þaþ kiriye… ez melkemotim, izra’îl li pêþiya te
ye, ez ne tenê xelkê digrim weke te, lê ez rihê wan jî dibim”. Bi wê
zimêniyê re, wî bi bazdan gav avêtin û çû timbêlê, herdu berdestîkên wî,
dema wilo çavên wan lêket, çekên xwe siwar kirin û hatine pêve, lê wî
bi destan nîþankir ku zû timbêlê bajon. Çiqa pirs jê dikirin, lê wî
bersiv her nebû, weke kesekî lal bû. Yên leþker mabûn dilihayî û heme lê
meyze dikirin ku ji xeynî tirsê, dîtin va wilo riwê serkirdê wan zer
bûye û simbêl jî nema repin û daketine bi jêr de û wilo rast her mane.
Ew gihandin mala wî û dûvre vegerihan navenda xwe ya ewleyî û leþkerî.
Hevjîna
wî, gava ew dît, hinavqetandî bû û dicih de du lihêfên sitûr pêdakirin,
lê hê jî laþê wî dire’elî û di wê taya sar de bû. Tirsê hiþt ku
hertiþtî jibîr bike, tenê wêneya mirinê û melkemot li ber çavên wî bû,
nema dihate hiþê wî bê çima çûbû wê malê ya ku hersê hevalên wî yên kar,
piþtî zora wî bi pelikan birin, ew rêkirin wê deverê ji bo girtina
mirovekî, ku ev yek ji þertûmetcên leystikê bû, û her ew karê wan bû, lê
nekete bala wî bê wê rastî çi were.
Roj bi roj rewþa wî kambaxtir
dibû, çavên wî her vekirî diman, lê ew wêne jiber wan ne diçû û xewnên
þiyarî û kabûs pê didîtin û gelek caran dihilçenî û qîj didan, ji nav
cihan ne dirabû, ne bi þev û ne bi roj, herkêlî di wê tirsê de bû ku wê
nêzîk bi ser de bigre û wê giyanê(rihê) wî bistîne, û hin caran jî ji
xwe re digot “ min mala xwe bi destên xwe xira kir, min rihstandina xwe
anî bîra wî”. Û peyre, careke dî kete tayê de û axaftinên þaþomaþo
dikirin.